Qanûna heremserayan: Destdirêjî

Destdirêjî bi talan û dagirkeriya xakê destpê kiriye. Destdirêjî ji çanda nêçîrê ya pergala mêrê desthilatdar tê, kevneşopiya wê ya hezar salan e. Di heremserayan de ji bo têrkirina xerîzeyên şah û sultanan bi hezaran jin ji bo wî amade dikirin. Jina ku rastî destdirêjiya sultan bihata bi şans bû û ji xêra xwedê para xwe girtiye û diviyabû şukur û spasiya xwedê bikira. Ya rast di vir de digotin de navê xwedê heye lê belê ew jin bi şans bûye ku rastî destdirêjiya şah û padişah hatiye. Di wan serayan de bi hezarê salan destdirêjî di bin navê xêr û bereketa xwedê de hat rewakirin. Ji bo wê jî dema împratoriyan berê xwe didane kû derê di serî de jin ji xwe re xenîmet digirtin û dixistin bin xizmeta şah. Bêguman şêwazê xesandina kurên ciwan di serayan de ji heman çand e û armanca wê ya esasî ew e ku kesên bi xwe ve girêdayî û qaşo sadiq li dora xwe kom bike. Ji bo heta dawiya emrê xwe bi sultan ve sadiq bimîne divê were bê îradekirin. Di serî de ruh, mêjî û herî dawî bedena wê yan jî wî bibe ayidî sultan. Ango tu mulk û malê min î, ez çawa bixwazim dikarim nêzî te bibim. Jixwe ew gotina di pirtûkên pîroz de ku ‘Jin zeviya we ye çawa dilê we dixwaze wisa jê sûd wergirin’ ji vê rastiyê çavkaniya xwe digre. 

Heta desthilatdarî, şer, talan û dagirkerî hebe, sultan û şah jî hene, wê seray û koşkê wan jî hebe, wê heremseraya wan jî hebe. Ji bo sultan her tişt mulkê wî ne û divê werin xenîmetgirtin. Ji bo sultan civak pariya herî baş e bêguman, ji bo wê pariyê bidest bixe divê dest bavêje kok û cewhera wê. Ji dema ku şerên talanê kirasê pîrozbûnê lixwe kir û bi darê zorê bû rastiya herî xapînok û derew, ji wê demê ve destavêtin hat pîrozkirin. Îro şerê talanê berdewam e, welat parçe dibin, sînor li gora dilê sultanan tê xêzkirin, wê demê mirov dikare bêje hêj pencên qirêj ên sultanan di qirika civakan de ye. Her roj û her kêlî ew civak di bin metirsiya destdirêjiya wî de ye, kengê xwest wê zeviya xwe cot bike! Ev pergala modernîteya hov wer kirasê moderbûnê ji daxwazên sultanê tecavuzkar kiriye ku kes pê nahese û carnan rewa jî dibîne, pê bawer dike. Bi fîlm, rêzefîlm, wêje û felsefeyê wer meylên qirêj ên sultanan rewa kirin ku carekî civakê dît di nava lepên destirêjiyê de dike bifetise û ruh bide. Çawa ku împratoriyên Îranê qanûna Sîxe (Zewaca demkurt) rewa kirin û heta îro ye ku civakê pê terbiye dike.

Ji bo jî sultan her ku diçe hartir dibin û dest davêje tevahiya civakê jî têr nabe. Ji bo wê jî wê di serî de xakê dagir bike, bikuje û bê îrade bike. Yên li paşmayî ku li ber xwe dide jî mehkumî şêwazek din a mirinê ango destdirêjiyê ye. Îro nabe mirov şaş bimîne ku sultanê Osmaniyan ewqas bi hêsanî qanûnên parastina tecavuzkaran derdixin. Ji xwe civak tevizandiye, bê refleks hiştiye. Dest avêtin warê Mem û Zînan, bajar şewitandin, wêrankirin. Ev ew sultanê tecavuzkar ê xwediyê hezar û yek heremserayan e ku maskeya wî ketiye û êdî kevneşopiya kal û pîrên xwe didomîne. Ti ferqek di navbera destirêjiyên li zîndanên Pozantiyê û zindî zindî şewitandina zarokên Kurd di jêrzemînan de tineye. Armanc kuştina jiyanê ye. 

Ti ferqek di navbera derxistina tezkereya operasyona derveyî sînor û qanûna efûkirin û rewakirina tecavuzkaran de tineye. Ya rast her du ewqas tiştên nêzî hev û wek hev in ku mirov dikare rastiya tecavuzkar a qesra Erdogan bi rastiya Heremserayên Osmaniyan re bê ku di navbera wan de bi qasî mûyekî jî şaştî hebe, dayne gel hev. Ha te ew qanûn erê kir, ha te fermana Şengalê rewa dît û pêk anî. Ha te berê xwe da Qendîl û Rojava ha te destê tecavuzkaran maç kir, ti ferqa wan nîne. Jixwe DAIŞ’ê ev yek bi pratîk kir û Erdogan jî bi salan qanûnên rewakirina hişmendiya DAIŞ’ê amade kir û dike.

Yazarın diğer yazıları