Rengê çûkekî hezar reng e

 Di vê parvekirinê de gelek keç û lawên me yên çîrokbêj jî derketin holê, li me û mamosteyên xwe diyar bûn. Çîrokên Şengê û Pengê, Zêrka Zêra, Çûko, Libhinarê, Çêleka Zer, ji yên herî belav û naskirî bûn. Bi Kurdiyeke heremî û safî çîrok dihatin gotin. Me dît ku zimanê dayikê li cem zarokan  safîtir e ji yê li cem mezinan.

LEYLA EBDO

Dema tu zarokekî dibînî, gelo çi tê bîra te? Ê min, zaroktiya min tê ber çavên min. Xweza, hevaltî û dapîra min jî… Ha te dît, deng û xeyalên çîrok û meselokên dapîr û bapîran ji zemanekî dûr û kûr te kişand ba xwe. Dema kehrebe qut dibû, me kêf dikir, ji ber ku li ber tîrêjên lempeya gazê êdî tu di hembêza aramiyeke germ de bûyî…

Yanî zarok him xeyalên paşerojê tînin bîra mirov, him jî dîrok û bibîranînên nayên jibîrkirinê ne. Zaroktî ne tenê ev e jî. Ken e, lîstikên kolanan in. Di vê kêliyê de ku dinivîsim, dengê zarokên cîranan tê ji derve. Hinekan qîr dikin, hinek banî ”yadê” dikin. Zaroktî zêde zêde bangkirina “yadê, mama” ye… Geş dibim ji dengê zarokan. Ji nişka ve tirsek dikeve dilê min; heger ev deng nebe? Şikir ku ez dengê zarokan dibihîzim. Ez kêfxweş im û gelek caran matmayî dimînim zarokên me hê dev ji lîstikên xwe bernedane. Çima matmayî dimînim? Ewqas şixûlandina telefonan heye, şer û pevçûn heye, lê dîsa jî zarokan dev ji lîstokên kolanan bernedaye. Kêfxweş im ku zarokên me yên li Rojava hê jî li kolanan, li ber deriyan têne gel hevdû û dilîzin. Kolanên bajarên me ne bêdeng in. Li her zivrandina kolanekê tu wê komek zarok bibînî. Çi xweş e! Heger hûn li zimanê wan guhdarî bikin hûnê heyranê wan bimînin; Kurdiyek çi xweş û şêrin dişitexilin.

Çîrok li ku dibistan li ku!

Zarokên ku dizanin bilîzin, gelo ew ê bi çîrokan jî zanibin? Meraq û pirsên min zêde dibin. Gelo zarokên me bi çîrokan dizanin? Ji kî bihîstîne, dapîr û bapîrên me hê behsa çîrokan dikin? Gelo li dibistanan çîrok têne fêrkirin? Zarok ji çîrokan hez dikin?

Ji bo em bersivên van sualên xwe bidin ya herî baş em xwe nêzîkê zarokan bikin yan em wan vexwînin nav mala xwe.

Li kêleka çemê Dîcle cih û warê kaniyan li Dêrikê me xwest ji bo zarokên şêrîn roja çîrokan çêkin. Li Navenda Lêkolînên Jineolojî hefteyê rojekê, me zarokên dibistanên seretayî li mala xwe kirin mêvan. Her hefte ji dibistanekê sefekî zarokan li cem me kom bû. Hinek jê rojên zivistanê, di bin baranê bi şilpe şilpa lingên xwe yê biçûk ketin pey mamosteyên xwe û meşiyan, hatin. Li dora sobeya mazotê rûniştin, çavên xwe yî bi meraq li ser me gerandin û bi şermokî bi kêlekên hev ve zeliqîn û rûniştin. Fihêtkirina wan wek şembelîlka ber tava biharê hêdî hêdî, hûrik hûrik heliya û wa me dît xwîna wan keliya.

Ji bo em bi zarokan re rojeke xweş derbaz bikin, balan wan bikşînin ser çîrokan û ka bibînin di serê xwe de çîrokan çawa xeyal dikin, çawa fêm dikin, me li çîrokên bi dîmen yên klasîk û yên gelerî bi hev re temaşe kir. Carinan jî wan ji dayikên me yên çîrokbêj guhdarî li çîrokan kir. Û pişre jî wan çîrok şirove kirin. Me xwest em bîreweriya wan, zanîna wan, rêbazên fêmkirina wanan, hevaltiya wan, xeyalên wan û elimandinên wanan ji nêzîk ve bişopînin. Me her wiha xwest ev civîn, ev çavbihevketin bibe perwerdeyek, bibe şahiyek, bibe parvekirineke komî.

Zimanê zarokan safîtir e

Di vê parvekirinê de gelek keç û lawên me yên çîrokbêj jî derketin holê, li me û mamosteyên xwe diyar bûn. Çîrokên Şengê û Pengê, Zêrka Zêra, Çûko, Libhinarê, Çêleka Zer, ji yên herî belav û naskirî bûn. Bi Kurdiyeke heremî û safî çîrok dihatin gotin. Me dît ku zimanê dayikê li cem zarokan  safîtir e ji yê li cem mezinan.

