Rejîma Îranê bila xeleka dawî ya fîlma xwe bikişîne

Rejîma Îranê ji bo bêdengkirina muxalifetên hundir di van demên dawî de hema her çalakan yan jî kesek ku behsa mafê mirovan û heta jîngehê jî dike, digire û binçav dike. Bêguman di serî de gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Îranê rastî siyaseta faşîst a rejîmê tên. Îran bi dewlemendiya xwe ya çandî tê naskirin, ji bo wê jî bi ferzkirina siyaseta yekperest wê rejîm nekaribe meylên azadiyê yên xelkê Îranê tine û jinav bibe. Wek mînak êrîşên li ser ola Behayiyên Îranê di bin navê ku dînek çêkirî ye û siyasetên Îsrayilê bi rêka vî olî tê birêvebirin, gorên miriyên Behahiyan jî li cihek cuda tên çêkirin. Behayî bi ti awayî nikarin merasimên xwe yên olî pêk bînin, sûce û ji ber vê sûcê gelek çalakvanên Behayî niha di girtîgehên Îranê de ne. Herî dawî ji ber ku keça Haşimî Refsencanî, Faize Haşimî bi jinên çalakvan ên Behayiyan re ku girîte ne re hevdîtin kiribû, rastî gelek gef û êrîşan hat. Faize heta ji aliyê bavê xwe ve jî rastî gefê hat ku divê ew were cezakirin. Di çavê melayên Îranê de kesên Behayî qirêj û necis in û nabe ku kes nêzî wan bibe. Ji bo wê jî di van rojên dawî de di ragihandina Îranê de ola Behayiyet û kesên ku xwedî vî olî ne rastî her cure heqaret û gefan tên. Bi awayekî ku melayên Qumê fetwayan didin ku xwîna wan jî helal e. Dema fetwayên wan yê dawî jî hatiye êdî. 

Ji aliyê din ve bi rasthatina 9’ê Gulanê roja li sêdarkirina 4 şoreşgerên Kurd, li gelek cihan hem li Rojhilat hem jî li cîhanê ew hatin bîranîn. Li hember vê yekê rejîma Îranê  ku tehemula vê yekê nake, dest bi siyaseta reşkirina van şoregeran dike. Bi rojane li televîzyona herêmî ya Sine belgefîlmek hêjayî qirêjî û bê exlaqtiya xwe diweşînin. Di vê belgefîlmê de di serî de hemû tevgerên li her çar parçeyên Kurdistanê ku têkoşîna azadiyê dikin, wek ku ji yek partiyê hatine, didin nîşandayîn û dest bi reşkirina wan dikin. Bi dana axaftina kesên xwefiroş û caş hewl didin têkoşîna Zeyneb Celaliyan, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şirîn Elemûlî û Elî Heyderiyan biçûk bixin. Dixwazin wan wek kesên ku hatine xapandin, bi gel bidin nîşan dayîn. Bê ku behsa siyasta xwe ya kuştin, darvekirin û destavêtinê bikin. Ev helwesta Îranê bi taybet di vê demê de hewldanek bi zanebûne ku kêm be jî rastî nerazîbûna hinek rêxistinên Kurdî hat. Lê belê heqaretek mezin li çand, huner, şehîd û nirxên netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tê kirin. Bêdengiya li hemberî vê yekê bê guman rejîma Îranê di kirinên bi vî rengî de hartir dike. Çawa ku zextê li ser Yarisanan tê kirin û heqaret li wan tê kirin, bi heman awayî heqaretê li nirxên herî pîroz ê gel, şehîd û pêşengên wan dike. 

Îran li gel van hemû siyasetên reşkirinê, bi zanebûn û di bin navê cezakirina kesên ku bi madeyên hişber ticaretê dike, rojane bi dehan ciwanên ku li girtîgehan qetil dike. Kesên ku berê cezayê çend sal girtîgehê der heqê wan de hebû, niha jî cezayê darvekirinê ji wan re hatiye dayîn. Rejîmê di bin navê ewlekariya welat de hemû deriyên hatin û çûyîna kasibkar û xelkê ku dixwazin li ser sînor ticaretê bikin, girtiye. Kesên ku derbas dibin jî rasterast tên gulebarankirin û kuştin. Bi vî awayî gel bêkar maye û rêjeya bêkariyê her ku diçe li parêzgehên Rojhilat zêde dibe. Gel ji neçarî dest bi tîcaretên li ser sînor dikin lê bedelê wê jî yan girtin û darvekirine yan jî kuştina li ser sînore. Kesên ku li hember vê yekê jî derdikevin dîsa tên girtin. Mirov dikare bêje ku rejîmê hemû qadên jiyanê ji gel re bi taybet gelê Kurd re girtiye û dixwaze reha jiyana gel jê bike. Îran li şûna biçe xelekên fîlman li ser nirxên pîroz ên gelê Kurd çêbike û wan reş bike, bila xeleka dawî ya fîlma dema desethilatdariya xwe çêbike. Li şûna tevgera azadiyê ku îro di têkoşîna mafdar a gelê Kurd dike, reş dike, bila êdî destpê bike romana xwe ya reş binivîse. 

Yazarın diğer yazıları