Rêzefilmên Tirkî dijminê Kurdî ne

ROZE MIHEMED

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Derhênerê Kurd Hawrê Qadir diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêzefilmên xwe çanda Kurdan dagir bike û got; “Çend rêzefilmên min amade ne, lê kanal nakirin û rêzefilmên Tirkî dikirin.”

Dewleta Tirk a dagirker netenê xaka Kurdistanê dagir dike, dixwaze bi rêya çand, huner û rêzefilmên xwe çanda Kurd jî dagir bike û bêbandor bike.

Planeke li dijî gelê Kurd

Derhênerê şano û filman Hawrê Qadir diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk tenê bi xakê sînordar nemaye û dixwaze di aliyê çand û huner de jî dagirkeriya xwe berfireh bike û got: “Nivîskar û rewşenbîr dikarîn binivîsên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin. Hêza me heye ku em bikarin ji welatiyan re bibêjin ku ev planek e li diji gelê Kurd tê kirin û em dikarin wan hişyar bikin.”

Hûn Kurdî neweşînin jî dijminê Kurdî neweşînin

Hawrê Qadir got ku rêzefilmên Kurdî pêwîstiyek e, û diyar kir ku rêzefilmên Kurdî hene, lê kanalên ku biweşînin nînin. Qadir li ser mijarê û wiha peyivî: “3 rêzefilmên min hatine weşandin û 10 jî senaryoyên wan amade ne. Em daxwaza alîkariyê dikin, lê dibêjin, pere nînin. Ew kanalên ku filmên Tirkî dikirin û dublaj dikin, li ser kanalên xwe parve dikin, qet nafikirin dewleta Tirk bêpere jî bidin wan, dîsa ziyana wan kanalên Kurdî tê de ye. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze çanda xwe pê belav bike.”

Derhênerê Kurd, Hawrê Qadir herî dawî got, “Em dikarin bi boykotkirina filmên Tirkî, li dijî vê têkdana çand û hunerê Kurdî rawestin. Me gelek daxwaz kiriye ku heger kanalên me nexwazin rêzefilmên Kurdî biweşînin, çi nebe, bila rêzefilmên nêzî çanda Kurdî û guncaw dublaj bikin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found