Qirkirinê dest pê kir

Balefirên şer ên dewleta Tirk a qirker, doh berêvarê dest bi bombekirina Serê Kaniyê kir. Bi vê yekê jî êrişên qirkirinê li dijî Rojava dest pê kir. Heta nûçeya me dihat amadekirin, balefiran 3 caran êrişî Serê Kaniyê kir.

Ji hin gundên Girê Spî, xelkê dest pê kir û koçî Kobanê kir. hin ji van ji gundê Yabisah in. Koçberên ji Yabisahê dibêjin, artêşa Tirk berê topên xwe daye gundên wan û ji ber wê jî ji tirsa qirkirinê wan berê xwe daye Kobanê.

Yazarın diğer yazıları

    None Found