Rengên Pragê li Parîsê Mîrê grafîkan Mucha

Doh salvegera rojbûna hunermendê xêz û resman ê navdar ê Çekî Alphons Maria Mucha bû, ew sala 24´ê Tîrmeha 1860´î hatibû dinê û wî rengan hunerekî nû yê dîsayn û resmê li meydana hunerê xêzan û rengan zêde kir.

Alfons Maria Mucha yê ku 14´ê Tîrmeha 1939´an li Pragê wê koça xwe ya dawî bikira, grafîker, şêwekar, xêzkêş û wênegir bû. Ew weke hunermendekî stîlê-ciwan (art-nouveau) yê bêqisûr tê qebûlkirin.

Mucha weke otodîdaktekî dest bi kariyera xwe ya pîşeyî kir, ango xwe bi xwe xwend û fêr bû. Piştî xwendina dibistanê û çend salên karê firoşkariya li buroyê, wî dest bi karê şêwekariya dika şanoyekê kir. Ew li Ringtheater dixebitî û dema sala 1881´ê ev şano şewitî, weke xebatkarê herî ciwan ew bê kar ma û demekê neçar ma ku bi xêzkirina portreyan debara xwe bike. 

Sala 1882´yan wî karê resmkirina dîwarên qesrika bi stîla baroka nû ya Emin Zámekli Hrušovany nad Jevišovkou li Maehrenê kir. Hin resmên din wî li qesra malbata Khuen-Belasi li Eppan a li Başûrê Tîrolê kir. Piştre malbata Khuen-Belasi destek dayê da ku li Akademiya Hunerên Ciwan a Munîxê bixwîne ji sala 1885´an heta 1887´an.


Fuara dinyayê berê wî da Parîsê

Bi rasthatina fuara dinyayê ya sala 1889´an li Parîsê bi rê ve çû, wî berê xwe da Parîsê û li wir ji gelek hosteyên jêhatî fêrî hunerên ciwan bû. Dema ku li fuarê wî slavên li Împeretoriya Osmanî ango Basnayî nas kirin, bala wî çû ser hunerê wan û çanda wna.

Ya ku kir ew meşhûr û navdar bibe; û ji wê jî wêdetir ya ku kir ew stîleke nû li meydana hunerê xêzkirina plakatan zêde bike, ew bû ku ji navdartirîn şanogerên wê demê Sarah Bernhardtê ji bo çêkirina plakata lîstika xwe ya şanoyê ya sala 1994´an a bi navê Gismodo li kesekî digeriya. Mucha yê ku li çapxaneyekê tesadûfî pê hisiya miracaet kir û ev kar wî kir. Bi vî rengî piştî bi du hefteyan li seranserê Parîsê plakata wî çêkirî hat daliqandin ku kir ku ew li seranserê dinyayê bê nasîn. Ew bi vî rengî ku hunermendê plakatan ê zêrîn ê wê serdema bi navê Belle Époque cihê xwe di dîrokê de girtî.

La Dame aux camélias

Sala 1896´an Mucha ji bo Sarah Bernhardtê plakatek ji bo lîstika wê ya bi navê La Dame aux camélias çêkir, ev plakat wekî asta herî jor a hunerê çêkirina plakatan a serdema ciwan tê nirxandin.

Sala 1897´an di nava çend mehan de karê îlustrasyonê yê herî muhim ê Muchas bi gewde bû,  Art-Nouveau-ji bo îslustrasyonên pirtûkan, 134 lîtografiyên rengîn ji bo berhevokeke çîrokên fransî ya bi navê Ilsée, Princesse de Tripoli (Prensesa Trablûsê) ya nivîskar Robert de Flers li weşanxaneya Piazza weşand. Sala 1901´ê ev pirtûk bi Elmanî û Çekî jî der çû. Mûça weke wênegirekî amator jî dixebitî û wêneyên xwe ji bo grafîkên xwe weke mestere bi kar dianîn.

Di navbera du şeran de dûrî çavan hunerê xwe kir

Mucha paşê li seranserê dinyayê jî geriya, sala 1904´an ji bo 3 salan çû Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hingê rojnameya New York Timesê bi wî çend hejmarên taybet derxistin. Wî li Akademiya Hunerên Ciwan a New York, Philadelphia û Chicagoyê ders dan.

Piştî şerê cihanê yê yekemîn Mucha vekişiya qaqilkê xwe û çû Çekoslovakyayê bêyî ku zêde darî çav nebû. Dema ku eskerên Elman ketin Pragê, ew yek ji wan kesên hatî girtin bû, û piştî hat girtin bi demeke kurt di encama zatûreyê de 14´ê Tîrmeha 1939´ê koça xwe ya dawî kir.  n NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found