Qîrînê deng veda

Dema we xweş be xwînerên hêja di dema weşana nû ya PolîtîkAzad de ango ji niha û pê de em ê bi hevre bin. Di vê rêwîtiyê de ez ê hewil bidim mijarên siyasî, civakî, çandî û nexasim jî bûyerên der barê jinan de û têkoşîna wan a li dijî her cûreyên şîdetê binirxînim û bi we re parve bikim. Carnan jî ez ê awirên we bizivirînim ser Şengala birîndar û ji we re qala serpêhatî û êşên wan bikim. Bêguman ne tenê êş û kulên wan ez ê hewil bidim xweşî û şahiyên wan jî binivisînim. Ya herî girîng jî piştî êşên mezin û 73 fermanan guhartin û veguhartinên heyî bi we re parve bikim. Ew çima hatin qetilkirin malên wan hatin talankirin û zarokên wan sêwî hatin hîştin. Her yek ji wan xalan wê bibin mijarên me. Her destpêk dibe ku bi xwe re tiştên baş neyne, lê ya girîng ew e ku mirov rêyên zehmet hemûyan vegerîne hêviyên nû. Dibe ku hûn mereq bikin çima te sernivîsa xwe ´Qîrînê deng veda´danî. Elbet ev pirseke rast û di cî de ye. Beriya pênc salan min di rojnameya Azadiya Welat de ku li Bakurê Kurdistanê bi Kurdî weşan dikir û paşê ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin, dest bi nivîse kir. Min nivîsa xwe ya destpêkê bi ser navê ´Qîrîneke ji kûr´ nivîsî. Ji ber ku wê demê fermaneke mezin bi serê civaka me ya Êzîdî de hatibû. Ji wan gelî û newalên çiyayê Şengalê tenê dengê qîrîneke kûr û nalîn ji dilên kûr dihat. Di sedsala 21´an de mirovahiyê ji ber wan kêliyên xwe şerm kir. Li pêşberî wan kiryarên li ser bedena jinê hatin kirin gotinê wateya xwe winda kir. Lê naxwezim dîsa we bibim wan rojên bi êş û birînê careke din derbikim. Ji bo min ya herî girîng û cihê kefxweşiyê ew e ku piştî pênc salan, êdî ez bi dilrehetî dikarim qala serkeftin û pêşveçûnên mezin yên der heqê civakê de bikim. Gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye dibêje,´Yên ku şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin tên heskirin´bi rastî ev gotin herî zêde îro li civaka Êzîdî bi taybetî jî li jinên Êzîdî tê. Ew hikumet û hêzên ku di dema Fermanê de civak bi cîh hiştin û bûn sebeb ku bi deh hezaran Jinên Êzîdî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve êsîr bên girtin û wek kole li bazaran bên firotin, bi siyaseta xwe nahêlin ku reng û vîna Jina Êzîdî derkevê pêş. Piştî fermana dawî ya bi destê DAIŞ´ê, ji bo jin ji nû ve bi ser xwe ve bê, êş û travmayên xwe ên şer derbas bike û dîsa bikaribe bi awayekî rast û durist bikeve nava civakê pêwistî bi rêxistineke Jinan dît. Her wiha ji bo bikaribin dengê xwe bigihînin cîhanê û siyaset û dîplomasiyeke baş bimeşîne tevgera azadiya jinên Êzîdî TAJÊ ava kirin. Hedef û armanca wan ew bû ku bi rêkxistinê li şûna bêhêvîtiyê tovê hêviyê bireşînin û xwe ji nû de ji xweliya xwe biafirînin.

Ji bo rizgarkirina tevahî jin û zarokên dîlgirtî, dîsa ji bo paşeroja wan a azad li ser axa pîroz mîsoger bibe Navendên tedawîkirina trawmayê hatin avakirin û xurttir kirin. Pêşxistina derfetên jinên Êzidî di mijarên çandî û aborî de; bi rêya avakirina derfetên kar û pêşxistina projeyên ku li gorî xwezaya jinê ne dan destpêkirin. Ji bo zarokan û bi taybetî jî yên bê dê û bav sazî ava kirin. Bêgûman ev sazûmanî bi hesanî çênebûn; ger ku neviyên siwarê hespê boz, xwe nedana diyarê neqeba geliyê Kersê belkî jî kesî îro qala hebûna vê civakê jî nekira. Ji bo rizgarkirina Şengalê ji her çar parçêyê Kurdistanê têkoşerên mîna Armanç Merdîn, Gulçîn Rojhilat û Evîn Dêrîk bi rihê fedaîtî li çand û koka xwe ya kevnar xwedî derketin. Di ber parastina Êzdîxan de Bêrîvan, Berxwedan,Lava,Nazê, Mam Zekî û bi hezaran canên delal kirin qurban. Ji lewra îro li ser axa pîroz ala Êzîdîxanê li ba dibe.

Yazarın diğer yazıları