Qaçaxçî ne; an kuştî ne an girtî ne

Strana ‘Kesî nakim’ ji gelêrî bêhtir hilevanîneke hunermendan e ku li dawetan dibêjin. Ev stran bi taybetî li herêma Mêrdînê li her dû aliyên xetê yanî Serxet (Bakûr) û Binxetê (Rojava) tê gotin. Di stranê de pîşeyên serdemê hemû têne rêzkirin da hunermend pesnê xwe û pîşeyê xwe bide. Di nava hemû pîşeyan de “Qaçaxçî”ti jî derbas dibe.  ‘Qaçaxçî’, ‘Qaçaxvan’ li  Rojhilat û Başûrê Kurdistanê mîna ‘Kolber’ tên binavkirin. Gelek film hatine çêkirin, gelek stran li ser wan hatine amedekirin. Filma Qobadî “Dema Hespên Serxweş” navdar e. Di strana mijara gotinê qîz hinceta nepejirandina wan mîna, “Wele ez qaçaxçiyan nakim, an girtî ne an kuştî ne” tê ravekirin. Ev yek piştrast dike ku wê demê qaçaxvanî bi xwe pîşeyek bû. Ji pez, heta amûr û malê bazirganiyê, dîsa mirovên diçûne serdana xizmên xwe yên li pişta sînor, heta bûkan tevî berbûkî û cihazê wan bi rêyên qaçax derbas dibûn û dihatin.

Rêyên qaçax rêyên mirinê bûn; ketina kemîna eskerên dagirker an teqîna mayinekê tiştekî ji rêzê bû.

Komkujiya Roboskiyê, bûyera ku ji ber helbesta Ehmed Arîf, mîna “33 Gule” tê binav kirin a li Qerqelî ya Wanê tê de 33 gundî hatin qetilkirin, du minakên berbiçav in. Û bi hezaran trajediyên din ên li ser sînoran, li zeviyên mayinan qewimîn û haya kesî ji wan nîne.

Zaroktiya min di demsala xewa serê banan de bi guhdarîkirina demên dawetan li stranbêjên Kurd ên li binxetê li gundên nêzî sînor derbas bû. Dîsa şerê di navbera qaçaxçî û eskerên Tirk ên li sînorê şermê de kêliyên kelecanî yên guhdarîkirin û temaşekirina şahiyeke çekan ên zaroktiyê bûn. Xurmîna mayinan a bê wext jî gotinên mixabinî yên ixtiyaran ku digotin. “ocaxeke din temirî” mîna jibereke hezar caran hatibe gotin, dihate guhê me.

Di vî pîşeyî de gelek kes xwedî rol û mîsyon bûn. Ji serxetê bi taybetî pez derbasî binxetê dikirin, ji binxetê jî malê erzan ji qumaş, heta çayê, ji amûrên elektronîk heta çekan her tişt  derbasî piyaseya Tirkiyeyê dikirin. Li Nisêbînê Sûka Qaçaxçiyan a navdar hîna jî heye.

Ji peydekirinê heta bi derbaskirinê û gihandina bazarên bajarên dûr, mîna zincîreke karê pîşeyî li hev zêde dibû. Ji bazarekê derbaskirina bazereke din a malê qaçax de van kesan rol digirt:

Semsar: Yên li her du aliyên xetê têkilî peyde dikirin, malê qaçax dikirîn û li cihê nêzî sînor ên hevdîtinê amade dikirin, semsar bûn. Xwediyê milk ê malê çaqax lê dihate hilanin (cihê hevdîtinê an civan) jî komîsyona xwe distand.

Hemal (barkêş): Hemal an barkêşî jî pîşeyek bû. Bi pêşengiya rêzanan sînor derbas dikirin û malê qaçax ên li gora hilgirtina mirovekî hildigirtin û di sînor re derbas dikirin. Beyî ku cih û dem ji wan re were gotin diviyabû tim amade bin. Gelek caran jî şer diqewinî û di bin guleyan re barkêşî dikirin. Lewra hem wêrekî hem hêza fizîkî, hem jî naskirina erdnîgariyê taybetmendiyên hemalan bûn.

Rêzan: Di mijara qaçaxçîtiyê de rêzan xwedî rola kilît bûn. Piştî ku her tişt amade dibû, mîna îhaleyekê derbaskririna mal, berpirsiyariya wî bû. Ji bertîlkirina eskeran heta bi ketina mewziya eskerên nobetdar, gelek rê û rêbazê rêzanan hebûn. Heger derfeta bi bazar an bertîlê derbaskirinê tinebûna, vê carê bi zora çekê di wan rêyan re ku mayinên wan hatine paqijkirin û tenê ew bi wan dizanin, derbas debûn. Dema rê kişf dibû bi xwe mayin radikirin û rêyên alternatîf amade dikirin.

Rêzan beriya her tiştî diviyabû xwedî wêrekî û hêza şervaniyê û pisporiya naskirina erdnîgariyê bin. Heta mal derbas dikirin, car caran bi saetan bi eskeran re, dewriyeyên eskerî û mufrezeyên teqwiye yên dihatin mudaxeleyê re diviyabû karibana şer bikirane. Bi pirranî jî ev ne şerekî ji rêzê bû; bazara can bû.

Gelek caran li nava zeviyên pembû, an baxçeyê malê mirov li rasta malê qaçax ên ji ber şerê heta berbangê negihiştiye nuqteyê, dihatin. Mîna çandekê, ew mal dihate parastin.

Ne tenê ji bo niştecihê nêzî sînor pîşe bû qaçaxvanî, ji Serhedê heta bi Amedê gelek der û doran qaçaxvanî mîna rêya debarê ji xwe re didît.

Qaçaxvanên herî navdar jî yên ji Licê ya Amedê bûn. Li ser pişta hespan û her yek ji wan bi çek, li sînor didan. Ji dengê çekan û asta şerê wan, mirovan zanîbû Liceyî ne, yên wê şevê derbas dibin.

Çîrok, serpêhatî û bibîranînên li ser xeta sînor, lehengiya rêzanên ku diketin mewziya eskeran, ew dîl digirtin, girê didan, derziya çeka wan dişkandin û mal derbas dikirin mîna destanan dihate gotin.

Ji bo esker û fermandarên artêşa Tirk ên li herêmê wezîfedar jî rêya qaçax bûbû deriyê rantê. Derbaskirina partiyên mezin ên malê qaçax bi kesên hevkarê dewletê re gelek wezîfedar, esker, seresker û memûr dewlemend kirin. Rêzanên bi serê xwe tevdigeriyan, yan nediketin bin kontrola van derdoran, di encama bêbextiyê de dihatin girtin an diketin kemînan û dihatin kuştin.

Di mijara qaçaxçiyan de yên bi hêza çeka xwe li sînoran dayîn, bûne efsane. Lewra ji bo debarê, rizqê zarokên xwe her tişt dabûn ber çavê xwe, kuştin jî girtin jî…

Yazarın diğer yazıları