Rewşen û tarî

Wek du hêmanên bingehîn yên gerdûnî têkoşîna di nav ronî û tariyê de dewam dike. Binêrin li aliyekî me tîrêjên rojê xwe berdidin ser çiyayên bilind, newalên kûr, deştên bêserûber, dehl û daristanên fireh û dirêj.

Di mîtolojiyê de ‘Şamaş’ digotin, çavkaniya jiyanê, sedemê hebûna cihanê jî ew tîrêjên wê ne. Roj gava hiltê, ronahî li ser rûyê erdî serdest dibe. Rojhilat jî ji wir tê, li hind deverên welêt Xor jî dibêjin, Xorhelat, xorava û xoresan.

Gava Şamaş an jî roj karê xwe diqedîne û ji nav me bar dike, vêca desthilata tariyê bi cih dibe. Tarî dijberê ronahiyê ji nedîtin, nebihîstin û netepitînê re guncan e. Tarî ji bo xerabî û nepakiyan guncan e, lewra ji avabûna dinê heta niha mirovahî tim li hemberî tariyê, li hemberî desthilata tariyê û li dijî felsefeya tarîtiyê têkoşiyaye.

Di van serdem û demên teng de ku tarî carbicar zora roniyê dibe, çavên mirov li gerstêrkên ronahiyê digerin. Carinan findek dikare bajarekî ronî bike, carinan lampeyek dikare welatekî ronî bike.

Ne tenê ji bo erdnîgarî her wisa ji bo mirov û civakê jî heman rastî lê ye.

Pêdivî bi find û lampeyan heye. Ew alavên ronahiyê jî rewşenbîr û çavkaniyên ji keda wan derketî ne.

Li cem Kurdan di gelek waran de rewş cuda û cihê ye. Di gelek babetan de hîna jî rêgezên nivîskî nînin. Têgihên wek welatparêzî û hevkariya bi dijminan re, lehengî û xayîntî, fedekarî û nokerî jî hîna bi awayekî zelalî ji hev cuda nebûne. Kiryara ji bo hemû dinê wek xayîntî dihête dîtin, ji aliyê gelek Kurdan ve dikare weke mijareke asayî bête nirxandin. Babeta rewşenbîrî jî yek ji wan e ku hîna jî li ser lihevkirinek nîne. Kî rewşenbîr e, kî nîne? Pîvanên wê çi ne? Mamoste Feqî Huseyn digot: Rewşenbîr û tarîbîr du têgihên ji hev cuda ne.

Gava em dêhna xwe didin vê pirs û girêkê, em dibînin ku ji bo gelek kesan mirov dikare bêje rewşenbûyî ne. Wek nimûne; kesên wek bijîşk, parêzer, mamoste, endezyar û hunermend jî dikarin di nav wê komê de cih bigirin. Lewra li gorî beş û branşa xwe perwede bûne, di babetekê de pisporiya wan heye û ji destpêk û rewşa niha ya dinê jî xwedî agahî ne. Gelo mirov dikare bi hêsanî ji bo wan kesên ku salên dirêj li dibistan û zanîngehan xwedî ked in, bibêje, ew ne rewşenbîr in? Ev bi serê xwe pirsek e. Lê bersiva ku mirovahî li bendê ye û heta niha jî di hind aliyan de nîqaşa li ser jî berdewam e, mirazê ji pirsa rewşenbîr kî ye, ne pirsa kî dizane ye, kî zana ye, yan jî kî nezan e? Li vir pirs ew e ka kesê rewşenbîr wê zanîna xwe çawa bi kar tîne û di riya çi de diserifîne.

Ew pîşeyên me li jor hejmartîn, helbet di astekê de agahdar in û zana ne jî. Lê ji ber ku ew bi pirranî wek karmend û xizmetkarên dewletê bi heqdestî kar dikin, ji koma rewşenbîrî nikarin bi hêsanî bêne hesibandin.

Helbet ne kêmasî û tawan e ku mirov ji dewletekê alîkariya diravî bigire û kar bike, lê bi sedan carî hatiye îsbatkirin ku heger mirov ji der û deverekê pere bigire gava dem hat, ‘bû cil û kete mil’ mirov nikare bi hêsanî li dijî kiryarên wan yên şaş derkeve. Rewşebîrî ya ku ji bo mirovahiyê wek pîvan hatî qebûlkirin li hemberî xwe bendekê wisa qebûl nake. Gelek ji wan kesan di encama pevçûnên hevrengî de ji karê xwe yên li cem dewlet û saziyên fermî îstîfa kirine. Gelek mamoste ji dibistan û zanîngehên xwe îstîfa kirine. Yên bi xwe îstîfa nekirine jî jixwe ji aliyê desthelatdaran ve hatine derkirin. Ji vir, mirov dikare encama, rewşenbîr nikare di bin nîr û desthelatdariyê de bijî, derxe. Rewşenbîr rewşen e, ronî ye. Wê rewşeniyê belav dike, li dijî tarîtiyê têdikoşe, cengê dike. Gelek kesên di asteke bilind de rewşen û zana di rewşên dijwar ên mirovahiyê de nekarîne helwêsta rewşenbîrî deynin û li hemberê wê îmtîhanê têk çûne. Helbet her çiqas nenivîsandî jî be, babeta rewşenbîrî ya giştiyane jî heye. Çima navên wek: J.P.Sartre,  Frantz Fanon, Edward Said, Che Guevara hinde li ber dilê mirovan şîrîn û bi qedr in?

Xwe berdin dîroka dûr, binêrin navên wek: Nesîmî, Mensûrê Helac, Manî, Şêx Bedreddîn û Giordono Bruno jî wê destê xwe ji me re bihejînin.

Mirov dikare pirsyar bike ka gelo, Galileo ne rewşenbîr bû? Helbet rewşenbîr bû, zanayekî ser xwe re jî bû, lê ya em behsa wê dikin rewşenbîrî û helwêst e. Ew jî di kesayetî û helwêsta Bruno de xwe dide der.

Babet kûr, fireh û giran e, lê hêja ye mirov xwe pê biêşîne.

Yazarın diğer yazıları