Roja Zimanê Dayikê

Roja 21’ê sibatê wek roja Zimanê Dayikê ji sala 2000’î û virde ye ku li hemû cihanê tê pîrozkirin. Ji ber ku roja zimanê dayikê ye, zimanên serdest û bindest ferq nake, hemû ziman vê cejnê pîroz dikin. Di vê rojê de tê xwestin ku rêza ziman were girtin, kesên ku bi zimanên cuda diaxivin li himberî zimanên hev bêhnfireh bibin, diyalogek di navbera zimanan de hebe û ti zimanek ji ber etnîsîteya xwe biçûk û kêm neyê dîtin. Her kes biqasî ji zimanê xwe hez dike divê ji zimanê din jî hez bike; bê ferq û meyildarî.

Ziman û sîstema ziman derfeteke gelek mezin e ku li cem me mirovan bi çêbûnê re heye. Em ji bilî zimanê dayika xwe dikarin fêrî gelek zimanên din bibin û di danûstendên xwe yên rojane, perwerdeyî û pîşeyî de ji wan sûdê werbigirin. Ev yek jî me şêniyên vê dunyayê li ser bingeha rêz û hurmeta ji hev û nirxên hev re li hev nêzîk dike û mirovbûna me tîne bîra me.

Ji bilî vê yekê jî mafê her mirov, êl û neteweyan heye ku zimanên xwe fêrî zarokên xwe bikin û bi vê rêbazê wê jîndar bihêlin. Ew kes û komên ku ji ber zextên neteweyî û pişaftinê zimanê xwe ji bîra kirine lê xwedî nasnameya xwe ya neteweyî ne, divê ew derfet ji bo wan were çêkirin da ku zimanê neteweya xwe fêr bibin. Di vê mijarê de ne tenê em Kurd, gelek neteweyên din jî hene ku ji aliyê bikaranîna zimanê dayikê ve mafxwarî ne.

Dewletên dagirker bi taybetî jî ya Tirk di vê mijara de ji hemû dewletên cîranên xwe gelek bêrehmtir e. Rik û kîna zimanê Kurdî girtiye û dixwaze di nava van çend dehsalên bê de zimanê Kurdî bi kal û pîran bisînor bike. Ya rastî Tirk di vê polîtikaya xwe de gelek bipêş de jî çûne. Birînek mezin di zimanê me de vekirine. Dema mirov ji aliyê serhejmariya Kurdan ve li meselê dinêre, asta êş û mezinahiya birînê zelaltir xuya dibe.

Lê berxwedan û daxwaza li jiyanê mayina zimanê Kurdî berdewam bihêz e. Jixwe di van çil salên dawî de berxwedana siyasî û nasnameyî hişmendiyeke Kurdistanî di nava Kurdên kurdîaxêv û neaxêv de çêkiriye. Ev bi serê xwe destkeftiyeke mezin e. Dema derfetên statuyî çêbibin, gelek kes ê di demeke kurt de fêrî zimanê xwe bibin. Mînakên wek vê li gelek deverên dunyayê hene.

Hebûna vê rastiyê nayê wê wateyê ku em xwe li himberî fêrbûna zimanê xwe yê dayikê, yê neteweyî û yê mirovî sersar bikin. Ez dibêjim zimanê neteweyî û mirovî, ji ber ku ez dizanim ku ji ber wan sedemên ku me li jor rêzkirin zimanê Kurdî ji bo bi milyonan Kurdan êdî nema zimanê dayikê ye. Lê piraniya Kurdên di vê rewşê de ne, xwe Kurd dibînin û ji bo mafê Kurd û nirxên wê ku ziman jî di nav de ye têkoşînê didin. Ango ew jî wek kesên ku bi zimanê Kurdî diaxivin (kurdîaxêvên nasnameya xwe ya neteweyî inkar dikin ne di nava de) xwedî nasnameya neteweyî ya Kurdistanê ne.

Li aliyê din dîsa ji ber êrîşên dijwar ên li ser zimanê Kurdî erka hemû mirovan e ku zimanê Kurdî û yên di rewşa wê de biparêzên. Li vir divê neyê jibîrakirin ku zimanê Kurdî jî di nav de hemû ziman nirx û hêjahiyên hevbeş ên mirovahiyê ne. Hewldanên bêstatûkirina her zimanekî di bin çi navî de dibin bila bibin êrîşeke li dijî nirxê mirovahiyê. Rêbaza dijderketina van têgihîştinan ew e ku di platformên navneteweyî de neheqiyên li ser zimanên bindest hene yeko yeko bêne gotin û birêvebirên dewletan ên ku bi van karên çavsorî radibin bêne tewanbarkirin.

Lê dawiya dawî jî axaftin berxwedana herî bikêr a zimanan e. Dengê ji ode, karxane, dukan, dibistan û kolanan bilind dibe, kaniya jîndar a zimên e. Dema peyv ji pênûs û pişkokên kompîterê li ser rûpelên kaxizî û yên elektronîkî mîna libên tizbiyê di nava hevokê de li pey hev rêz dibin û ji aliyê mirovan ve têne xwedin hingî ziman bi jiyanê xeş dibe.

Dema dengên malê ji kolanan bilind dibin û mîna kulîlkên biharê li rûyê axê rengînî vedidin, pêşereş geş dibe. Dengên nerm lê bihêz; zimanê min hebûna min e, xewn û xeyala min e. Dîrok, dîlok û dîlana min e. Loma zimanê min nasname û hebûna min e.

Yazarın diğer yazıları