Roja zimanê Kurdî

“Ziman zanîne, zanîn jî xwe nasîne!”

(C. A. Bedirxan)
Li gor daneyan, dîroka zimanan hetanê 40 hezar sal berê diçe. Yanî rasterast mêjuyê destpêka ti zimanî tune, yan jî nayê zanîn. Heke mirov bi hemû hêz û derfetên xwe ve li zimanê xwe xwedî dernekeve, neke zimanê jiyanê, talûka têkçûnê derdikeve pêş, ev metirsî ji bo zimanê me jî ne dûr e. Gava neyê nivisandin, neyê xwendin, bazara wî tunebe û di ti warî de pere neke, kareseta tirsnak jî her diçe nêzîk dibe.
Bi kurt û kurmancî xwendin, nivisandin, jiyan û bazar xwîn û giyana vejîna ziman e. Mîr Celadet Alî Bedirxan ji vir 82 sal (15. 5. 1932) berê ev rastî dît û şoreşeke herî bi nirx pêk anî. Wêçaxê wî bingehê elîfbayek ku bikane zimanê Kurdî di cihê herî berz û layîq de bide rûniştin danî û cara yekem di rojnameya “Hawarê” de weşand. Ango bingehê xwendin û nivisandinê afirand. Jiwê rojeke wiha ji bo siberoja ziman û çanda me dîrokî û jiyanî, divê bi her awayî were pîrozkirin. Ne tenê pîrozkirin divê em di vê rojê de sozeke ji dil bidin ku em ji vê rojê û pêve Kurdî dikin zimanê xwe yê jiyanê.

Ziman nasname ye

Pêkhatina zimanekî ne hêsan e, ew di pêvajoya bi hezaran salan de rengê xwe digire. Ziman encama tevahiya azmûn, çalakî, fêrbûn, fikirandin, şahî, şîn, nêzîkahî, germahî, henek û yarî çalakiya derûnî ya civakekî ye. Jiwê jî hem bingeha kesayetî û hemjî ya nasnameya (îdendîteta) netewekî ye. Her gotin, her heyî li gor jiyana wê civakê reng û wate digire.
Wek mînak “pepûk” di civaka me da sembola şînê, lê di civakên din de tersê wê ye. “Kew” di civaka me de xwedan rengekê îxanetê, lê di civakên din de xwedan wateyê din e. “Bêrîvan” di civaka me de pîroz e, lê di civakên din de navê wê jî tune. Em dibêjin, “şêr şêr e, çi jin û çi mêr e” Tirk dibêjin “at, avrat sîlah!” Bi kurtî mirov dikane di gelek waran de mînakên vê rastiyê li ber çavan radixîne bide. Ji bo têgihîştinê em mînakek balkêşê din bidin: Îngîlîz dûrbûnê bi Mail, mirovên Grundlandê bi şev û raketinê, em Kurd jî dibêjin “Bi çend qonaxan” jê dûr e. Ev ji jiyana gelan tê.
Ziman nasnameya (idenditeya) mirovan e. Dema mirov alman dibêje zimanê almanî, Kurd jî bibêje zimanê Kurdî tê bîra mirovan. Bê zimanekî ramandin, bê gotinên ji devê mirovan derdikeve nasname nabe. Nasnameya bingehîn ziman e. Dema mirov bibêje “ez Kurd im” berê her tiştî bi peyva “Kurd” re zimanê Kurdî tê bîra mirovan.
Di civînekê de du Kurdên me bi hev re bi tirkî axivin, jineke alman bi nûgerî bala xwe da ser wan, li pey jî ji wan pirsî: “Hûn bi çi zimanî bi hev re diaxivin?”  Wan jî gotin; “em bi hev re bi tirkî diaxivin!” Jinikê hima kevir di ser dilê wan de danî û got: “Wê çaxê hûn çima dibêjin; em Kurd in! Ku hûn bi hev re bi tirkî biaxivin, hûn tirk in!” Ango zimanê mirov bikar tîne, rasterast nasnameya mirovan derdixe pêş.
Lêkolînê zimanzanina etnîkî (etnolinguistî) bi awayekî gelek zelal nîşan dide ku rêzimana zimanekî çanda axivêran diteyîsîne. Ango ziman ne tenê amrazeke ramandin û têgihîştinê, rasterast nasname û pîvana asta axivêr jî derdixe pêş. Bi gotineke din zimanê mirovekî seviya wî ya perwerede û zanînê jî raber dike.
Ziman neynika parçebûn, tehribat û kompleksên li ser kesayetiya mirovan ne jî. Li rastiya xwe xwedî derketin, yan jî jê revîn nîşana vê ye. Wek mînak: em ziman ji dê û bavê xwe fêrbûn, dê û bavê me jî ji kal û pîrên me fêrbûne. Ku em wî zimanê dê û bavê xwe bi zarokên xwe nedin fêrkirin, di cihê wê de zimanê dê û bavên biyaniyan (mînak yê tirkan) bidin fêrkirin, ev tê wê wateyê ku em ji dê û bavê xwe, ji kal û pêrên xwe şerm dikin, lema jî em zimanê biyanî layîqê zarokên xwe dibînin. Ev jî nîşan dide ku em mirovekî bi derûnî nexweş û di nava kompleksan de digevizin. Bi zimaneke tuj û tund ev heramzadetî ye.

Ziman qedexekirin

Zimanan qedexekirin, pêşî li pêşveçûna zimanan girtin cinawirî û komkujiya herî xwînxwar e û dijminahiya mirovahiyê ye. Ji ber vê egerê jî Yekitiya Netewan (YN) an  sala 2008 an wek sala zimanan pejirand û hin tedbîrên li jiyanê hîştina zimanan girt. Wek nimûne hin tekstên mînak bi zimanên di nav cendereya mirinê de ne dan nivisandin.
Herî zêde dewletên bê nasnameyeke (heramzade) bingehîn dijminahiya zimanan kirine, ziman qedexekirine, ango bi kotekê nasnameyeke netewî afirandine. Wekî mînak: Dewleta Avusturalyayê, zimanê Awbircînan qedexe kirin, yekê bi wî zimanî biaxiviya dikanîbû bihata darvekirin jî. Heman tiştî dewleta tirk anî serê me Kurdan. Ev ji aliyekî ve jî; li gel cinawirî, bênasname û bê çandbûn, bê sinciya dagirkerên tirk nîşan dide.
Qetliameke din a zimanan jî, zarava, devok û zimanên kêmaran e. Li piraniya welatên netew dewlet afirandine, zarava û devokên heremî hatine bişaftin, heta hin zimanên serbixwe jî di bin siya zaravayan de ketine bin pêla zimanê fermî. Li başûrê welat jî hewldaneke soranî wek zimanê fermî derxistina pêş û helandina zarava û devokan hebû. Lê divê hin zaravayên bingehîn, wek Kirmanckî, Hewremî bi her awayî werin parastin û pêşxistin..
Roja zimanê Kurdî bi hêvîya Kurd bi her awayî li zimanê xwe vegerin, pîroz be.

Yazarın diğer yazıları