Rojava cejnê pîroz nake

Eniya El Nusra û Dewletî Îslam ya Iraq-Şamê ku girêdayê El Qaîdeyê de di 8’emîn roja Ramezanê de di 16’ê  tîrmehê de li Serêkaniyê êrîş pêk anî. Komên ku bi piştgiriya serokwezîrê Tirk Erdogan ev êrîş pêk anîn di nava 48 saetan de ji aliyê YPG’ê ve hatin paqijkirin. Koman li pey xwe gelek pasaportên aydê welatên din û nasname hiştin.

Hedefa din ya şîdetê dîsa taxên Kurd yên Tîl Ebyad ya sînorê wê bi Tirkiyeyê re hebû bû. Di 20’ê Tebaxê de êrîşan dest pê kir û Mala Gel a Kurdan ava kiribû û xanî bi bombeyan hatin îmhakirin. Eniya el Ekrad (Kurd)  emîrekî Dewletî Îslam ya Şam-Iraqê dîl girt. Komên çekdar jî bi sedan Kurdên sivîl revandin û di bin îşkence û binpêkirinên derveyê mirovahiyê re derbas kirin.
Ev dîl hemû li hemberî berdana emîrê El Qaîdeyê hatin berdan. Lê komên çeteyan soza dan negirtin û beşeke ji rehînan berdan. 200 sivîl hêj dîl girtin û li nexweşxaneya taybet ya Rakka tên girtin.

Pêkanînên dij mirovane  
Piştre pevçûnan bê navber berdewam kir û ev pevçûn balvê Girkê Legê, Kobanê, Efrîn, Tirbespî û Halepçê bû. Li vir li hemberî YPG’ê, polîs û gelê sivîl êrîşên mezin çêbûn. Di her carê de komên çeteyan wendahiyên mezin dan. Di nava van de gelek fermandarên El Qaîdeyê hebûn.
Komên wendahiyên mezin dan, dest bi pêkanînên hovane kirin.  Komên Girêdayê El Qaîdeyê û komên girêdayê OSO hetga niha gelek caran li beramberê fîdyeyê gelê sivîl revandin û dizî dikirin. Li ber kameran înfazên hovane dikirin.

Cîhan bêdeng e

Di dawiya meha tîrmehê de çeteyên El Qaîdeyê û taburên OSO bi hev re êrîşên bajarokên Tîl Hasil û Til Aran kirin. Di encama vê de 70 Kurd ku tê de zarok jî hebûn, hatin qetilkirin. Di 31’ê tîrmehê de 50 sivîl hatin qetilkirin û di yekê tebaxê de jî 20 jin û zarok di kampyonekê de bi çekên doçka hatin parçe kirin. Ev komkujî ji aliyê yek dewletek musliman û dewletên Yekitiya Ewropayê ve nehat şermezarkirin. Bi vî awayî bûn hevkarê vê komkujiya hovane.

Tirkiye piştgiriyê dide çeteyan

 Piştgiriya hikûmeta tirk ya ji bo komên çeteyan bi awayekî vekirî tê dazanîn. Li tirkiyeyê komên çeteyan civînan çêdikin û çek ji ser Tirkiyeyê bo wan tên şandin.  Her wiha birîndarên çeteyan jî bi ambulansên Tirkiyeyê dibin nexweşxaneyan. Yanî ev çete piştgiriya xwe ya lojîstik ji van welatan digirin.  Heta niha bi gelek belgeyan hatiye tespîtkirin.

Ambargoya herêmî û navneteweyî

Tirkiye bi piştgiriyê tenê sînor namîne û hem li Rojavayê Kurdistanê û hem jî li qada herêmî û navnetweî ambargoyeke giran pêk tîne. Ji adara 2011’an heta niha Tirkiyeyê deriyên sînor li Kurdan girtine. Çete jî bi awayekî pir rehet diçin û tên. Tirkiyeya ku ji pêkanîna sûcê mirovahiyê ya El Qaîdeyê nerehet nabe, dema mijar bibe Kurd ambargoyê datîne.
Ji meha Gulanê de Herêma Federal a Kurdistanê Deriyê Sêmalkê girtiye. Ligel hemû bertekan nayê vekirin.
Ner wiha aliyê ambargoyê yê navnetewî heye. Bernameya Xurekê ya Cîhanê a NY’ê diyar kir ku di meha tîrmehê de alîkariya xurekê ya ku têrî 2,4 mîlyon kesî dike şandine. Hedef sê mîlyon kes bû. Lê di nava vê hedefê de Kurd û nejî alîkarî hebûn.

