Qalkirinek ji bo romana ‘Qal’

Li hin cihan êdî wekî ku dersa felsefe û psîkanalîzê bide, dîdaktîk in, mirov ji xwendina wan aciz dibe. Carinan hingî lê germ dibe, bi formên nas û klasîk ku li romanê nayên: “Ser meselê”, “Xala herî girîng” (R.36), “Wek mînak” (R.37) hevokên wî dest pê dikin.

ÎBRAHÎM BULAK

Di romanên beriya 2000´an ên Kurmanciyê de bêtir hewla vegotina serpêhatiyên biyografîk û qewimînên tarîxî hebû, jixwe piranî li diyasporayê hatibûn nivisîn. Lê piştî 2000´an li Bakur bi nivîskarên nû re pêre pêre êdî di romanan de ji serpêhatiyên ferdî bêtir, pevçûna di hundirê insanên modern de, girêkên wî yên derûnî, kêşeyên wî yên hebûnî, obsesîfbûna wî û wekî din, hatin tercîhkirin. Lehengên van romanan jî bi pirranî kesên dilweswesoyî, lomekar, melankolîk û meyldarên xwekuştinê bûn. Heta hingî lehengên reş û spî, baş û nebaş çawa bi xetên stûr ji hev hatibûn cudakirin, êdî ev xetên stûr tenik dibûn, û herçiqas dîsa ew lehengên hanê di nav civaka xwe de mirovên maqûl bin jî, aliyên wan ên xerab jî hebûn. Nivîskarên van romanan jî li bajaran bûn û her wiha xwendekar an xwedî karekî bûn di nav saziyên dewletê de. Tecrûbeyên xwe ên jiyanê û xwendinên xwe yên bi zimanên din, vê carê ji bo Kurmanciyê û bi teknîkên nû sêwirandin. Bi ya min di prosesa vê ceribandinê de tesîra Oguz Atay li ser metnên van nivîskaran heye, heta ez ê gavekê bi pêş ve herim û bibêjim, her yekî ji wan belkî dixwest bibe Oguz Atayê Kurmanciyê. Oguz Atay nexasim bi romanên xwe ruhê xwendevanên xwe têr dikir loma jî asayî ye xwezîpêanîn û çavlêkirina nivîskariya Oguz Atay di mirov de peyda bibe.

Di vê nivîsê de dixwazim, behsa romana “Qal” bikim ku îsal çap bû û yekem romana nivîskarê gênc, Hesen Ildiz e, her wiha bi xisleta xwe jî dişibe romanên me li jor behsa wan kir. Lehengê romanê R. Baran e, û R. Baran yekî cirnexweş, bavekî xemsar û kurekî ruhseqet e. Di jiyana wî de her tişt asayî xuya bike jî ew di hundirê xwe de bi her tiştî re û bi her kesî re pev diçe. Çawa destpêka romanê şanî me dide, R. Baran xwe kuştiye, lê dîsa jî qala çîroka xwe dike. Nexasim bipêşketina psîkanalîzê û ketina vê a nav wêjeyê di romanê de ‘mantiq’ êdî ne hewce bû, çawa mirov nikare xewn û xeyal li parzûna qalib û qaydeyên ‘mantiq’ê bixe, welê li romanê jî hat. R. Baran jî digel ku xwe kuştiye, ji me re qala xwe dike. Ji bo vê yekê, hema em ji xwe re bibêjin, yê dipeyive ruhê R. Baran e, an jî hişê wî bi xwe ye. Em ji romanê fêhm dikin ku piştî her tişt qewimiye, wî çîroka xwe nivisandiye:

“Bêyî ku bizanibim ez ê rojekê van bûyerên ku hatine serê min û fikrên ku weke avek lîşo di mejiyê min de diherikîn binivsînim, min çenteyê xwe yê reş ê ji çermê heqîqî çêbûbû, ê ku hêdî hêdî terkên rizandinê lê peyda dibû, di destê xwe de kil dikir û di nav qerebalixiya xwendekaran de di deriyê dibistanê re derketim derve.” (R.13)*

Mirov gava vê dixwîne, dibêje, dibe ku wî hema were, ji xwe gotibe loma jî tam qanih nabe ji ‘nivîsandinê’, bes bi dubarekirina ‘nivîsandin’ê di rûpeleke din de êdî hebekî pê qayîl dibe:

“Gava ev fikrên ku di vê kêliyê de di mejîyê min de zayibûn min nivîsand û wan sere rast kir têgihiştim ku ez çiqasî mirov im.” (R.40)

