Rewabûn û Kongreya Neteweyî

Rewabûna civakî û siyasî bûye yek ji kevirên çarqorzî yên avahiya birêveberiya civakên serjimara wan pirr. Ango ji bo rêveberiyên civakî, çi rengê wê dibe bila bibe, çi rengê tehekumê û çi rengê xwerêveberiyê dibe bila bibe, bûye xwedî stratejiyeke çêkirin û avakirina meşrûbûnê. Ango ji bo mirov sîstemeke civakî ya wekhev, azadîxwaz demokratîk jî rûnîne, ji bo mirov sîstemeke berevajiyî wê jî rûnîne, pêdivî bi rewabûna civakî heye. Hukimraniyên herî despot ên dinyayê, di dîrokê de hîna ji destpêkê ve ev rewabûna xwe bi sîstemeke ezmanî ya xwedayî ve girêdan û rewa kirin. Mebesta min li vir ew e, heger sîstemeke koledar bi awayekî ji awayan civakê bi giştî razî neke ku ew rewa ye û heta koleyan bi xwe jî razî neke bi kolebûna wan, ew nikare dewam bike, xwe li ser piyan bigire.

Ji ber vê yekê jî ji bo sîsteman û her wiha desthilatdariyan yek bi yek jî mijareke heyatî ye ku karibin rewabûnê ava bikin. Înşakirina vê rewabûnê bi qanihkirina pirraniya civakê mumkin e. Sîstem, alternatîfên sîsteman, rêveberî û xwerêveberiyên civakî hemû daimî rewabûna xwe ava dikin. Dema ku ev rewabûn ji holê rabû, ev sîstem, alternatîfên wan ên derketî holê, rengê rêveberiyan yan jî xwerêveberiyan xweber (helbet bi refaqeta arîşe û krîzîn civakî, siyasî û eskerî) ji holê radibin.    

Ango heqbûna wan diyarker nîne, lê ka çiqasî karîn rewabûna xwe biafirînin dikare diyarker be. Ji ber wê yekê jî dema em berê xwe didin navmala Kurdî, divê di heman demê de em vê pirsê bikin; ka bi projeyên xwe yên siyasî em çiqasî di nava civaka xwe bi xwe de rewa hatine qebûlkirin. Rewakirina xwe di nava xwe de gelek caran bi xwe re rewakirina xwe di nava civakên din de jî tîne. Halê hazir dema em berê xwe didin navmala Kurdî, em dibînin ji bo rewabûnê pirsgirêka serke ya bereya me ya siyasî ew e ku stratejiyeke hevbeş a neteweyî derneketiye pêş. Ango xetên diyar, stûr û girêker ên berjewendiyên neteweyî, divê weke stratejiyeke hevbeş derkevin pêş ku her rengê siyasî, her hizb, her rêxistina civakî, koma dînî û etnîk karibe qebûl bike û di bin ti şert û mercî de nikaribe binpê bike.

Tişta ku ez dixwazim li vir berê xwe bidim mijara avakirina yan jî afirandina rewabûnê ew e ku ji bo rewakirina neteweya Kurd divê pirraniya civakê û aktorên wê yên civakî û siyasî mekanekî temsîlê karibin ava bikin. Ev mekan divê karibe her rengê sereke yê civakê, her hindikahiyê bihewîne, wan biparêze û di nava xetên stûr ên berjewendiyên neteweyî de biryarên elaqedarî çarenûsa neteweyê bidin.

Ev yek serê pêşî wê pêşiyê li wê yekê bigire ku dijminên netewe û reqîbên di nava netewe de ji hev bên cihêkirin. Ango, wek nimûne, Tevgera Gorran û PDK reqîbên hev ên navmala Kurd in, lê dewleta Tirk, rejîma Îranê, ya Sûriyê dijminê Kurdan in. Bi stratejiyeke neteweyî xetên stûr ên hiqûqeke navmala Kurdan û hiqûqeke têkiliyên Kurdan bi dewrûber û dijminan re dikare bête diyarkirin. Ji bo pêşî girtina li wê yekê ku hin hêzên siyasî yên Kurd li şûna berjewendiyên gelê Kurd, bibin amûr û lîstikên berjewendiyên dijminên Kurdan, civandina Kongreya Neteweyî û diyarkirina stratejiyeke hevpar a neteweyî elzem e.

Ev yek dikare ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê jî bi kêr bêt. Lewma serokê PDK´ê Mesûd Barzanî ku ev meqam ev bêhtirî du salan e dagir kiriye bi xwe pê dizane jê re rewabûn divê. Dixwaze vê rewabûnê bi referandûma ne girêker a li ser serxwebûnê bi dest bîne. Lê hîna li navmala Başûr Tevgera Gorran nehatiye razîkirin, beşên mezin ên YNK´yê jî weke şertê pêş doza çalakkirina parlemana Başûr dikin. Lewma ji bo ku referandûm bi xwe karibe rewatir bibe, ev yek weke şert tê dîtin. Minaqeşeyên li ser civandina Kongreya Neteweyî heger bi ser bikevin, referandûma serxwebûnê jî wê manedartir be, li aliyê din, tesîr û têkiliyên wê li parçeyên din û bi parçeyên din ên Kurdistanê re jî wê karibin li gorî stratejiyeke giştî neteweyî bêtin diyarkirin. Ji ber vê jî ji bo erdên Kurdistanê ji bo avakirina rewabûna siyasî gava herî lezgîn a li ber aktorên siyasî, biserxistina civandina Kongreya Neteweyî ye.     

Yazarın diğer yazıları