Rejîma Îranê zêdetir li Kurdistanê êriş dike

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di roja çaran de xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî zêdekirina buhayê benzînê û siyaseta aboriya hikûmeta Îranê didomin. Rewşa Îran  û Rojhilatê Kurdistanê aloz e, û li Rojhilatê Kurdistanê hejmara kuştiyan gihişt 30 kesan û 150 kes jî birîndar bûne. Tê gotin hêzên dewletê zêdetirî hezar kes revandine û kesên birîndar jî ji tirsa girtinê serdana nexweşxaneyan nakin.

Dibistan û zanîngehên paytext Tehranê hatine girtin û piraniya bankan jî ji ber şewatê hatine girtin. Herwiha li çend navçe û bajaran qaymeqamtî hatine girtin. Her ku diçe hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Xwepêşandanên aştiyane yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin, lê li gorî dîmenan û agahiyên ku xwepêşandêran belav kirine, bi fermana rêberê Îranê Elî Xameneyî û gefa Wezareta Navxweyî ya Îranê, hêzên dewletê bi tundî êrişî xwepêşandêran dikin.

Li gorî dîmenên bi dest ketine, hêzên dewletê li bajarê Ciwanro yê Kirmaşanê, rasterast gule direşîne ser xwepêşanderan. Herwiha li Kirmaşan jî heman êriş tên kirin.

Li bajarê Merîwanê yê parêzgeha Sineyê jî, hêzên dewletê êrişê gel dikin. Li gorî agahiyan gelek kes li Merîwan hatine kuştin.

Tê gotin, li Sinê navendeke dewletê ya ser bi supayê pasdaran ketiye destê xwepêşandêran.

Bi heman awayî xwepêşandan li bajarên Îranê jî dewam dikin.

Serokê desteya bankên parêzgeha Loristan ya li Rojhilata Kurdistanê Bêjen Muqdem nûçeyên şewitandina bankan piştrast kir û got, ziyan gihiştiye 36 avahiyên bankayan.

SINE

Yazarın diğer yazıları

    None Found