Rejîma Esed û pîlanên qirêj!

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ragihand ku balafira rejîma Sûriyeyê ya li başûrê Tebqayê ketibû, ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatiye xistin. Li gorî daxuyaniya hêzên koalîsyonê, bi dema Sûriyeyê saet di 18:43’an de, balafireke tîpa SU-22 a Sûriyeyê ku li başûrê Tebqayê êrîşî çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikir, ji aliyê balafira bi tîpa F18 a hêzên koalîsyonê ve hatiye xistin. Di daxuyaniya koalîsyonê de hat ragihandin ku balafirên Sûriyeyê danê nîvro êrîşî çeperên QSD’ê yên li başûrê Tebqayê kirine û li ser vê yekê wan bi Rûsyayê re têkilî danîye û Sûriye hişyar kiriye.

Rejîma Esed û hevalbendên xwe hewl didin rê li ber pêngava azadkirina Reqayê bigrin. Artêşa rejîmê bi alîkariya Rûsyayê berê xwe daye derdora Reqayê û dixwaze sûdê ji şikestina DAIŞ´ê ya li ser destê QSD´ê bigire, û bajarok û gundan bigire bin destê xwe. Rejîma Esed li dijî QSD û Federaliya Rojava xwedî helwesteke dijminane ye. Ew hîna mîna berê bi “Sûriyeyeke navendî” difikire. Naxwaze Kurdan wek netewe û forma federaliyê di destûra bingehîn a welêt de nas bike. Rejîma Esed dixwaze demê bi paş ve vegerîne. Hîna di xewna “kontrolkirina hemû aliyên Sûriyeye” de ye!

Piştî têkçûna çeteyên mixalefeta girêdayî AKP´ê li Helebê, rejîma Esed cesaret girt. Ew niha li heremên navenda Sûriyeyê, yên mîna Hums, Dera û Şamê, lihevkirinan bi hêzên çete re saz dike. Bi navbênkariya Rûsya û Îranê, ew wan komên çete ji hev belav dike û bi riya efûyeke giştî ji bo şervanên van koman, hewl dide “nuqteyên germ” vemirîne û bereyên şer kêm bike. Ji ber hindê, rejîm hewl dide berê xwe bide heremên rojhilat û bakurê Sûriyeyê û rê li ber QSD´ê bigire. 

Ji bo Îran û Rûsya jî girîng e ku hevalbendê wan Esed dîsa li Sûriyeyê bibe xwedî hêz û kontrol. Îran dixwaze hêzên rejîmê hemû heremên li ser sînorên Iraqê kontrol bikin. Ji aliyê Iraqê ve niha hêza Heşdî Şebî hewl dide hemû aliyên sînor kontrol bike. Tehran dixwaze ku artêşa Esed aliyên Sûriyeye yên sînor ji destê DAIŞê derxe. Bi vê yekê re, dê xeta Tehran-Şam- Beyrûtê vekirî bimîne. Îran wê karibe destê alîkariyê ji bo hevalbendên xwe li Şamê û Beyrûtê dirêj bike. Ev yek li xweşiya DYE û rêveberiya Trump naçe. Hêzên YPG, YPJ û vê dawiyê QSD, ji sala 2011´an ve xwedî li tevahiya gelên Sûriyeyê derketine. Di dema ku çeteyan eskerên rejîma Esed digirtin, dikuştin û ew davêtin gorên komî, van hêzên Kurdan bi awayekî aştiyane û mirovayetî eskerên rejîmê yên bi darê zorê ji bo eskeriyê hatibûn sewqkirin, serbest berdidan. Di dema ku çeteyên mixalefetê yên girêdayî AKP´ê ambargo danîbû ser bajarokên Nubil û El Zehra, yên ku welatiyên Şîî lê dijîn, Kurdan erzaq û derfetên jiyanê ji bo van bajaran dewr dikirin. Bi xêra Rojava bi hezaran ji kesên bê sûc, yên mîna “alîgerên Esed” dihatin nasîn, ji mirinê hatin xelaskirin. Lê li şûna ku rejîma Esed vê yekê wek qencî û welatarêzî bibîne, em dibînin ku ew niha nankoriyê dike û xwe ji bo êrîşan amede dike!

Di qonaxa bêt de rejîma Esed wê zêdetir bi ser QSD´ê ve were. Esed ji hêza QSD´ê ditirse. Ji rewamendiya vê hêzê ditrse. Ji têkilyên wê yên bi cîhanê û tevlîbûna bi hezaran ciwanên Ereb a nava refên wê ditirse. QSD hêzeke sûriyeyî, welatparêz û xwedî pirensîp e. Ew dagirkeriya AKP´ê red dike. Ew hemû pêkhateyan diparêze û li dijî gelê xwe komkujiyan pêk naîne, mîna ku rejîma Esed dike. Li dijî vê destdirêjiya rejîma Esed, divê tedbîrên baş bêtin girtin. Ne dûr e ku Esed têkiliyan bi Erdogan û AKP´ê re çêke, da ku QSD´ê bê bandor bike û Rojava jî têk bibe. 

Federaliya Rojava û hêza wê ya parastinê QSD, her ku diçe xurt û bi gewde dibin. Ji bo hevdîtinên çareseriyê li gel rejîma Esad, Rojava amede ye. Eger Esad cidî be û bixwaze forma federaliya Rojava û QSD´ê wek hêzeke niştimanî ya tevahiya Sûriyeyê nas bike, Rojava wê alîkar be. Lê eger Esed tercîha şer bike, QSD û Rojava wê bi hemû imkanên xwe gel û destketiyan biparêzin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found