Ragihandina îro û qedexe

Çira TV televizyoneke Kurdî ye, pirraniya xebatên wê li ser Ola Êzdatiyê ne, di cejna Çarşemba Sor de ku wek cejina afirandina dinyayê ye, Çira TV´yê 2012´an dest bi weşanê kir.

Lê li herêma Başûrê Kurdistanê, li Geliyê Laleşa Nûranî, li warê qedîm yê pîroz ji bo şopandina rê û resmên olî û Cejna Cemayê, Çira Kurdên Êzîdî di parezgeha wan a olî de hat qedexekirin. Ev ji bo me Kurdan cihê şermê ye û ji bo ola Êzîdiyan neheqiya tewrî mezin e. Di serî de pêwîst e hemî oldarên Êzîdî, Meclisa Rûhanî, Bavê Şêx, Mîrê Êzîdiyan, Bavê Çawîş vê biryarê şermezar bikin.

Li aliyê din Asayîşa Silêmaniyê, tîma Ronahi TV ji bo pêşandana kar û xebatên bernameya xwe li wir li herêma Kurdistanê asteng kir.

Li hember van rûdan û qedexeyan hemî saziyên li herçar perçeyê Kurdistanê pêwîst e xwe bêdeng nekin. Ma çawa ragihandinên Kurdî li derverên Kurdî werin qedexekirin bêyî ku sûc kiribin!

Ragihandin platformeke vekirî ye ji bo deng gel êş û nihêrînên wan. Li ser vî esasî Çira TV û Ronahî TV karê xwe didomînin. Ew di civakan de xwedî roleke stratejîk in. Çira TV û Ronahî TV ne amûrek in ji bo hin provokasyanan yan jî ji bo dijberiya hin aliyên siyasî ye. Naxêr! Lê ew xwedî bejneke hişyarî, perwerdehî û ronahîkirinê ne.

Dema televizyoneke Kurdî a elaqedarî ola Êzîdiyan be û li Laleşa Nûranî were qedexekirin, ji aliyê rêveberiyên Kurdî ve bêguman ev ne tenê wê bibe cihê şermê, her wiha pêwîst e hemî sazî û dezgehên rewşenbîrî li dijî vê biriyarê bin û bêdeng nemînin.

Ez jî wek xebatkarekî ÇiraTV´yê nerazîbûna xwe nîşan didim da ku kesên ev biryar dayî, ji biryara xwe vegerin û lêborîna xwe ji hevalên me bixwazin. Çira TV çandeke zelal û eşkere ye. Bûyeran diweşîne û bi erênî, bandorên nemaze li aştiya civakî erênî bandorê dikin, belav dike.

Lê mixabin e ku rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê Çira TV asteng kiriye û nahêle rê û rêsmên olî yên Êzî bişopîne. Ev xizmeta berjewendiyên Kurdan nake û ji bo ragihandina azad cihê daxê ye.

Dîroka Rojnemeya Kurdistanê zêdetirî sed û bîst salan e. Çapameniya Kurd jî bi vê hewla Miqdad Midhet Badirxan ve bi hejmara yekê rojnameya Kurdistanê li Qahîreyê 22´ê Nîsana 1898´an gava yekê avêt. Heta niha gelek tiuşt bi serê wê ve hatin. Ji ber dorpêç û hovîtiya rejîmên hukumdar li herêmê, nexasim jî dewletên Tirk, Ereb, Faris û deverên Kurd lê çapemeniya Kurd bi zext, zilm û qedexeyan re rûbirû ye. Niha telfizyonên kurdî  li hermên kurdî kar xwe dikin û tên qedexekirin tevlî ku xebatkarên Çira û Ronahî li gorî rêgez û zagonên heremêne ne lê dîsa jî rastî vê neheqî û biryarê bê serûber tên.

Yek ji aliyên girîng ên Çira TV´yê ew e ku têkiliya wê bi civakê re vekirî ye û ew li ser bingeha danûstendin û hevgirtineke çêker hatiye ava kirin. Bi van Çira TV berevajî medya pasîf, bi pêş dikeve û civak sûdê jê werdigire.

Li herêma Başûrê Kurdistanê Pîşesaziya medyayê dixwaze pejirandina hejmarek naverok, peyamên dijber û provokasyonan hilberîne. Sedema vê jî ew e ku ew bi hemî rengên xwe mîna Televizyonên Ereb û Tirkan in. Lê wilo bi ser nakevin û niha jî  televizyonê xwîşkên xwe wek Çira – Ronahî TV qedexe dikin.

Ji bo ku beşên civakê ji hemû çîn û berjewendiyan têkildar bike, divê di navbera hemî ragihandinên Kurdî de têkiliyeke hevbeş hebe da ku yekîtiya neteweyî ava bibe. Pêşnûmayek ji bo hemî rewşenbîran û rojnameyan tê xwestin û li vir rola medyayê heye; bi cewherê her medya û pêdiviyên wê re, û li gorî wan, û koma temaşevanan a armanc, ji bo temaşekirina vê naverok û projeya medyayê, bête pêşbînîkirin,

Medya sazî ne lê li Başûrê Kurdistanê ji sazûmana civakê dûr ketiye. Pirrengiya medyayê û cûrbecûr ragihandina naveroka wan, ji delîlên cihêrengiya guhdaran in. Her koma civakê xwedan kanal, rojname, kovar û weşanên xwe ye, û encama vê pêvajoya ragihandinê di navbera afirîner û wergiran de bipêşveçûnek, hestek yan jî tevgerek e.  Medya ramanek, hilberek, yan baweriyekê bi pêş ve dibe; dema ev di nav me Kurdan bi ser ket, wê gel hêdî hêdî dest bi pêkanîna vê projeyê bike.

Bi hêviya ku ti carî ragihandin neyên qedexekirin. Çira û Ronahî TV çavên gel in, li wan xwedî derkevin.

Yazarın diğer yazıları