Resmên li ser azadiya jinê

Şayan Şahir Nûredîn a 35 salî hunermendeke li Hewlêrê ye û beriya çendekî pêşangeha xwe ya solo ya yekê jî organîze kir. Hunerê wê mişt e bi sembolîzma çandî û timî peyameke azadiyê dide. Herçî figurên resmkirî ne hema hema tenê jin in. Ew di heman demê de sêwirandinên hunerî û logoyan jî çêdike.
Ew dibêje, “Peyama min a di portreyên min de ew e ku jin divê pişta hev bigirin û hev hêzdar bikin. Resmên min behsa azadiya jinê dikin. Ez dixwazin zincîrên li jinan ketî, biqetin.”

Pêşangeha wê ya yekem 17´ê Mijdarê li Înstîtuya Fransî ya Hewlêrê vebû û berhemên wê yên xet û xêzên dijîtal tê de hatin nîşandan. Dahata ji pêşangehê jî wê bexşandiye ji bo kampên penaberan ên li Herêma Başûrê Kurdistanê.
Îlhama wê ya ji bo huner ji bavê wê tê ku hîna di zarokatiyê de ew teşîqkiriye: “Bavê min yek ji şêwekarên baş ên Hewlêrê bû. Wî gelek tiştên baş ên hunerên bedew hînî min kirin. Wî gelek destek dida min, lê mixabin hê ez 9 salî wî rehmet kir.”

Wê zanîngeh li DYE´yê li Brandeis International Business School xwend. Lê pê re jî elaqeya wê ya ji huner re dewam kir. Di vegerê de li Hewlêrê û Akademiya Hunerê ya Floransayê wê derdên dîtin. Ew dibêje, hejmara kesênresma dijîtal dikin li Başûrê Kurdistanê pirr kêm e. Li jor me gotibû ew jinan resm dike û peyama azadiya jinê dide, lê ew Kurdbûna van jinan jî ji bîr nake: reng, cil û bergên di resmên wên de yîn Kurdî ne.

HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found