Provokasyona Wiesbadenê û trîkoyê gogvan

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Di cihana polîtîkayê de ti tişt ne rasthatinên nedî yan jî rûdaneke xweber a kêliya pêkhatinê ye. Hemû li gorî planên hin hêz û lîstikên dekbazan e. Bes, bi konetî tînin rewşeke wisa ku mîna rûdaneke derê vîna hêzên paşperdê pêk hatibe û ev bi pisporiya şanoyê tê lîstin. Çapemenî û berdevkên hêzan jî li gorî daxwaziyê wê pêkhatinê di nava bala gişti de direqisînin.

Keyseriya Londonê bi armanca rewatiyeke ji serkariya Erdogan re biafirîne û di hilbijartinên bi fend û fût de serketineke rewa nîşan bide, Erdogan vexwend Londrayê. Hem jî bi rêûresm û payeyeke rûmetdayînê ew pêşwazî kirin. Ne tenê Lîstikên Osmanî, lîstikên Keyseriya Londrayê jî gelek olan daye, heta hê konetir in. Rastiya vê dekbaziya demê gelek beloq bû.

Pêgogvanên neteweya Elman Ozîl û yê din jî ne bi awayekî rasthatinî li Londonê bûn. Wan dikanîbû, di dema civîna G.20 de, yan jî dema Serkariya Elman rê neda ku Erdogan li Elmanyayê lêbangî li Tirkên nijadperest bike jî, bi awayê piştgiriyê trîkoyên xwe wek diyarî bidana Erdogan, lê na, lewra dewleta Alman wê demê destûr neda. Xuyaye; wê demê şoveke wiha ne di bendekariya polîtîka wan de bû. Piştî Ewrûpiyan dît ku di hilbijartinan de rêbayeke serketina muxalefeta li Tirkiyê olan dide, dikane pêşî li fend û fûtan jî bigire. Ev jî ne di bendekariya polîtîka wan de ye, xwestin pêşî li vê rêbaya serketina rikberan bigirin, lewma Ozîl û hevalê wî şandin Londonê û ew wêneyê zîşt ji bo rewabûnê li cihanê belakirin.

Di wê Bîennala yan jî mihrîcana Wiesbadenê ya qaşo hunerî ya di bin dirûşma “nûçeya zîşt” (Bad News) de peykerekî Erdogan ê 4 mêtro û reng zêrîn li navenda bajêr çikandin jî, ne rasthatin, yan jî fikra hin hunermendên mejîxişt bû. Ev provokasyon jî rasterast çalakiyeke plankirî, yan jî li gorî fermana giyana dewleta Elman bû. Gotinên Uwe Eric Laufenbergê gerînendeyê şanoya dewletê ya Wiesbadenê, ev in: “Ew peykerê Erdogan ji bo kelecana gengeşiyê afirandinê bû” jî, tenê ji bo veşartina rastiyê ye, ne tişteke din e.

Her kes dizane ku Tirkiye di vê demê de ne tenê bi krîzeke siyasî bi krizeke aboriyê li ber têkçûnê ye. Ev xweber bandorê li aboriya Elman jî dike. Lewma jî Elmanya bi rêya hin rayedarên partiyan sinyalên alîkariyê dan. Li gel wê; dê di dawiya vê meha Îlonê de jî Erdogan were Berlînê. Dewleta Elman xwest bi rêya vî peykerê Wiesbadenê yê provokatîv, li aliyekê bertekên civaka Elman û cihanê bipîve, li aliyê din ve jî ji bo pêşwazîkirina Erdogan rewşeke rewa biafirîne. Bi dîtina min rastiya wê bûyara provokatîv ev e.

Wiesbaden hema Wiesbaden nîne. Ev bajarê bi navê xwe yê kevn “Wisibada” di dîroka xwe de tim di navbera mîrîtiyên Elman de bi roleke girîng rabûye. Gelek caran lîstikên herî girîng ên polîtîkayê li vir dest pê kiriye, hê nû li Elmanyayê belav bûne. Lê ev ne mijara me ye, Mijar; Wiesbaden û Kurd in.

Wiesbadenê di dema qedexekirina PKK´ê de jî, roleke gelek sereke û rewakirina qedexeyê girtiye ser xwe. Roja 4.11.1993´yan li vî bajarî qehwexaneyeke Tirk hate şewitandin, di wê qehwexaneyê de kesek mir. Dewleta Elman ev bûyera şewatê wek boneya rewabûnê hilbijart û roja 26.11.1993´yan PKK qedexe kir. Lê hê jî nayê zanîn kê ew qehwexane şewitandiye, wisa porkirî maye. Li gor têgîhîştina raya giştiya tê zanîn; ev dekbaziyeke sîxwiriya Tirkiyeyê bû.

Taybetiyeke Wiesbadenê ya din heye. Li vî bajarê serjimara wî 290 000 e, qederê 20 000 hemwelatiyên Tirkiyeyê rûdinin. Ew bi giranî derdorên rastgir in. Piraniya Faşîstên Tirk jî li dor Wiesbadenê ne. Berê bajarê Hanauê bûye rawestgeheke rastgirên terorîst. Li gorî hin dane û agahiyan; faşîstên wek M. Alî Agca, Çelebî dema hatine Elmanyayê li Hanauê mane. Piştî ku Kurd û çepgirên Tirk li vî bajarî birêkxistinên xwe gihandin pindekê, rastgir û faşîstên Tirk jî berê xwe da Wiesbadenê. Dibe ji vê jî be, ji bo sazkarên dekbazên polîtîk, Wiesbaden ciheke destdayî ye.

Bi gotineke kurt û Kurmancî di vê Mihrîcanê de wek zîştiyekê çikandina peykerê Erdoganê faşîst ne rasthatinek e, ne jî fikreke hunermendan e. Peykereke çar mêtro bi dehhezaran Euroyî mal dibe. Hunermendek ne di wê hêzê de ye ku bikane vê ji bêrîka xwe bide. Di vir de pirs ev e: Kê ev ferman dabe, wî wê ev fînanse kiribe. Armanc gelek zelal e.

Yazarın diğer yazıları