Rê nedin dagirkeran

ARŞÎN NECAR / CAFER CAFO / ANHA / ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê li dijî planên hêzên navdewletî peyivîn. Dewleta Tirk a dagirker careke din gefan li herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê dan û ji rejîma Sûriyê xwest ku helwêstê nîşanî binpêkirin û gefên Tirkiyê bide.

Jina bi navê Şadiya Necar, gefên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên ewle şermezar kir û got, “Şehba stargeha malbatên Efrînê ye, yên ku ji ber êriş û komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê neçar bûne lê bi cih bibin. Rejîma Sûriyê li ku derê ye? Çima çavên xwe ji parçebûn û dagirkirina Sûriyê re miç kirine?”

Helwêsteke cidî nîşan bidin

Şêniyê bi navê Zekeriya Mustefa jî diyar kir ku gelê berxwedêr li Şehbayê, dagirkirina Tirkiyê û gefên wê yên li ser herêmên Şehbayê yên ewle qebûl nake û got, “Em bêdengiya rejîma Sûriyê û raya giştî ya cihanê rûreş dikin û bang li wan dikin ku helwêsteke cidî nîşan bidin.”

Em neçar man derkevin

Mihemed Şêxo jî got, “Dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê em neçar kirin ku ji malên xwe derkevin. Gefên Tirkiyeyê û lihevkirinên ku li ser hesabê xaka Sûriyê têne kirin, nayên qebûlkirin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found