Projeya Zaravayên Kurdî

Li Zanîngeha Manchester a li Ingilistanê projeyeke li ser zaravayên Kurdî bi rê ve diçe. Di vê projeyê de armanc ew e ku zaravayênm Kurdî werin belgekirin, arşîvkirin, nexçeyeke aktuel a rewş, reng û navên zaravayên Kurdî were çêkirin. Proje bi desteka Arts and Humanities Research Council û The British Academy bi rê ve diçe. Kordînatorê projeyê Proffesor Yaron Matras e, pê re Dr Andrew Koontz-Garboden asîstaniya lêkolînê dike. Ji zanîngeha bajarê Franseyê Rouenê Dr Salih Akin û ji Zanîngeha Bogazîçî ya Stenebolê jî Dr Ergin Opengin hevkarên projeyê ne.

Çawa li jor jî hatiye gotin, proje dixwaze lêkolîneke/anketeke liberhevgir a struktural û tîpolojîk a kontînuuma (dewamîbûna cografî) ya dîalaktên Kurdî derê xwe holê. dema vê dike jî mînakan berhev dike ji seranserê herêmên Kurdî li wan tê peyivîn, di nava vê de Bakurê Kurdistanê, Rojava, Başûr û Rojhilat jî hene. Herçî cureyên weke zarava hatî berhevkirin, Kurmancî (Kurdiya Bakur) û Soranî (Kurdiya Navendî) ne û gelek kêm mînak ji Kurdiya Başûr (ji herêma Kirmanşan û Loristanê) hene. 

Ji bo lêkolîneran gencîneyek

Di vê lêkolînê de ji ferhengê, fonolojiyê û fonolojiya ferhengî, morfolojî, morfo-sentaks bijarte hene û awir jî bi giranî li ser înteraksiyona lihevkirina morfolojîk bi semantîka lêkeran re ye. 

Daneyên di encama lêkolînê tên berhevkirin jî li lêkolîneran vekiriye û bi rêya etîketên wekî mekan, û yên din li wan bête gerîn, wergera wan bi Ingilîzî û awayên peyvan ên bi Kurdî jî hene.

Di encama daneyên berhevkirî jî professor Yaron Matras ji niha ve nexşeyeke rewşa aktuel a zaravayên Kurdî amade kiriye.

Nirxandina zanistî ya daneyên ji projeyê bi xwe hîna dewam dike.

Koordînator Yaron Matras

Yaron Matras lînguîstekî Emerîkî ye ku sala 1963´yan li Chicagoyê ji dayik bûye. Giraniya lêkolînên wî li ser zimanên Romanî ye. Wî lînguîstîk û Zanista Zimanê Erebî li Zanîngeha Hebrew a Qudsê xwendiye, û li Tubingena Elmanyayê jî Komparatîstîk û Germanîstîk xwendiye. Wî di warê Kurdî de xwe kir pispor û zimanî Romanî jî xwend. Li zanîngeha Hamburgê wî doktoraya xwe kir. Sala 1995´an wî li Zanîngeha Manchesterê dest bi karê xwe kir û ew li wîr hîna hem dersê dide û hem jî lêkolînên xwe dike. 

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found