Riya rast berxwedan e

Erdogan bûye agir û xwe berdaye bedena gelê Kurd. Weke gurê har û çavsor bê ser û ber êriş dike. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrişên qirkirin û dagirkeriyê û li Bakûrê Kurdistanê jî operasyonên qirkirina siyasî û dagirkirina vîna gel dewam dike. Lê divê neyê ji bîrkirin ku wê berxwedan û vîna gelan li dijî faşîzmê bi ser bikeve.

Bi biryara Wezareta Karê Hundir li bajarên tirkiye û bakurê Kurdistanê şaredariyên HDP’ê yek bi yek tên dagirkirin. Şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê jî di nav de bi giştî li 32 şaredariyan qeyûm hate tayînkirin. Rojane li şûna hilbijêrên ku bi îrada gel hatine hilbijartin qayûm tên bicîhkirin.

Her çend piştî çalakî û berxwedana mezin a greva birçîbûnê û rojiya mirinê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke hatibe şikandin, lê belê bi mehane dîsa serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê û malbatên girtiyên li Îmraliyê ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bêbersiv tên hiştin ango bi hincetê kefî tên astangkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 18’ê Hezîranê de bi parêzerên xwe re û 7’ê Tebaxa 2019’an bi malbatê re hevdîtin pêk anî. Careke din derket holê ku sozên hatine dayîn derew in û parçeyek ji lîstika şerê taybet in. Hêjayî gotinê ye ku di pêvajoya diyalogê de jî Ocalan hişyar kiribû û gotibû baldar bin. Jixwe tiştên ku piştî Nîsana 2015’an qewimîn hişyariyên Ocalan piştrast kir. Niha ji hikûmeta AKP-MHP’ê heman polîtîka xistine dewreyê û pêkanînên wan heman in.

Herî dawî derket holê ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên siyasî yên li Îmraliyê di 21’ê Cotmehê de cezayekî nû yê dîsîplînê hatiye birîn. Jixwe ev ceza ne nûye ev 20 Sal in bi rêbazên cûda cûda cezayên wiha didin girtiyên Îmralî. Bi vê biryarê re careke din niyeta dewleta Tirk ya înkar û îmhaya gelê Kurd eşkere bû. Jixwe di serdegirtinên melan ên li bakûrê Kurdistanê de; di binçavkirin û girtinan de mirov vê yekê eşkere dibîne.

Beriya çend rojan polîsên Tirk avet ser mala Hevşaredara Sûra Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û di dema destgîrkirinê de Fîlîz Bûlûttekîn li erdê dirêj kirin û çek xistin serê wê û bi lêdanê desteser kirin.

Ev kiryarên hovane tola ku di hilbijartinê de bi ser neketine ji gel û hilbijêrên gel digrin. Lê gel li dijî van êrişan vê peyamê eşkere dide polis û rejîma faşîst a dewleta Tirk û dibêjin: “Ji ber ku hûn di hilbijartinan de bi ser neketin, hûn hewl didin hêrsa xwe ya li dijî vîna me bidin der. Divê hûn vê ji bîr nekin ku hûn ê ti carî bi hilbijartinê şaredariyan nikaribin werbigirin.” Heta niha kesî bi zilm û faşîzmê temenê xwe dirêj nekiriye. Rast e, berdêlên giran tên dayin lê gel ji ya xwe nayê xwarê. Gelek dîktatorên weke Erdogan xwe ceribandin lê kes ji wan bi ser neket. Erdogan jî wê di xwîna Zarokên Kurd de bixeniqe. Bi nifirên dayikan jî ma be wê Erdogan ber xwe nebîne. Gelê Kurd bi biryar û îddîa ye ku sala 2020an bike sala azadiya gelên herêmê û li dijî her cûre êrişan têkoşînê mezin bike. Bêgûman pêşengên vê berxwedanê jî wê dîsa jin bin. Ji ber ku yên herî zêde êş û azarê dikşînin jin in. Jinan li Şîlî bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şîdeta li ser Jinan, li dijî tacîz, tecawiz û êrişên zayendî bi dansa Las Tesîs çalakiya protestoyî li dar xistin. Çalakiya dansê ya jinan piştî hat pêşkêşkirin li tevahî cihanê belav bû û deng veda. Ji lewma di dawiya salê de jinan ji Şîliyê heta Tûnisê ji Lubnanê heta Kurdistanê bi dansa Las Tesîs bi yek dengî gotin;  ‘kujer tu yî’ û bal kişandin ser şîdeta dewletê. Çawa ku me sala 2019an bi têkoşîneke bê eman derbas kir, wer xuya ye ku wê sala 2020an jî tijî berxwedan be.

Yazarın diğer yazıları