Rêya mirinê 80 kesên din daqurtandin

Li Tûnisê keştiyek noqî avê bû û zêdeyî 80 koçberên tê de winda bûn.

Tenê sê kes ji keştiyê filitîne. Koçberê bi navê Suleyman Kulîbalî yê ji Malî ji AFP’ê re got, wan du rojan xwe bi parçeyên mayî yên keştiyê ve girtiye û bi vî rengî xwe xilas kirine.

Kulîbalî got, “Em qederê 80 kesî bûn“. Koçber ji Gîne, Peravên Diranên Fîlan, Malî û Bûrkîna Fasoyê bûne. Koçberê ciwan got, “Çar jin hebûn ku yek jê ducanî bû, yek jê pitika wê bi wê re bû, hemû di nava avê de man.”

Li gorî berpirsyarê ewlekariya peravê yê Tûnisî, keştî tevî 86 kesan ji bajarê Zuara yê ku 120 kîlometreyan li rojavayê Trablûsê ye, bi rê ket.

Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî Flavio Di Giacomo bi rêya Twitterê Pêncşemê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi fikar in ku 80 kes miribin.

Wezîfedarê taybet ê Derya Spî ya Navîn ê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Vincent Cochetel jî xwest, ji bo mirovên ku jiyana wan di tehlûkeyê de ne alternatîf bên pêşkêşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found