Reşbînî nebaş e Stefan Zweîg!

Yek ji nivîskarên herî berhemdar, afirîner û hizra dewlemend yê cîhanê bû. Di serdema ew tê de jiyayî nivîskarên navdar yên mohra xwe li edebiyata cîhanê dayîn yên wek: Romain Rolland, Thomas Mann, H.G. Wells, Hugo von Hofmannstahl, James Joyce, Franz Werfel, Paul Valery, Arthur Schnitzler, Ravel, Toscanini û Richard Strauss, hebûn. Zweîg bi piraniya wan re jî dost bû gelek caran li mala wî ya li ser kaşxanên Kapuzînerê li hev kom dibûn û danûstandina zanyarî û rewşenbîrî di nav wan de bilind dibû, diafirî. Zweîg berhemên xwe yên herî xweşkûk di wê koşka di nav daran de nivîsandin.

Stefan Zweîg her çiqas bi berhem û xebatên xwe yên edebî navdar be jî, lê mixabin ya herî zêde di hişê mirovan de mayî rêbaz û dawîlêanîna jiyana xwe ye. Zweîg di lûtkeya navdarî û afirîneriya berhemên xwe de bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî. Mirovekî hinde zana, ronak û pêşketî çima serî li riyeke wisa da? Di gava bi destê xwe xwe kuşt de temenê wî li dor 60´î ye. Wî baş dizanîbû ku jiyan ne meşeke bêdawî ye. Ji bo birîn û qutkirinê ne divêtî ye ku mirov hinde bilezîne an jî yekser biencam bike. Lê teqez divê hind sedemên girîng û sotîner hebin da ku mirovekî wekî wî bi rengekî wisa navê xwe li rûpeleke ji dîrokê binivîsîne.

Her wisa gava em dêna xwe didin jînenîgariya Zweîg ew wekî zarokekî malbateke cihû li bajarê Vîanayê ji dayîk dibe. Dem 28´ê Mijdara sala 1881´ê ye. 

Bavê wî karsazekî maldar ê dewlemend bû. Zweîg ji temenê zaroktiyê ve dest bi perwerdehiya çand û edebiyatê kir. Bi awayekî lezgînî fêrî Înglîzî, Fransî, Îtalyanî, Latînî û Yewnanî bû. Li zanîngehên Viyana û Berlînê dersên felsefeyê girt. Hêj di dema lîseyê dest bi nivîsandina helbestan kir û bi berdewamî helbestin ji Fransî wergerande Elmanî. 

Stefan Zweîg di salên 1907 û 1909´an de derket dûrgeşta parzemîna Asyayê, bi taybetî li Hindistanê geriya. Di sala 1911´an de jî New York, Kanada û Kuba jî di nav de li gelek welatên Amerîkayê geriya. Di sala 1914´an de jî çû Belçîkayê.

Di salên Şerê Yekê yê Cîhanê de 1914-1917´an de li Viyanayê di arşîva şer de wek karmend xebitî. Piştî şer vegeriya Avusturyayê û li bajarê Salzburgê bi cih bû. Di sala 1920´î de bi Fredericke Von Winternit re zewicî. Stefan Zweig bi qasî 20 salan li Salzburgê jiya. Salên ku di koşka xwe ya li Kapuzinerbergê derbas kirî, demên wî yên herî behremend bûn. Di wan salan de Zweîg gihişt lûtkeya bilind a edebiyatê.  

Stefan Zweîg di salên li Salzburgê derbas kirîn de ji bo yekîtiya ramanî ya Ewrûpayê kar kir. Bi gotar û konferansên xwe li dijî tundûtûjiyê hişyarî da. Banga hişmendî û aramiyê li derdorên dîplomatîk kir. Di sala 1927´an de li Mûnîha Elmanyayê pirtûkên wî yên bi navê Têkeliya Hestan, Dema Birîqîna Stêrkê û Mînyatûrê Sereke yê Dîrokî da weşandin. Dîsa di 20´ê Sibata sala 1927´an de gotara xwe ya bi navê “Xatirxwestina Ji Rîlke” pêşkêş kir. Di sala 1928´an de ji bo beşdarbûyîna pîrozbahiyên 100 saliya rojbûyîna Leo Tolstoy çû Sovyetîstanê. Di sala 1933´an de di nav pirtûkên ji aliyê Naziyan ve dihatin şewitandin de yên Zweîg di serî de cih digirtin. Ev êrîş helbet hem ji ber naveroka berhemên wî û hem jî ji ber Cihûbûna wî encam didan. Di sala 1934´an de Gestapo avêt ser koşka wî û lêgerîna çekan kir. Helbet eger çek di malê de bihatina girtin Zweîg dê bihata zindanîkirin. Her wisa neçar ma, terka welatê xwe kir, li Londonê bi cih bû. Mixabin li wir jî xwe di aramiyê de hîs nekir û cardin koç kir. 

