Rêwiyê navê xwe; Sîrwan Aryo Leylax

Bi qasî bejna welatê xwe bilind û serfiraz, li vî welatî çiqas û çend hevrêyên vê xakê hene. Çend kes bûne welatê xwe. Bi qasî wateya welatê xwe mezin dibin û digihêjin wateya heqîqetê. Bi qasî êş û azarên dayika xwe fêrî jiyanê dibin û gava destpêkê davêjin. Kê dibêje li ser sînga vê xakê sînor maye, dema zarokên vî welatî wek rûberên serxweş û çiyayên asê nefesa sînorên lêkirî diçikîne. Dema lingê xwe li kêlên wan sînorên derewîn didin û henekên xwe pê dikin û derbas dibin. Ezê îro ji we re behsa lawikek dilsoz, evîndar, sade û dilnizim ê vê xakê bikim ku çiqasî jî şibiyabû xaka dayikê. Ezê behsa wî bikim lê ewqas dişibe welatê xwe ku mirov qet dil nade wan ji hev dûr bixe û dûr ji hev behsa wan bike. Tu dibêjî yek in di rastî de. Sîrwan Aryo Leylax! Çawa jî wek navê xwe li pey rastiyên di navê xwe veşartî de hat û di ber dilê me de bihorî. Çemê Sîrwan ku firehiya sînga Hewraman qelişandiye û kiriye du Hewraman. Diherike, sînoran dibezîne û heta digihêje Dîcleyê. Hevrê Sîrwanê ku ez behsa wî ji we re dikim jî tam weke rûberê welatê xwe, xwedî dilek mezin bi qasî tevahiya hewraman bû û belkî jî gelekî mezintir. Wî jî sînor derbas kir û gihişte Dîcleyê, ji wê jî wêdetir çû û gihişte ava Hêzil, gihişte Firatê. 

Aryo Berzen, Fermandarek Kurd ê ku li dijî Îskender hema li ser wan şîverêyên ku îro xwêdana eniya Sîrwan, xwîna zelal a Sîrwan hêj li ser hişk nebûye, meşiyaye. Aryo bi 40 siwariyan diçe şerê Îskender û sînga xwe ji artêşa wî re dike siper. Û Sîrwanê me çiqas şibiya Aryo, li hember zalim û neyarên hemdem serê xwe netewand. Bi salan di bin êşkenceyên rejîma Îranê de ma û negot ax! li Qendîlê li ser şûnpêya Aryo Berzenan rê neda keriyê Sipaha rejîmê xaka pîroz kirêt û biherimînin. Herî dawî bû Aryo Berzenê Botanê û nehişt pûtînên zaliman pêlê keziyê zînên evîndar ên Cizîra Botan bikin. 

Sîrwan ji Leylaxê bû. Leylax deşta zêr a Rojhilatê Kurdistanê ye, jê re welatê sar û cemidî dibêjin. Bayê nazik ê Şemal havîna Leylaxê dike bihuşta rûyê erdê. Sîrwan Şemala serê sibê ya Leylaxê kişandibû hinavê xwe. Ji bo wê bêrawestan, bê dudilî berê xwe dabû rojê. Birînên Leylaxê bi qasî birîna dayika Cemîlayê bû ku xwe avêtibû ber bextê tevahiya Kurdistanê ku biçek cemed bînin da ku dayne ber serê keça xwe. Ma dilê ava sar a Leylaxê vexwaribû, çawa dikarîbû ji bîr bike hawara dayika Cemîlayê, birîna dayika Taybet û gelek û gelekên din. Sîrwan bû rêwiyê heqîqeta di navê xwe de veşartî, digot em neçar in wek welatê xwe bin. Naxwe em ê jî bibin parçeyek ji vê dîroka lenetkirî. Rast digot diviyabû wek Sîrwan biherike û sînoran derbas bike. Diviyabû wek Aryo Berzen bibe fermandarê parastina bihust bi bihustê welatê xwe. Diviyabû biba Leylax û şemala pîroz bixwe re heta quntarê Cûdî bibe. Diviya biba yê ku soz dabû. Êdî Sîrwanek li Besta jî heye, Êdî Aryoyek li Gabarê şer dike û êdî Şemala deşta Leylaxê li navsera Cûdî, miradek din hasil dike. Û êdî Hewramanek din li Cizîra Botan heye, êdî Sîrwanek di xaka pîroz a Bakurê welêt de di xewa şêrîn de ye, bê minet, ji ber deşta Leylaxê dîsa xemiliye bi nefesa wî ya dawî. Êdî ew jî bûye nobedarek ji bo parastina Roja me ya pîroz. Ew jî bûye xelekek ji çîroka qehremantiya Çiyageran. Sîrwan jî êdî bûye welatek…

Yazarın diğer yazıları