Qedexeya saziyên çandî û wêjeyî nijadperestî ye

Rastiyeke mirovan heye, dema mirov bi hêzekê nikanibe, dixebite ku wê anora xwe ya bi destê wê hêzê şikestî, di serê kesên ji xwe jartir û bêhêztir de bîne, da ku bikane wek toleya xwe hildabe, xwe hîs bike, hetanî radeyekê qisasê wê anora şikestî hilîne. Ev li ba zarokan jî wisa ye, kêliya dê û bav biqêrin ser wan û hêrs bibin, ew jî diqêrin ser lîstokên xwe. Dewleta Elman ya hê jî wê giyana Hîtler dihundirîne, ne tenê ji bo berjewendiyen xwe yên li Tirkiyeyê, ji salên heştêyî ve hewl dide ku bi rêya dostaniya bi Tirkiyeyê re hest û anora xwe ya bi darezandina Naziyan re hatibû şikandin, bi êrişkirin û qedexekirina saziyên Kurdan bitêrîne.

Ev cara çendemîn e ku di ser saziyên Kurd yên wêjeyî û çandî de digire, alavên bi destûra yasayên wan jî hatine çapkirin, li ti derê cihanê nikane were qedexekirin, heta qedexekirina wan li dij zagonên navneteweyî ne. Ev ne tenê dijminahiya partiyeke Kurd dihundirîne ev rasterast dijminahiya ziman û çanda Kurd e, dijminahiya mirovahiyê ye.

Bi taybetî ev tişteke balkêş e ku qedexeya yekem bi fermana wezîrê karê hundir yê ji Bavyerayê pêk hat û vê carê jî dîsa wezîrekî karê hundir yê ji Bayernê ev qedexe, êriş û desteserkirina alaven çandî da, hem jî di vê kêliya dagirkerên Tirk di rewşeke herî tewanbar û bêhnçikandinê de ye, di dema grevên birçîbûnê de, ev biryar hatin girtin.

Gelo çima wezîrên karên hundir yên ji Bavyerayê vê dijminahiya çand û zimanê Kurdî dikin? Her wisa saziyên Kurdan herî zêde li vê eyaletê di tengasiyê de ne, lê saziyên Tirk yên sîxwirî û faşîst li vê eyaletê xwe rihet û di nava ewlehiyê de hîs dikin û tevdigerin. Dema mirov pirtûka Dr, phil. Stefan Meining ya bi navê “Eine Moschee in Deutschland” (Mizgeftek li Elmanyayê /Nazî, saziyên istixbaratî û pêşketina îslama politik li Rojava/ Weşanxaneya C.H.BECK) dixwîne, lê hûr dibe û bi bûyerên van sih çil salên dawiyê re dirûberîne, hê vê rastiyê baş têdigihîje. Hima di rûpoşo bergê wê de wiha dinivîse: “Mislimanên di dema şerê Cihanê yê duyem de li gel artêşê (artêşa Naziyan) û SS´an de li dij Sovyetê şer kir û li Elmanyayê man … Ew ji destpêkê ve weke beşeke biratiya Mislimanan, derketin pêş…”

Di vê berhemê de baş tê zelalkirin ku ev Mislimanên nijadtirk yên li gel naziyan bûn, bi tevahî ji komarên, Qazaxistan, Tirkmenistan, Qirim û yên din bûn, û xwe wek Tirkên Misliman didîtin. Ew eskerên hanê, piştî şer venegeriyan welatên xwe, bi giranî li Bavyerayê bi cih bûn, li wir zewicîn, ku pirraniya wan bi Elmanan re zewicîne. Beşeke Bavyerayiyan ji wan in. Wan ne tenê bingehên saziyên Îslamî danin, her wisa bingehê dostaniya Tirk û Bavyerayiyan jî danîn û di têkiliya Tirk û Elmanan û li gel wê dijminahiya Kurdan de bi roleke bingehîn rabûn. Pirraniya wan di nava partiyên cigehî de cih girtine. Lewma jî divê mirov hewl bide ku bingehê wan siyasetmedarên partiya cigehî ya dijminahiya Kurdan dike, baş lê bikole.

Ya diduyan, em dizanin ku têkiliyên serkarên Elman bi ziyareta Qeyser Wilhelm II ya di sala 1871´an li ser bingehekî gelek berfireh rûnişt. Serkariya Elman ya kolonî bidestxistinê de dereng mabû, hewl da ku li aliyekî bi reya Osmaniyan, li aliyên din bi têkiliyên şahînşahê Îranê re xwe bigîhîne dewlemendiyên Kurdistanê. Ji bo vê ne tenê projeyên wek xeta trênê ya Stenbol û Bexdayê girt, ji azmûnên komkujiyên Îttîhat Teraqqî sud wergirt: Wekî din jî ket nava hewldanan; minak: Kesên wek Oskar Mann di bin navê “lêkolînên Zanistî” de fînanse kirin û bi komeke mîsyonerên taybet re şandin Kurdistanê. Dema Oskar Mann bi boneye lêkolînan çû Rojhilatê Kurdistanê, heyeta bi wî re çûbû, ji Hewramanan 16 000 mîlîs li dij Ingilîzan organîze kirin, lê bi ser neketin.

Ya sisiyan; di nava NATO´yê de Elmanya wek berpirsiyar û alîkarê Tirkiyeyê erk wergirtibû. Ev qedexeya PKK´ê jî biryareke NATO´yê bû û Elmanyayê ew pêkanî, da ku pêşî li rêxistina serbixwe were girtin, ji kom, komik û partiyên hevkar ên di her rewşê de dikanin werin bikaranîn, vekin. Di wê  pêvajoya qedexekirina PKK´ê de jî Îstixbarata Tirkiyê pasaport dan rayedarên Başûr ku bikanin derkevin derve. Her wisa ji kom û komikên hevkar ên li Elmanyayê û Ewrûpayê re jî her derfet hate afirandin, da ku bê komên hevkar û bendekarên pergalê ti rêyên din ji Kurdan re venebe.

Ya çaran: Di van rojên dawiye de, di çapemeniyê de nûçeyên bi awayê “Elmanya alîkariyê dide komên Îslamîst ên Suriyê” ku Tirkiyeyê ew di bin navê mixalefetê de bi rêk xistine, belav bû. Her wisa têkiliya Elmanya û PDK´ê jî li ser Tirkiyeyê re pêk tên. Ew heyeta çeteyên bi Tirkiyeyê re Efrîn dagir kirine bi aliyê Barzanî ve hat pêşwazikirin jî rasterast bi hevkariya Elmanyayê re têkildar e.

Bi gotineke Kurt û Kurmancî, ev qedexeya Saziyên çandî, ne biryareke ji nişke ve ye û ne jî ya  Elmanyayê tenê ye. Divê mirov van pêşketinên dawiyê hemûyan, têkiliyên bi kom û komikên Kurd re jî di nav de wek konteksteke berfireh binirxîne, hê mirov dikane sebeba vê qedexe û serdegirtina saziyên çandî û wêjeyî têbigihîje. Xwerû jî ev Pirtûka Stefan Meining di vî warî de çavkaniyeke gelek girîng e.

Yazarın diğer yazıları