Zweîg di sala 1937´an de ji jina xwe ya yekê veqetiya. Piştî salekê gava ber bi Portugalê ve bi rê ket, li cem wî jina bi navê Lotte Altman hebû. Di wê demê de Avusturya jî tevli Reîch ango împaratoriya Elman bûbû. Zweîg jî serî li welatiya Îngîlîz da. Di sala 1939´an de romana wî ya bi navê “Bêaramiya Dilî” hat weşandin û Zweîg bi Lotte re zewicî. Di sala 1944´an de bû welatiyê Îngilîz. 

Di serdema Şerê Duduyan ê Cîhanî de derket geştiyariya New York, Arjantîn, Paraguay û Brezîlyayê. Her wisa di dema ji bo konferansekê li Brezîlyayê bû de biryara akincîbûna li Brezîlyayê da. Li wir çîroka xwe ya navdar a bi navê “Setrenc” nivîsî. Stefan Zweîg di sala 1941´ê de li ser Montaigne xebitî û bîyografiya xwe ya bi navê Cîhana Duh,Bîranînên Ewrûpayê nivîsî. Cîhana Duh serpêhatiya nivîskarekî ku gêncîtiya xwe jiyaye û êdî nema bawerî pê tîne ku cîhan vegere serdemên xweş yên berê ango ew berhem xebînetiya îro û pesinandina dema buhurî ye. 

Stefan Zweîg di 22´ê Sibata sala 1942´an de ji ber rewşa Ewrûpayê ya dijwar û her wisa jî xeyalşikestinên di jiyana xwe de li bajarê Rîo de Jeneîroyê bi jina xwe Lotteyê re întîhar kir. 

Zweîg li dû xwe gelek berhemên giranbuha û nirxdar hiştin. Helbestên lîrîk nivîsandin, di şêweyê trajediyê de berhemên şanoyî, bi taybetî jî berhemên girîng yên jînenîgarî nivîsandin. 

Di sibeha 23´ê Sibata sala 1942´an de deriyê odeya Stefan Zweîg venebû. Xizmetkaran polîs agahdar kirin. Gava derî vebû Zweîg li ser piştê dirêjkirî û destê evîndara wî jî li ser singa wî bû. Wisa mîna ku di xeweke kûr de nivîstî bin. Herduyan jî ji dermanê bi navê veronal vexwaribûn. Li maseya ku bi hendazetî hatibû amadekirin de nameyên pûlkirî rêzkirî bûn û ji bo waliyê Petropolîsê jî daxuyaniyek hebû.

Zweîg di gotara xwe ya dawiyê de wiha digot: “Berê ku ez bi daxwazî û vîna xwe ji iyanê veqetim, ez xwe ji bo wezîfeyeke dawiyê neçar hîs dikim. Ji dil û can spasiya xwe pêşkêşî welatê herîqulade xweşik û rêzdar Brazîlyayê dikim; wê hembêza xwe ji min û ji berhemên min re bi dilşadî vekir. Her roj hîn bêtir fêrî hezkirina vî welatî bûm. Piştî cîhana ku bi zimanê min diaxivî wêran bû û welatê min ê manewî Ewrûpa xwe bi xwe tine kirî de, ji bo sazkarkirina jiyaneke nû, ji bilî vê derê ti cihê qenctir nebû.
Lê ji bo mirov piştî 60 saliya xwe ji nû ve dest bi jiyaneke nû bike, pêdiviya mirov bi hêzên taybet heye. Mixabin hêza min di salên dirêj yên bêwelatîbûnê de qediya. Her wiha min biryar da ku nîmeta herî nirxdar a vê cîhanê ku jiyana mirovî ye, bidawî bikim. Li gorî min li ser piyan û bi serbilindî qedandina jiyanê ya herî rast e. 
Silavan li tevahiya dostên xwe dikim. Hêvîdar im ku bikarin sorahiya sibehê ya di dawiya şeva tarî de bibînin. Ez, ez ku gelek bêsebir im, beriya wan diçim!…”
Her wiha nivîskarê dilzîz û hestiyar di ber rewşa kambax a wê demê de neda. Wî desthilatiya Hîtler abadîn û herdemî qebûl kir. Reşbîniyeke dijwar bi ser rihê wî de barî. Lê împaratoriya xerabiyê piştî wî sê sal encex dom kir. Hîtler bi xwe re bi mîlyonan mirov jî birin û di nav xerabtirîn kesayetên cîhanê de cih girt. Stefan Zweîg îro jî ji bo mirovahiyê wek stêrkeke li esmanan dibiriqe. Lewre divê em jî di bin bandora propagandeya şerê qirêj de nemînin. Ev desthilata ku bi qasî çaryeka Hîtler jî ne hêzdar e, ne pêkan e ku hinde dirêj dom bike. Bes em çirûskên herî piçûk yên hêviyê di kûrahiya cewhera dil de xwedî bikin…Ew stêrka sor a berbangê dê dûr an nêzîk li welatê me jî bide der… 

Yazarın diğer yazıları