‘Rohî Mirdû’ a Nickwan derket!

Albûma hunermendê ciwan ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Nickwan bi navê ‘Rohî Mirdû’ (Rihê Mirî) ji Red Music Digitalê derket . Stranên di Rohî Mirdû de bi giştî rock û cûreyên rockê yên wekî klasîk, hard û progressif rock in.

Di Rohî Mirdû de 8 stranên (track) soranî hene. Awazên hemû stranan Nickwan bi xwe çêkirine, gotinên stranan jî Dilêr Ezîzî nivîsandine.

Nickwan derbarê albûma xwe de ji mevlutoguz.tumblr.com re axivî û diyar kir ku amadekirina albûmê bi qasî salek û nîvê dewam kiriye. Nickwan got, “Amadekariya albûmê bi qasî salek- salek û nîvê dewam kir û niha li pêşberî guhdaran e. Ji bo belavkirina Rohî Mirdû ez gelek kêfxweş im, lê ez nizanim wê xelk çawa helsengînin û binirxînin. Li Rojhelat derfet nadin konsertan bikim, li Başûr li rock guhdarî nakin, hêvidar im ku karibim li Bakur konseran bidim. Heger derfet û sponsor hebin, dixwazim li Bakur û Stenbolê konseran bidim.”

Ji serketiyên Pêşbirka Ziryabê ye

Nickwan Qaderî yê 26 salî ji rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Bane ye. Nickwan îsal di Pêşbirka Ziryabê de bi ser ket û strana wî ya bi navê ‘Alude’ ji aliyê Gokçe Selîm ve hat aranjekirin û di albûma Bijareyên Ziryabê de cih girt. Rohî Mirdû yekem albûma Nickwan e. 

 NAVENDANÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found