Rabûna qiyametê û Jazz

Dîtin û nedîtin. Çûn û neçûn. Kirrîn û nekirrîn; Efrîn. Ez ê li van kelevajiyan dewam bikim, niyeta min e nesekinim heta ku xelkê serwext bikim li merama xwe. Jazz! “Çawa dibe ku xelk hez ji Jazzê bike, piştî ku bi muzîka klasîk bi Vivaldi, bi Bach, bi Beethoven û bi Çaykovskî li pêşiya muzîkê ti rêya ber bi pêş ve bikudîne, nema?” Ha vê çawa yê di pirsa hizra li ser estetîkê tesîreke mezin li fikra Adorno kir. Adorno yê ku di mûzîkjenî û komposîtoriyê de neserketî bû, wê bibûya rexnegirê muzîkê jî. Adorno yê ku piştî Nazi hatin ser hukm û dersdayîna fîlozofiyê li Frankfurtê lê hat qedexekirin, fermî bibûya xebatkarê Instîtuya Lêkolînên Civakî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Piştî hingê li Jazzê hat xezebê. Xezeba wî li “rabûna qiyametê” bû, li wî û hizra wî bi xwe bû; çawa dibû dinya evqasî bi carekê ber bi xirabiyê ve biguhere? Ji ber heman sedema ku xelk hez ji Jazzê bike; li gorî wî. Çi ne ev kelevajî?

Dîtin û nedîtin. Çûn û neçûn. Kirrîn û nekirrîn; piştî dagirkirina Efrînê maneyên nû li xwe fesilandin, piştî rabûna qiyametê kiras guhertin ji bo min. Ez hez ji Jazzê dikim, şika min ji mutleqbûna estetîka wê nîne û ez wê û muzîka klasîk jî li ber hev nagirim. Çawa ku ez leza kusî û kîvroşkê jî nadim ber hev. Lê piştî rabûna qiyametê, êdî çûn û neçûn ne bêguneh in, kirrîn û nekirrîn jî! Ew helwêst in.

Îna bihurî nivîskarekî me, şîreta dîtina civaka xwe, gund û bajarên xwe li xwîneran dikir, da ku girêdanek di navbera “zarokên me” û welatê me de çêbe! Lê ma piştî qiyametê, çi zarokên me hene, çi welatê me heye, heger ti helwêsta me nebe. Boykot, banga KCK´ê bû hingê; û her civak nikare helwêstên bi vî rengî nîşan bide. Ne ji karê her miletî ye evqasî karibe bi nefsa xwe û bi “pêdivî” û lazimiyên xwe. Helbet lazimên me hene, dê, bav, xwişk û bira, ap û met, xal û xaltî, gund û bajar. Ew lazimên me heger nikarin ji hal û helwêstê fêm bikin, hingê ji mêj em dereng mane “zarokên me” bikin ên xwe û welatê xwe bikin ê xwe. Heta ku helwêstên me yên miletî bi qasî yên me yên ji bo “lêzimên me” li ser me ne tesîrker bin, helwêstên zarokên me jî wê şikl û dirûvekî bi “çûn û hatinê” nû bûyî negirin, yê ku “em” li bendê ne. Ev “em”a me jî ji xwe qels û zelûl bû, piştî qiyametê yekcar zelûl e, nayê dîtin… De vê carê, neyê dîtin wê çawa bê gotin. Herê hê KCK´ê boykota xwe betal nekiriye, lê “me” ew ji destpêkê ve pûç kiriye. Va ye dîsa havîn li ber deriye. Dema em behsa çûnê, kirrînê dikin, em çawa behsa boykotê bikin ji cîranên xwe yên Ewrûpî re. Çawa em bibêjin neçin Tirkiyeyê, gava em biçin! Em çawa bibêjin malên Tirkiyeyê boykot bikin, gava em çawa Tirk di qedehên malê Tirk de ku me ji çaydanê malê Tirk de îkramî wan cîranê xwe kir! KCK´ê di vê meseleyê de bi “lazimên me” û bi nîv-sermayeka” me nekarî. Kevirê xwe ji destpêkê ve danî. Careke din his û kerrên jê çênebû. Boykot betal nekir, lê banga boykotê jî nekir.

Ya rastî helwêsta min a boykotê şexsî ye êdî. Weke “xeyidîna” Adorno ji Jazzê. Helbet estetîka Jazzê ji xwe kêm nekir, lê helwsta Adorno di peywenda xwe de maqûl bû. Ez jî xwe li maqûliyeke wisa kelevajî diqewimînin. Piştî ku qiyamet rabû li beheştê, bila beheşt beheşt be, lê qiyamet jî her lê rabûye. Heta ku birrîn nekewe, ew beheşt ne beheşt e. Ez ê bi nefsa xwe jî karibim, ez ê bi lazimên xwe jî karibim: Piştî Sûr, Cizîr û Şirnexê, piştî Şingal, Kerkûk û Efrînê çawa mirov hîna malên Tirkiyeyê bikire, feydeyeke aborî bide Tirkiyeyê!   

Yazarın diğer yazıları