Rêveberiya Xweser mînak e

RÊNAS REMO/EHMED MIHEMED / ANHA/QAMIŞLO

Ev 9 sal in gelên Sûrî ji ber şerê di navbera Rejîmê û komên ku îdea dikin wê azadiyê ji gelê herêmê re bînin, zirarê dibînin. Pisporê qanûna navdewletî, mamosteyê zanîngeha Kîp a başûrê Afrîqayê û çalakgerê hiqûqî Mehmûd Batil li ser guhartin û bûyerên herêmê peyivî. Batil nimuneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek mînakekê ji tevahiya gelên têkoşer û yên ku guhertin û demokrasiyê dixwazin re nirxand û got; “Wek hemwelatiyekî afrîqî ez dibînim ku tecrubeya Rêveberiya Xweser mînak e û mirov dikare li herêmên din ên Sûriyê û di navbera gelên têkoşer yên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin de, pêk bîne.”

Çaranûsa gelê Kurd guhertin

Mehmûd Batil Rêveberiya Xweser bi şoreşekê li dijî peyman û planên li ser gelên Rojhilata Navîn  têne mohrkirin wesifand û got: “Piştî bidawîbûna Împeretoriya Osmanî, hêzên cîhanî di serî de Berîtanya nexşerêyek xêz kir. Herêm li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û mitîngerî dabeş kir. Mîna peymanên Lozan, Saykis Bîko û Sîvirê. Ev peyman hemû çaranûsa gelê Kurd guhert û li gorî berjewendiyên dewletên mitînger ên wê demê axa gelê Kurd hate parvekirin. Lê Rêveberiya Xweser a niha bi tecrubeya xwe ya demokratîk mîna serhildanekê li hember wan peymanan e.”

Çalakgerê hiqûqî Mehmûd Batil di dawî de got: ”Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafên tevahiya pêkhateyan misoger dike û wek tecrubeya herî pêşketî di Rojhilata Navîn de tê hesibandin. Divê sûd ji desteka dewletên rojavayî û herîmî were girtin û wek destekeke manewî were hesibandin. Her wiha divê asta têkoşîn û berxwedanê li hember tevahiya hêzên redker were mezinkirin. Xebat di aliyên hiqûqî, siyasî û leşkerî de ji bo gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan, Elewî û Tirkman berdewam bibe.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found