Raza Çiyê 

Li çiyayên Toros û Zagrosan zarokên agir û rojê mîna li hin deverên din ên cîhanê bi çiyê re nakevin rik û qayişê, bileks ji wan hez dikin, bi hesreta wan in û heta parçeyek ji wan in. Li gorî hev fesilîne û bi hev hene.

Çiya zexm û qehîm in. Lê çiyayên herî asê û bilind di nava dilê zarokên agir û rojê de ne. Ji lewra ruhê azadî û serxwebûnê di dilê wan de her şax ber dide. Mîna dara berûyê ye, heta koka wê hebe ew naqele û her heye.

Rêşad SORGUL

Serê çiyan bi dûman e, berxê min

Birîn kûr in, bê derman e, bavê min,

Gelo çima ew hawa ne, megrî, megrî,

De menale megrî, megrî,

Ev çi hal e, megrî megrî,

Dema mirov li ser çiyan bifikire, bivênevê kela dilê mirov radibe, li derûnî û hinavan bayekî xemê yê neyê pênasekirin xwe ba dide û li stûna hestan dialîne. Yên li ser vê erdê, zarokên roj û agir in. Zarokên çiyê ne. Jiyana wan jî li gorî wê ye. Kinc û kirasên wan, mûzîq û awazên wan, deng û qîrîna wan, xwarin û vexwarina wan giş li gorî vê suriştê ye. Reng û lewnên wan li gorî vê diedilin. Xewn û xeyalên wan, çîrok û çîvanokên wan bi vê têne hûnandin. Mîna şembelîkên bi tîrêjên tavika buharê re hêdî dihelin, welê dinisilin hinav û cergan. Ma ne, Seîdê Kurdî jî di venêrtina bijîşkî de xwestibû ew li gorî erdnîgariya Kurdistanê û çanda wê were pênasekirin. Belkî ji wê bû, dema derdiket ser darê û mitale dikir, ji wê xisleta wî bû ku ew jî dereng pê hesiyabû.

Serê çiyan dûmanê digirin. Mij û moran dike ku em bi pey raza wan bikevin. Nepenî û nehenî sernuxûmî ne. Dilê me her dixwaze xwe dirêj bike û keşif bike. Lema raz tilsima jînê ye. Roj û agir di newalên kûr de vê sêhra tilismkirî har dikin. Ew li dora wê dizîvirin. Zemên weke hevîrekî qayişokî distirên. Ne salwext misêwa wilo ye.

Çiya û koh çawa ku xormal in, di heman demê de ateşgede ne. Hemin ew in, me dikişînin nava xwe û kengî em dikevin navê, diyar nîne kî ji kê ye. Nazir û menzûr, heq û heqîqet, abid û mabûd, dil û dilber dibin yek. Û carna mîna Baba Tahir gotî, nikare herduyan ji hev derxe. Belkî ji hev derdixe, lê dîsa fena Omer Xeyamî gotî, ditirse perde rabe, ne ew bimîne û ne jî yar.

Kurd ji çiyê hez dikin

Pîrên li dora agir lêvên wan dilebitîn û li ser paşerojê diponijîn, himhim bi wan diket bi avzûn û hestên parzûnkirî cîhana hizirînê ya qewmê çiyê avdan. Ji wê ye, bandoreke wan a xurt li ser dîn û olên cîhanê hemûyan heye.

Çiya bang li me dikin. Dengê wan di hinavên me de olan dide. Dema bang dike û piçekî sura dengê wî digihîje me, ruh û rewanê me yê razayî hişyar dibe, xwe lê digire û diçe. Bang li me dike û di rojinga dilê me re xwe bera binê bîra me dide. Zarokên agir û rojê li ku dibin bila bibin hişyar dike.

Li çiyayên Toros (Tor) û Zagrosan (Zêya Mezin) zarokên agir û rojê mîna li hin deverên din ên cîhanê bi çiyê re nakevin rik û qayişê, bileks ji wan hez dikin, bi hesreta wan in û heta parçeyek ji wan in. Li gorî hev fesilîne û bi hev hene. Belkî ji vê be, ne ji dijminan be, Kurdan gotibe “Ji bilî çiyan dostê Kurdan tinene.” Ji ber ku çiyayî ne ango ji çiyê ne.

Em di strana xwe ya li jor de jî dibînin, dengbêj, gilî û gazinên xwe ji çiyê re dibêje. Lê wexta qal dike ku “serê çiyê bi dûman e” û dema dibêje, “megrî megrî” fena ku bibêje, xema nexwe çiya bi hemdê xwe ne, weke her car qerase ne, asê ne, rê nadin û fikaran neke. Lê nizanim çima wexta dibêje, megrî berxê min, li pey wê megrî bavê min lê nayê û belkî jî diviyabû megrî dayê bûya.

Çiya bi hemdê xwe ne

Çiya zexm û qehîm in. Lê çiyayên herî asê û bilind di nava dilê zarokên agir û rojê de ne. Ji lewra ruhê azadî û serxwebûnê di dilê wan de her şax ber dide. Mîna dara berûyê ye, heta koka wê hebe ew naqele û her heye.

Hesen Seba serketî bû û ev ne ji kelha wî ya qehîm bû, ji mejiyê wî yê bi azadiya çiyê avdayî bû û bi dilê wî yê asê bû, kes nikarîbû pê de biçûya. Ez ê nebêjim li ser sir û raza jînê bi temamî serwext bû, lê ez dikarim bibêjim ew şopgerên baş ê razê bûn. Zarokên rastî yê çiyê bûn. Li qanûnên rohnî û agir serwext bûn. Bi qasî bazekî têkoşer û bi qasî pinpinîkekê jî evîndarê jînê bûn. Ew şagirtên peristgeha çiyê, ilimdarê agir û rojê bûn. Û ew li keviyên van çiyayan bi firrê dikevin. Ji serê zinarên bilind, ji kendalan xwe bera xwar didin. Li hêliya dil yek û didu dibin yek, bi dahola dil re aqil tê cengê û ber dide hefsarê nefsê.

Çiya bang li me dikin. Weke Melayê Batê gotî, “qiblegeha aşiqanî” û fena heciyan karwan li ser rêkê ne. Ebceda eşqê li wir e. Eger me pirtûkeke eşqê bivê tije hub û evîn, biqulibînî newal bi newal, dol bi dol rûpelên wê; vexwe ji Kaniya Qestelê ava gulan, bireşîne misk û emberê, hingê tu wê perwaz bidî û bi firrê bikevî.

Yazarın diğer yazıları

    None Found