Qedexê li Erdogan dixin

Elmanya, ji bo xwe ji şovên siyasî yên Erdogan rizgar bike, qanûneke ku mîtîngan li serokên biyanî qedexe dike, derdixîne. Bi vî rengî, cara yekemîn e ku Elmanyayê pitşî Hîtler li hemberî lîderekî siyasî qanûnekê derdixîne. 

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji bo tevlî civîna bilind a G-20’an a 7-8’ê Tîrmehê bibe wê were bajarê Hambûrg ê Elmanyayê. Hat zanîn ku, ji bo Serokkomarê Tirk Erdogan bi alîgirên xwe re mîtîngê lidar bixe, bi awayekî fermî serlêdan hatiye kirin. Der barê mîtîngên Erdogan de ku wê di navbera Berlîn-Enqereyê de rê li ber krîzeke nû veke, Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê daxuyanî da.

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel, di dema serdana xwe ya li Rûsya de anî ziman, ji bo Erdogan li Elmanyayê çalakiyekê li dar bixe serlêdana fermî hatiye kirin. Gabrîel got, "Niha pêwîstî bi mîtîng û çalakiyeke bi vî rengî nîne" û anî ziman, hikumeta federal ne alîgir e ku Erdogan û alîgirên wî li hev bicivin.

Pêşî li şovkirinê tê girtin

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ragihandin ku ji bo careke din krîzeke bi heman rengî bi rejîma AKP’ê re rû nede, pêşnûme qanûnek tê amadekirin û li gorî vê pêşnûme qanûnê ji bilî welatên Yekîtiya Ewrûpayê wê destûr ji ti siyasetmedaran re neyê dayin li Elmanyayê mîtîng û çalakiyên siyasî li dar bixin.

Bi vî rengî, Elmanya bi qanûna ku weke "qanûna Erdogan" tê binavkirin re, wê pêşî li Erdogan, wezîr û siyasetmedarên wî bigire ku li Elmanyayê şova siyasî nekin.

Ez naxwazim Erdogan çalakiyan lidarbixe

Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Martîn Schûlz ku di hilbijartinên Meclîsa Federal ên meha Îlonê de namzetê herî xurt ê li hemberî Serokwezîr Angela Merkel e, xwestibû ku bi rengekî fermî mîtîngên Erdogan werin qedexekirin. Schûlz ev bang kiribû: "Ji siyasetmedarên biyanî yên ku li welatên xwe nirxên me bin pê dikin, dik û salon li Elmanyayê neyê dayin. Erdogan li Tirkiyeyê muxalîfan û rojnamevanan digire. Ez naxwazim ku Erdogan li Elmanyayê çalakiyên mezin li dar bixe.

Mesele sîstema parastina ji şewatê ya salonan an jî hejmara parkê nîne. Pirsgirêk ew e ku Erdogan dixwaze şerê xwe yê siyasî yê li Tirkiyeyê dimeşîne bîne Elmanyayê. Di vir de pirsa bingehîn ev e; Em dixwazin li vî şerê Erdogan guhdarî bikin ya na?"

Ev du salin Erdaogan nikare biaxive

Di serî de salona Arena ya Kolnê, rayedarên gelek salonan bi gotina "Cihekî me ku em bidin Erdogan nîne" daxwaza AKP’yiyan red kiribû.

Erdogan herî dawî di Gulana sala 2015’an de li Elmanyayê weke Serokkomar karîbû di çalakiyekê de baxive. Erdogan ê ku rêveberiya Elmanyayê şiband Naziyan, ji hingî ve destûr jê re nayê dayin ku li Elmanyayê mîtîngan li dar bixe.

PERWER YAŞ/ANF/NAVENDA NÛÇEYAN


Yazarın diğer yazıları

    None Found