Platforma Rojava ji bo Barzanî name

“Wê serketina Rojava bibe serketina hemû neteweya Kurd û windakirina Rojava wê ji bo hemû Kurdistanê bibe windahiyekî mezin. Em ji we dixwazin di hemû aliyan de alîkariyê bidin Rojava.”
Platforma Piştgiriya ji bo Rojava ya Almanya  ya ji nûnerên sazî û rêxistinên Kurdan pêk tê, ji bo Serokê Rêveberiya Herêma  Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlementoya Herêmê Arslan Baiz re nameyek şandin.
Her sê nameyên bi îmzeyên Yuksel Koç û Armanc Agit yên li ser navê Platformê hatin rêkirin,  bal dikşîne ser drama li rojavayê Kurdistanê. Platformê ji Rêveberiya başûrê Kurdistanê xebatên hîn zêde yên ji bo piştgiriya gelê Rojava dixwaze. Di nameyê de bal hat kişandina ser êrişên komên çete yên li Rojava û ji bo alîkariya mirovahî hat xwestin ku deriyê sînor vekirî bimîne.
Di nameya ku hat şandiyin de wiha tê gotin: “ Dê serketina Rojava bibe serketina hemû neteweya Kurd, dê binketina Rojava ji bo tevayê Kurdistanê jî bibe binketineke mezin. Em ji we daxwaza di hemû aliyan de alîkariyê bidin Rojava dikin.”

Hin saziyên di nava platforma ku di meha bihurî de li Almanyayê hat avakirin ev in: Partiya Îslamî ya Kurd, Nunerê YNK Berlînê, Tevgera Goran, FEDA, YEK-KOM, Civaka Îslamiya Kurdistanê, PYD, Nunerê Meclîsa Gelê Rojava, Dergaha Bingehîn ya Fatma, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê, TKP 1920, Meclisa Jinên Kurd ya Berlin, Civaka Kurd ya Brandenburg, Navenda Çanda Kurd, TEV-ÇAND, YEKMAL, Komisyona Baweriyan ya Berlînê, Meclîsa Gelê Kurd ya Neukoln, Meclîsa Gelê Kurd ya Berlîn, Însiyatîfa Jinên Kurd yên Berlîn û Enstituya Kurd. 

ANF/BERLÎN

Yazarın diğer yazıları

    None Found