Rêwiyê ji Sîrwan heta Firatê: Hîwa Sine

Hîwa Sine, ji Sine tevlî nava refên azadiyê bû. Lê ji roja ji Sine derket soz da bajarê xwe yê xweragir ku bi serbilindî bi ser de vegere. Her çend çû û hêj venegeriyaye Sine lê ji bo Sine gelek destanên qehremantiyê nivîsand. Li çiyayên Abîder û li kêleka çemê Sîrwan bê westan barê hestên xwe yên şoreşgerî hilgirt û li zinarên bilind ên Serhedê li kirên reş ên hêj bêhna serhildanê jê tê, bû gerîlayê hestên pîroz ên ku bixwe xeyal dikir. Tu li kû ji gerîlayekî ji qehremanekî bigeriya, Hîwa li wir bû. Herî dawî barên xeyal û hêviyên xwe li Botanê danîbû, li Besta, Gabar û Cûdiyê mirada, hemû şîverêyên van çiyan, ji bêhna xwêdana ji eniya wî sermest bûne û bêriya wî dikin. Li milê din ê sînor dengê lingê şoreşa azadiyê dihat, kê Hîwa bigirta û ji Til Hemis heta Til Berak ji Holê heta Şedadê rawestgeh bi rawestgeh destan nivîsand. 

Ji wan siwariyên azadiyê bû ku bi hewara xelkê Şengalê ve çû, sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo cara yekê bezand, pê li dîroka bi lenet kir û dest avête pîrozahiyên Şerfedîna kevnar. Dibêjin lingê hespê Derwêş di deşta Mûsilê de şikiya lê şefeqa azadiyê çavên bedew ên Hîwa Sine himbêz dikir, te digot ava nemiriyê vexwariye. Li gel hevrêyên xwe, xwe avête agirê ku bi mala Şengaliyan ketibû, negot wê çi bi me bibe, negot ev sînor e, negot mirin heye, negot nabe. Sînga xwe ya mişt bawerî ji Êzîdiyên re kire mertal û korîdora îradeya mezin a tevgera Apoyî vekir. Dayikên ji komkujiyê derbas dibûn, hezarê caran jê re gotin; Melekê Tawus bi te re be lawo. Her zarokeke tî av ji destê wî vexwarin, di çavên wî yên bedew de paşeroja xwe ya azad dîtin, pê bawer kirin û ji rika hovîtiyê biryara jiyanê dan. Zarokên Şengalê ji bo çavê Hîwa nemirin, li ser piyan man û li ber xwe dan û îro ji bo wî dijîn. Em hemû ji bo çavên Hîwa dijîn. 

Li gel ku bi caran di şerên li van herêman de birîndar bû, lê rojek tenê rojek bê ku dereng bimîne, di eniya herî pêş de fermandariya rûmetê kir. Mirov carnan ewqas dişibe bajarê xwe, tu dibêjî qeyê hestên te di xaka wî de bicih maye û jê naçe. Tu jê dûr bikevî, biçî, nemînî, lê tenê rojekî bêriya wê bikî, tenê rojekî çavê wê yê di bin baranê de ji dûr ve ramûsînî, wê dîsa wek te be. Wê dîsa navê vegotina hestên te be. Û gelek Hîwa şibiyan Sineya xweragir, gelek Sine wek Hîwayan bûn. Di serdemek ewçend wêran de ku mirovahî têniyê dilopek hezkirine, li ser vî xakî, hema li kêleka me, hema li qiraxa çemê Sîrwan, li quntara çiyayê Abîder lawikek çavê xwe ji vê wêraniyê vedike. Wek çemê Sîrwanê diherike ta diçe digihêje peravên Firatê. Li dergûşa mirovahiyê, li cihê ku dilê mirovahiyê xwîn bûye û bê nefes maye. Hawarê dike, tenê maye. Kes di serdemek wiha de li pey Firatê naçe, kes xwe ji pêlên serxweş ên Sîrwanê re bernade, ger Hîwa nebe, ger Dilxwez nebe, ger Zîlan nebe. Dilek wêrek tenê dikare sînga xwe ji heybeta dîroka veşartî ya Firatê re veke û ber bi wê ve biçe. Dîsa wek navê xwe bû hêviyek ji mirovahiyê re. Ji bo sivîlên ku di navbera Eyn Îsa û rojhilatê bakurê bendava Tişrîn ji êrîşa çeteyan biparêze, di roja 16’ê Tîrmehê de dîsa bedena xwe dike sîper û tevlî karwanên şehîdên azadiyê dibe. wek bajarê xwe hat dinê, şibiya wî, wek wê jiya û wek wî çû… 

Yazarın diğer yazıları