Qereqol bi Tirkan ve nehiştin

Doh piştî nîvrojê nûçe belav bûn ku li navçeya Colemêrgê Şemzînanê di encama çalakiyeke gerîlayên HPG´ê de gelek esker hatine kuştin. Li gorî agahiyên ji herêmê  li gundê Bezelê yê ser bi Şemzînanê di dema derbasbûna maşîneke leşkerî de teqînekê rû da û gelek çekdarên dewleta Tirk hatin kuştin. Walîtiya dewleta Tirk dibêje 4 esker hatine kuştin û yek birîndar e, lê belê çavkaniyên herêmî diyar dikin ku cenazeyên gelek leşkeran û hejmareke zêde ya eskerên birîndar rakirine nexweşxaneyan. HPG’ê hîna li ser mijarê daxuyanî nedaye.


Navenda JOH´ê nema

Navenda Ragihandina HPG´ê der barê çalakiyên pêr û beriya wê de daxuyaniyek da. Bi daxuyaniya HPG´ê re em fêr dibin ku li navçeya Wanê Erdîşê, li dijî qereqola jendermeyan a gundê Payê bi mîqdareke zêde ya teqemeniyan çalakiyeke sabotajê pêk aniye û qismekî mezin ê vê qereqolê bi temamî îmha kiriye: Li vê qereqolê 80 endamên tîmên taybet ên jendermeyan ên bi navê JOH diman û gelek ji wan hatine kuştin. HPG dide zanîn ku çalakî ji bo bîranîna gerîlayên li Licê û deverên din ên Amedê jiyana xwe ji dest dayî hatiye lidarxistin.  


Li her dera Colemêrgê çalakî 

HPG bi daxuyaniyê dide zanîn ku 9´ê Tîrmehê danê sibehî li navçeya Colemêrgê Şemzînanê li dijî eskerên Tirk ên diçûn derbenda Masîro çalakiyek li dar xistiye lê hîna encamên çalakiyê nehatine diyarkirin.

Heman rojê bi şev çalakiyek li dijî eskerên li çoltera gundê Avkamasî yê ser bi navçeya Colemêrgê Çelê jî hat lidarxistin, lê belê hejmara kuştî û birîndarên ji çekdarên dewletê nehatiye zelalkirin. Heman rojê li devera Oremarê jî gerîlayên HPG´ê ji sê milan ve li eskerên Tirk ên li girên ŞehîdRahîme û Şehîd Zerdeşt xist, encamên vê çalakiyê jî hîna nehatine zelalkirin.

Roja 8´ê Tîrmehê bi xwe gerîlayên HPG´ê di encama çalakiya li dijî qereqola Tepê Sor a li navçeya Colemêrgê Çelê eskerekî Tirk kuşt. Heman rojê gerîlayên HPG´ê li navbera Oremar û Şemzînanê çalakiyên berfireh li dar xistin, tevî u encamên van çalkiyan hîna nehatine zelalkirin, HPG´ê nasnameya 3 gerîlayên di çalakiyan jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir. Li gorî vê li Oremarê 8´ê Tîrmehê Çarçela Welat/Rojda Yalçın, li Êlihê ji dayikbûyî; Hogır Serêkaniyê/Veysi Akgül ê li Rihayê jidayikbûyî û Axin Fedakar Cudi/Pınar Beğenir a li Şirnexê jidayikbûyî jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de wekî din HPG´ê nasnameya 3 gerîlayên xwe yên 3´yê Tîrmehê li devera Kirêkor a ser bi Îdirê ve di şer de jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir: Canfeda Şoreş/Ahmet Tiril ê li Êlihê jidayikbûyî; Hogır Zemyan/Nedim Kalkan ê i Mûşê jidayikbûyî û Şahin Erzurum/Sait Kaya yê li Erzrûmê jidayikbûyî.

Xelkê herêmê dibêje: Ne 2, lê 40 esker hatin kuştin

Li aliyê din çavkaniyên herêmî dibêjin, di çalakiya bi wesaîteke bombebarkirî ya li dijî Qereqola Cendermeyan a gundê Cewzat a ser bi navçeya navendî a Mêrdînê Artukluyê de herî kêm 40 eskerên dewleta Tirk hatin kuştin. 
Rayedarên dewleta Tirk pêr daxuyanî dabûn û îdîa kiribûn ku 2 esker hatine kuştin 10 kes jî birîndar bûne. Agahiyên ji herêmê bi xwe didin zanîn ku qereqola ku bi temamî hatiye ruxandin û herî kêm 40 esker hatin kuştin. HPG´ê hîna di biwara çalkiyê de daxuyanî nedaye.

Propagandaya derew

HPG´ê di daxuyaniya xwe ya doh de îşaret bi derewên rejîma AKP´ê kir û got, “di şerê xwe yê qirêj de propagandaya xwe ya şerê taybet a xwe dispêre derewan zêde dike”. HPG´ê got, ji agahiyên tên belavkirinên di biwara tevgera rizgariya Kurdistanê de ji sedî 95 derew in û li ser mijara, fermandar Bahoz Erdal jî ev agahî dan, “Herî dawî li ser hevalê me Bahoz Erdal derewek kiriye, û ji bilî vê % 95´ê gotinên wan ên di biwara şer de derew in; ji bo şerê psîkolojîk in. Divê gelê me qîmet nede van propagandayên derew.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found