Di cejnê de agirbest

Ligel van êrîş û ambargoyan komên çeteyan li jî berxwedana gelê Kurd pêşde neçûn û bi dehan wenda dan.  YPG’ê li gorî pêwistiya nirxa civakî Cejna Ramezanê 3 rojan agirbest îlan kir. Lê komên oldar yên radîkal ne cejn û ne jî ramezan li ber çavan girt.
Her wiha komên çeteyan di saet li dora 00.30’an de li hemberî Serêkaniyê dest bi êrîşan kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN 


Gel herikî ser goristanan

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên komên çete ên li ser navê Îslamê tevdigerin û li dijî Kurdan komkujiyan pêk tînin, Cejna Ramezanê pîroz nakin. Li tevahiya bajaran welatiyên ku pîrozbahiyan nakin, berê xwe dan ser “goristanên şehîdan”
Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên civakî bi daxuyaniyan eşkere kirin ku ji ber êrîşên komên çete û bîranîna welatiyên hatine qetilkirin û şervanên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane Cejna Ramezanê pîroz nakin, îro li herêmê cejin nehat pîrozkirin. Li bajarên Rojava ku kolan hemû vala ne, welatiyan jî di demjimêrên serê sibehê de berê xwe dan “Goristanên şehîdan” û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn.
QAMIŞLO: Duh êvarê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan welatî çûn Goristana Şehîd Delîl Saruxan a li Taxa Meyselûnê û gorên cangoriyên azadiyê ziyaret kirin. Di axaftinên ku li vir hatin kirin de, hate destnîşankirin ku gelên herêmê bi saya cangoriyan azadiyê hatiye van rojan û niha di nava aramiyê de jiyan dike. Di axaftinan de soza şopandina rêya “têkoşerên azadiyê” hate dayîn û banga bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
Îro jî di demjimêrên serê sibehê de bi sedan welatiyan cenazeyên 2 şervanên YPG’ê li Gorîstana Şehîd Delîl Saruxan defin kirin û gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.
TIRBESPIYÊ: Di demjimêrên serê sibehê de rêveber û endamên saziyên girêdayî TEV-DEM û Saziya Malbatên Şehîdan, li gundên Girê Pirê, Digira û Til Cih, girêdayî bajêr goristan û malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane  ziyaret kirin. Di axaftinên li ser goristanan de soza şopandina pêşeng û cangoriyên azadiyê hate dayîn.
AMÛDÊ: Bi sedan welatî di demjimêrên serê sibehê de çûn Goristan Şehîd Îsmaîl û gorên cangoriyên azadiyê ziyaret kirin. Di ziyareta ku rêveber û endamên partî û saziyan jî tevlî bûn de, axaftin hatin kirin û banga yekîtî û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
DÊRIK: Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan bi sedan kes ku di nava wan de rêvber û endamên saziyan jî hebûn, di demjimêr serê sibehê de çûn Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Di axaftinên ku li goristanê hatin kirin de, êrîşên komên çete hatin şermezarkirin û berxwedana YPG’ê hate silavkirin.
Piştî ziyareta goristanê jî, girseya gel malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.  Endamên Konfederasyona Xwendekaran jî çûn gundê Rubarya û malbata şervanê YPG’ê Metin Mehemed ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû ziyaret kir.
DIRBÊSIYÊ/SERÊKANIYÊ: Welatiyên li Serêkaniyê û Dirbêsiyê jî di demjimêrên serê sibehê de berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê û gorên cangoriyên azadiyê ziyaret kirin. Di ziyareta ku rêveberên TEV-DEM û gelek partî û saziyan jî hebûn de, wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Endamê TEV-DEM’ê Hisên Şawiş li vir axivî û êrîşên komên çekdar û bêdengiya hinek partiyên Kurd a li hemberî êrîşan şermezar kir. Şawiş her wiha bang li hemû kesî kir ku tevlî YPG’ê bibin.
Li bajarên Efrîn, Kobanê, Hesekê, Til Temir jî welatî goristan û malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kirin. 

ANHA/QAMIŞLO

Yazarın diğer yazıları

    None Found