Tiştekî din jî heye ku cihê kêfxweşiyê ye. Dibe ku nifşê herî bi şens niha li rojava, ew zarokên me bin, yên ku îro li vir bi zimanê dayikê dest bi dibistanên xwe kirine. Em ji bîr nekin ku her sal bi milyonan zarokên Kurdan nikarin bi zimanê xwe xwendina xwe bikin.

Rêbazê fêmkirina zarokan, kir ku em bifikirin, bihizirin û mitaleyan bikin. Zimanekî çîrokî, helbestî, bi gotin û meselokan zêdetir tê fêmkirin û di hişê wanan de xweş cîh digire. Tenê ne ev, ya herî girîng ew e ku çavkaniya xeyalkirinê xurt dike, zîndî dihêle. Bi vî şiklî zarok zêdetir xûlikkar û bi meziyet in. Axaftin û hereketên wanan zêdetir serbest in. Zêdetir hêza xwe dişixûlînin û dibin yên xwe.

Dibistan û mamoste divê nêzîkî xweza û jiyanê bin

Zimanê pirtukî yê bê şirove; zanîneke zuha û jiberkirî dide avakirin. Hinek zarok hebûn, mamosteyên wanan şaş diman. Wan digot, “şagirtên me yên herî lawaz niha li vir, di roja çîrokan de weke yên herî zîrek derketin meydanê!”. Şagirtên “lawaz” piştî ku me li çîrokan temaşe dikir yan jî guhdarî dikir, herî zû û bilez wan destê xwe radikir. Divê em li vir kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin! Gelo di pergala perwerdeyê de, di rêbazên fêrkirinê de em çi şaşîtiyan dikin? Tenê ne şaşîtî, gelo em bê hemdî xwe, bêyî ku pê zanibin, zextekê çênakin li ser aqil û xwezaya zarokan?

Ji encama projeya çîrokan ez bi destsivikî bibêjim, çîrok, lîstik, helbest, stran serketina zarokan di dersan de wê zêdetir bikin. Şêwazên dibistanan û rêbazên fêrkirina mamosteyan çiqasî nêzîktirê xweza û jiyanê bin, ew ê ewqasî pêşiya şexsiyetên xûlikkar û azad veke.

Di perwerdeya li dibistanê me de derfetên guhertinan gelek in. Ev şensekî pirr xweş e. Niha dibistanên me ji nihêrîn û piştgiriyên ji derve re ne girtî ne. Berevajî vê, ji fikrê nû re deriyê wan heta dawî vekiriye, deriyê wan li piştê ye ji fikrên nû re. Deriyê dibistanên me ne hişk in, ne sar in… Heger em biçin û bixwazin karên hevbeş bikin, ew jî kêfxweş dibin. Piştî ku me parvekirina li ser çîrokan çêkir, ew jî dixwazin bi navenda me ya jineolojiyê re rêbazên zanistî ango jineolojiyê bi pêş bixînin.

Zarok zû li zimanê pîran dibanin

Pirr zelal e ku pergala fêrkirinê û beşên zanistî yên di nava mufredata li dibistanan de weke ders hene, divê bi zimanê jiyanê, çîrokî yan bi ahengeke helbestî, stranî bên dayîn, pergal wisa bê meşandin. Di xwezaya civaka me de ziman ji xwe wilo herikiye. Û me dît ku ev ziman hê neheliyaye. Nexasim jî dema me zarok û dayikên çîrokbêj anîn gel hev, zarok di cîh de bi wî zimanî re bûn yek, geş bûn û zûzûka ew girtin. Her wiha ev şêwaz meraqê ava dike, dixe nav lêgerînekê, tevgerekê.

Di rêbazên fêrkirin û fêmkirinê de girêdaneke qedîm heye di navbera zarok û pîran de. Zanebûna civakê, mêjûyê civakê bi hebûna dapîr û bapîrên me, bi zimanê wan ê çîrokî, meselokî dihat belavkirin. Lê mixabin her diçe ev girêdan lawaz dibe di nava civakên me yên li Rojhilata Navîn de.

Pê re girêdayî em dixwazin rêbazekê bi pêş bixînin. Bi rêya van xebatan zanîn û fêrkirina kevnar (gelerî, ji rêûresma…) û zanînên roja me bînin gel hev ka em ê çi bibînin û gelo sentezek xwezayî ava bibe? Em di gera vê rêbazê de ne.

Şêwazê perwerdeya jiyanî hessasiyetên zêhnî zêdetir dike. Hessasiyetên zêhnî jî bi awayên cihê balê dikişîne, elaqeyê ava dike. Xeyalkirin jî xisletên her zarokê derdixe holê. Zaork gava çîrokekê dibihîzin, her yek ji wan bi rengên cuda, di xeyalê xwe de wê çîrokê zindî dike. Rengê çûkekî dibe hezar reng.

Yazarın diğer yazıları

    None Found