Refên QSD’ê geş dibin

28 şervanên ji pêkhateya ereb ku perwerdeya xwe bi dawî kirin tevlî nava refên QSD`ê bûn.

Akademiya Şehîd Xebat a bajaroka Til Koçer dewreya Şehîd Şoreş ku bi tevlîbûna 28 şervanên ji pêkhateya ereb ên gelek deverên Sûriyê dabû destpêkirin, bi dawî kir. Di perwerdeya ku 2 mehan dewam kir de şervanan dersên leşkerî û bîrdozî dîtin û dewre bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîma ku fermandarên QSDʹê û Erka Xweparastinê lê beşdar bûn, bi rêzgtinê dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya QSDʹê Mustefa Cizîrî axivî û serekftina dewereyê li hemû şeranan pîroz kir û got ku hêzên wan li dijî êrîşên çeteyan parstina hemû pêkhateyan dikin.

Piştî axaftinan şervanan soza leşkerî dan û bi moraleke geş û bilind  merasîma xwe bi govend gerandina şervanan bi dawî kirin.

 GIRKE LEGÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found