Ji ber têkçûyîna ergatîvîte û neberbihevbûna hevokê, mirov xweşik tênagihîje bê ka di vir de vebêjer çi dibêje. Bes, dîsa jî muhtemel e, vebêjer di dema kêliya nivîsandinê de be, ango di dema vedibêje de ye.** Li gorî vê, em dikarin bibêjin, di romanê de zemana vegotî û zemana vedibêje heye. Her tişt qediyaye û paşê vebêjer ji me re qala çîrokê dike û di ber re jî carinan ji dema niha, yanî dema ku çîrokê vedibêje, dipeyive, dihizire û wekî din. Em ê niha li çîroka R. Baran vegerin. Ew pêdihese, lawekî wî çêbûye: “Loma aniha gava gotina ‘lawê te’ kete kerrika guhê min,…” (R.37) û hevok dewam dike, zemanê vegotinê û yê vedibêje li bin guhê hev ketine, ji ber meseleya qalkirî qewimiye, bes wekî ku hê jî bidome, dibêje ‘aniha’!    

Dîsa R. ji me re ji zemanê bihûrî qala hevdîtina xwe û bi hevalê xwe Mistefa re dike. Lê carinan vebêjer xwe ji bîr dike fena ku zemanê vegotinê hê neqediyaye, ango gava zemanê çîrokê û zemanê vedibêje eynî be:

“Lê bo van pirsan tu bersiveke ku karibe hema min jî qanih bike min peyda nekir. Lê îro ecêb bû!” (R.66)

Ev şaşitiya hanê ne îstîsna ye di gelek cihan de xwe dide der:

“Mistefayê ku heta îro gelek carî şahidî li vê rewşê kiribû, bêdeng ma, beriya niha her tim bi hawayekî navbênçîtî kiribû, li me temaşe dikir. (R.67)

“Wek hercar bêbavê dîsa bêdad bû. Îro nizanim çima ez ji rojê, ji canê xwe bêhtir aciz bûbûm.” (R.73)

“Îro ez jî di şiklê demê derketim hemberî wî…” (R.86)

“Aniha xweziya wêneyekî min wiha bihata girtin…” (R.89)

“Îro berbanga sibê pirîka min mir. (R.105)

  

Ji kû dizane?

Ji xeynî lihevnekirina zemên, vebêjer xwe jî bîr dike û qala hin tiştan dike ku ne mimkun e zanibe:

“ ‘Ê’ got û gotina ‘quzulqurt’a di dilê xwe de bi tundî gotibû daqurtand.”

Çawa dizane vî kesî di dilê xwe de çi gotiye?

Vebêjer kî ye, ’tu’, ‘em’, ‘ew’ kî ne?

“Temam tu guh nadî min fahm kir, qey tu nikarî! Nabe. Min destê xwe ji guhdayîna te şûştiye. Lê çima gava hêk tê devê qûna te, tu nikarî vêya jî paş guh bikî. Ka tu sersar bû mêro! Çima nikarî wek bexîlekî tev bigerî, madem nikarî nebe sersar bavê min. Ma sersarî qey ewqas hêsan e. Tu vê tahdeyê him li xwe dikî û him jî li me. Çima?” (R.28)

R. Baran esas ji xwe aciz e. Wexta dibêje “tu” ew kes jî ew bi xwe ye, ji bûyereke qewimî aciz bûye. Lê gava dibêje, “tu” vê tahdeyê “him li xwe dikî û him jî li me” mirov nizane ew kirdeya pirjiimar “em” kî ye, qesta wî çi ye, ji ber ku di vê kêlîkê de ji xeynî R. Baran kesekî din napeyive. Em bibêjin, ew giş hizir in, hema wilo diherikin, lê hizir ji zemanê vegotî ji vegotina eynî kesî çawa diherikin? Tiştê kirî û hiziriye çûne derbas bûne, hesabê xwe ji xwe wekî ku di nav vê kêlîyê de be, dipirse, lê çawa me di destpêkê de got, çîrok qewimiye.

Carinan jî wekî ku behsa kesê seyem dike behsa xwe bi xwe dike: “Ger wî bersivek bida R., an divê qîza xwewî ji tora vî kûçikî xelas bikira an jî êdî wî yê nikaribûya nigên xwe bi mala qîza xwe bixista.” (R. 56)

Mirov dikare texmînan bike

“Min hewl da ku jixwebawer bim, hemû hêza xwe di çavê xwe de kom kir û xarî çavê wî kir. Lê ez li gotinên ji çavê wî diherikî likumîm. Lê binêre hela çawa çavên xwe wek ê mêran bel dike, yekî nizanibe dê bibe qey bi rastî jî mêrê birra ye ha! Kurooo em qûna hev dizanin, erê ez dergevan im lê tu kî yî, tu çi gû yî, te heta îro çi kiriye te du kevir danine ser hev, hela lê binere dibê qey ez ê çavê xwe bidim alî, ez dikarim heta sibê wisa bisekinim û li te binerim!!! Min hew debar kir, di bin nerînên wî de û min serê xwe bera ber xwe da û derbas bûm.” (R. 33-34)

