Reseniya hunerî

Mirov, bi rêya hunerê hewl didin wan hest û ramanên ku li cem wan hene û ji yên kesên din cudatir in bi formek ji formên hunerê pêşkêş bikin. Dema nivîskarek an jî hunermendek digihîje wê baweriyê ku ew tişta li cem wî/wê heye xwedî taybetiyeke cihê ya hunerî ye; ew yekser zend û bendan vedide û xebata xwe ya afirandinê dide destpêkirin. Li vir tişta ku çirûska berhemdariyê li cem hunermend dide pêxistin, ramana hebûna tiştekî nadîde, cuda û resen e. Hunermend bi giştî bawer dikin ku ew ê tiştekî nû û cuda li berhemdarî û berhemên heyî zêde bikin. Ew ê bi berhema xwe ya nû û cuda bikin ku civat ji awirekî nû ve, li jiyana xwe binêre û herwisa jî, ev berhem wê hest û ramanên civatê dewlementir bike.

Bêguman di wêjeyê de û bi giştî jî di hunerê de resenbûyîn xwedî cihek taybet e. Hem cudahiya afirêner û hem jî ya berhemê karekterîze dike. Jixwe, divê her berhemeke hunerî xwedî karektereke taybet ya resen be. Ji ber ku di heman demê de karekter jî berhemê pênase dike, ango wê dike xwedî nasnemyeke taybet û cuda. Esas li vir a ku berhemekê dike xwedî hêjahiyeke hunerî jî ev taybetî ye.

Îca li vir pirs ev e; gelo tiştên ku berhemekê dikin xwedî nasnameyeke resen, ango wê berhemê ji berhemên heyî wek mijar, wek pêşkêşî, wek teknîk û wek keda hunerî ji berhemên din cuda dikin, çi ne? Hema piştî van pirsan, di serê mirov de yekser pirsek dijberî van pirsan jî peyde dibe. Gelo piştî vê seatê hê jî di cureyên hunerê de hest û rameneke xam û destneavêtî maye?

Mirov dikare li pirsên heyî gelek pirs-dijpirsên cuda jî zêde bike. Lê ez ê li vir berê xwe di çarçoveya resenbûyina wêjeya Kurdî de bi sînor bikim. Ya ji bo min girîng jî ev e. Bawer dikim jî, di çarçoveya nasnameya Kurdî ya nûjen û adetî de hê gelek mijar mane ku çila wêje û hûnerê li ser wan diçe.

Pirsa esasî ya wêjeya ku Kurd bi Kurdî dinivîsin heta bi kîjan astê reseniya jiyana kurdan nûner dikin. Berhema Kurdî bi kîjan aliyên xwe xwedî karektereke Kurdî ye? Çiyê wê berhemê ji ya nivîskarekî Ereb, Faris, Tirk û etnîsîteyeke din a li devereke dûr a dinyayê cudatir e? Di van berhemên bi Kurdî nivîsandî de heta bi kîjan radeyê hunermend kariye xwe bi alîkariya ziman bigihîne wan hest û ramanên Kurdan ên sergirtî û li her deverê û ji her kesî re nayên gotin. Êş, xem û heskirinên Kurdan di pêvajoyeke dîrokî de heta bi kîjan radeyê bi alîkariya hunera nivîsandinê bi teşe û teknîkek nûjen hatiye pêşkêşkirin? Xweza û tevgerên guhertinî yên Kurdan xwedî tesîrên çawa ne li ser teşegirtina kesayetiya Kurdan çi bi başî û çi jî bi nerênî xwedî dewreke çawa ne?

Pirsgirêkên azadî û bindestiyê di berhemên Kurdan de heta bi kîjan radeyê xwedî pêşkêşiyeke hunerî ne û dîsa tevgerên takekesan yên berxwedanî, evînî, kedkarî, koçberî û navmalî bi pisporiyeke derûnnasî, civaknasî lê di pêvajoyeke dîrokî de… Berevajiya karekterên çê yên têkçûyî û şikestî di nava jîngeh, têkilî û zextên kolonyal de çawa hatine vegotin? Jana Halebce, têkçûna Komara Mahabadê, kemera Erebî, Enfal, Geliyê Zîlan, wehşet û berxwedana li zindana Amedê mirov dikare lîsteya van bûyerên di asta civakî de hatine serê Kurdan û êşên bêqeder ên civakî û takekesî sembolîze dikin, hê zêdetir bike.

Bi rastî, dema wêjevan hewl bide xwe bi werîsê ziman berde binê vê bîra kûr û tarî ya jiyana Kurdî û bixwaze dêwla xwe ji vê ava zelal dagire, ew ê tîna gelek xwendevanên Kurd û yên biyanî bişikîne ku dixwazin li ser jiyana civak û kesên Kurd bibin xwedî agahdarî û dixwazin hestên Kurdî yên jiyana civakî nas bikin û bibin xwemxurên berxwedana wan a ji bo jiyaneke azad û wekhev.

Bi rastî jî, dema huner û wêje li ser van esasan bêne afiradin, ew ê derfetên gelek mezin û hêja yên naskirina civata Kurd pêşkêş bikin. Bi taybetî ji bo wan biyaniyên ku Kurdan bi rêya berhemên kolonyalîstan nas dikin, ew ê ev cure berhem bibin çavkaniyên bi xêr û bêr. Dîsa ew ê bibin derfeteke mezin ji bo avakirina pirên saxlem di navbera gelê Kurd û civaka derve de.

Lê li vir dîsa ya girîng ew e ku afirîner li ser dîrok, xweza, adet, xebatkarî û her cure êş û şahiyên civaka xwe xwedî agahiyên pirr bi hûrgilî be û karibe ji awirekî hunerî ve van hestan bihûne. Hingê dema kesek ne Kurd wergera berhemeke Kurdî bi zimanê xwe bixwîne, ew ê rasterast têkiliyekê bi jiyana me Kurdan re dayine. Îca piştî vê, naskirina ji destê yekê hê nû gelek asan dibe ku biyanî jî, li ser jiyan û berxwedana me ya ji bo azadiyê berheman bi zimanê xwe pêşkêş bikin.

Yazarın diğer yazıları