Qeydên hesinî yên dibistanê

Di nava lepên civakeke koleyê cinawirê xwe de mirov zarok be, mirov dibe misogeriya dewama koledariya cinawir û koletiya civakê. Civakê bi xwe çerxên pêşî ên perwerde û fêrbûnê bi pêş xistin û bi rêkûpêk kirin. Bi awayên cihê yên malbatan, bi rengên cihê yên çîrokgotin, lîstik, mamik, gotinên pêşiyan, rêûresmên cihê, rîtuel, cejn û gelekên din. Paşê têkiliya hoste û şagirt, seyda û fiqeh li vê zêde dibin. Nexasim jî formên bêhtir kompleks û tevlîhev ên mîna manastir û zanîngehên destpêkê ku ji bilî dersên dînî, dersên cihê yên matematîk, astrolojî, tib, teqwîmdanîn, endezyarî, fizîk, kîmya û gelekên din li van dezgehên ku bi pirranî bi dewletdariyê mumkin bûn. 

Bi rengguhertin û rîşberdana dewletê ya nava civakê heta bi nava malbatê û bi modernîteya kapîtalîst re jî, pêdiviya heta bi kontrolkirina ferd li ser desthilatdarên dewletê, ango koledarên civakê xwe da der. Dawiya sedsala 16’an Mîrtiya Pfalz-Zweibrücken û piştî wê jî ya Strasbourgê ferza dibistanê ji bo tevahiya zarokan anîn. Ji bo tevahiya zarokan çûna dibistanê, xwedî wê maneyê ye ku fêrkirina tevahiya zarokan bi heman doktrînan, bi heman zanînên ku wê bike ku ew çêtir bi kêra koledarên xwe bên, bê misogerkirin. Helbet, wê yê nikariya ruh û mêjiyên mirovan bi temamî bizmik bikira û bikira ku her yek ji wan nikaribe ji kaniyên rastî û xurtiyên zanînê bimije. Jixwe, divê wê destpêkê bi çerxên perwerdeyê yên civakî yên ku li xêr û qenciya civakê bi giştî bûn, reqabeteke bida destpêkirin û ev reqabet îro jî dewam bike, jî êdî hêdî hêdî em dikarin bibêjin ew xurttir e. Li aliyekî xêr û qenciya civakî li ser bernameyên dibistanan kêm dibe, li aliyê din çerxên perwerdeyê li dijî meydana û fermî dewletî her diçe kêm û lawaz dibin.

Ji bilî ferza dewletê, şert û mercên jiyanê yên ku modernîteya kapîtalîst afirandin, kir ku dê û bav bi serê xwe bimînin, komun û civatên tax, kolan û gundan ji hev bikevin. Jihevdeketina civakî meydan bi tenê ji dewletê, çerxên wê yên fermî û civakeke din a fermî bi kirasê civaka sivîl re bimîne. Taxên ne rêxistinkirî, miqatebûna li zarokan ne mumkin dike; piçûkbûn û lawazbûna têkiliyên malbata mezin alternatîfan kêm dike. Ji bo ku mirov karibin ji bo şirketên mezin û piçûk, ji bo dewma sîstemeke aborî û malî ya ecêb bi buhayekî guncaw ango erzan kar bikin, şert e ku zarokên wan li deverên mirov karibin li wan miqate bibin, bimînin. Heta îro wisa bûye li welatên Ewrûpayê ku zarok ji 7-8 mehî û pê vê li dergûşxaneyan û paşê jî li baxçeyên zarokan bimînin. Jixwe paşê jî dibistan destpê dike ku heta sala 9’an yan jî 10’an ferz e.

Ango ji malbata teng, ya fireh û civakê bêhtir, dewlet bi wê erkê radibe ku zarokan îndoktrîne bike. Ferza dibistanê li her welatî nîne, li hin welatan ferza fêrkirina zarokan heye. Bi her halî ji bo insanîkirina çerxên perwerdeyê yên fermî û ji bo zêdekirina alternatîfan û çerxên sivîl û civakî yên paralel, pêdivî bi înîsiyatîfan heye. Înîsiyatîfên ku kal û pîran bên, yên ku ji dêûbavan bên, ên ku ji xwîşk û birayan bên, ên ku ji cîran û nasan bên, ên ku ji pispor û dildaran bên, ên ku ji weqf û komeleyan bên. 

Mesela 6 dê û bavên xwedî zarokên piçûk dikarin hefteyê rojekê li zarokên hev xwedî derkevin, û xwe û zarokên xwe heta radeyekê serbest bikin, erê azad bikin. Li ber destê me ewqas firsend û derfet hene ku em karibin perwerdeyeke baştir misoger bikin ji bo xwe zarokên xwe, lê dîsa jî me xwe li nekarînê siwarkiriye; em nikarin xwe li qetandina zincîrên xwe biqewimînin, ji ber ku beriya her tiştî bi ferzên tirsê û nehiştina hêviyê çerxên sîstema perwerdeyê yên fermî rabûne. Beriya ku bi ser kevin, divê em derfetên heyî yên avakirina meydanên azad bi ser bixin, di meydana perwerdeya civakî ya demokratîk û insanî de jî. Li pirraniya welatan ferza dibistanê ji temenê kalikên zarokên dibistan li ser wan ferz kintir e; ji ber wê jî tişteke ku dikare bê guhertin.

Yazarın diğer yazıları