Jixwe beriya wî bi fokusa dergevan qala vê dem û bûyerê hatiye kirin, li wir jî em bibêjin piştî “ez li gotinên ji çavê wî diherikî likumîm”, hizra dergevan tê. Jixwe, beriya vê, ji fokus û hizra dergevan, me ew bûyer xwendibû, bes niha dîsa hizra dergevan dikeve nav vegotina Rizgar Baran û li kû dest pê dike û li kû diqede tam ne zelal e. Tenê bi texmînan mirov ji xwe re hin tiştan jê derdixe.

Ma dîdaktîk û hew!

R. Baran pirr bi babet û termên felsefîk dadikeve, lê carinan zorê dide romanê û term û peyvan li metnê dibarîne, carinan di nav rûpelekê de jî tibabek peyvên werre hene; terîtoriyal (R.76), katalîzor, mekanîzma, sfensekî, sirkulasyon (R.86), obje, aûra (R.87).

Jixwe li hin cihan êdî wekî ku dersa felsefe û psîkanalîzê bide, dîdaktîk in, mirov ji xwendina wan aciz dibe. Carinan hingî lê germ dibe, bi formên nas û klasîk ku li romanê nayên: “Ser meselê”, “Xala herî girîng” (R.36), “Wek mînak” (R.37) hevokên wî dest pê dikin.

   

Şaşitiya rastnivîs û gramerê

Li gel qisûr û xavitiya vegotinê di romanê de zêde zêde şaşitiyên gramer û rastnivîsê hebûn. Ger ez bibêjim, di her rûpelê de hebûn, ez dibêm wê ne mibalexe be. Ez ê li vir çend mînakan bidim da ku bi xweşikahî bê fêhkirim ka bi van şaşîtiyan îşê xwendevan çendî zehmet e. Nexasim li pey hev siwarkirina lêkera alîkar, partîsîp û lêkera esas kiriye ku hevokên romanê jihevdeketî bin û neyên fêhmkirin. Ji her yekê çend mînak li jêr in:

Lihevnekirina kirde û lêker

“Ew dengên ku ji nav lepên wan filitîbû,…” (R.57)

Hevokên neberbihev û jihevdeketî

“Tu dibê qey hemû rengên dinê nemaze jî rengê sor, ji qirika wî ya bi jilêtê zingarî hatiye qelişî herikîne.” (R.8)

“Bo dewsa şopên wî, yê ku li dû xwe li ser ciyê min nû paqijkiribû hişt, paqij bikim bi şurta destê xwe bi hêrs bi dû wî ketim û çûm hundirê apartmanê.” (R.32)

“Ka di vê kanalê de çi heye. Jinekek pêncî û du salî gava qala mêrê ku dixwest kir, têgihiştim ku ez ê ti car nikaribim kesekî bibînim, Xaloyê heftê salî nizanim bo çi jinekê ji xwe re dixwaze, lê jinekek çil û şeş salî wî qebûl kir.” (R.32-33)

“Gava ji rûyên wan ên ku gelek tişt ji wan dihat têgihiştin tu tiştek fêm nekir…” (R.55)

“Hebûnek hewl dida ku xwe ji azadiyê pêk bîne dibû amûrek da dîlbûniyê zêde bike. “(R.86)

Tewang

‘’Qat’’ di eynî rûpelê de him mê ye him nêr e: “Li qatê sêyem’’, “qata sêyem” (R.40)

“…, ew sixêfa di guhê min de beriya çend çirkan wek çend peyvên rêzkirî cî girtibû, di mejî de watedar bû.” (R.17)

“Ewran bêyî ku guh bide meha pûşberê û orta nîvroyê…” (R.21)

Ergatîv:

“…beriya rûnim min wê xist şarjê…” (R.35)

“…vî pitikî min bêhizûr dikir.” (R.46)

“…min wê qontrol kir…” (R.47)

“Ev tişt qet te bêhêvî nedikir?” (R.62-63)

* Şaşitiyên gramer û rastnivîsê di pirtûkê de çawa bin, wer hatine hiştin.

** Ji bo ferqa zeman û ez-ên vegotî û vedibêje:

http://yeniozgurpolitika.net/awirek-li-romana-ev-re-nace-bihuste/

Yazarın diğer yazıları

    None Found