Rojbûna jina azad

YPJ: Rêber Ocalan di Rojhilata Navîn de, ji bo gelan serdemeke nû, jiyaneke nû, felsefeyeke nû, fikreke nûjen û heqîqeta mirovê azad afirand.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya salvegera 7´an damezirandina yekîneyên xwe û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Fermandariya Giştî ya YPJ´ê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera 7´an ya avakirina YPJ´ê ku di 4’ê Nîsana 2013’an de hate damezrandin, di serî de li gelê Kurd, li hemû mirovahiyê, li jinan û dayîkên kedkar pîroz kir.

Hatineke dinê ya civakî ye

Fermandariyê 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û bi taybetî jina Kurd wekê roja ji nûve hatina dinê pênasekir û got; “Bûna Rêber Apo ji hatineke dinyayê ya fîzîkî wêdetir, bûneke civakî ye. Rojbûna Rêber Ocalan di Rojhilata Navîn de, ji bo gelan serdemeke nû, jiyaneke nû, felsefeyeke nû, fikreke nûjen û heqîqeta mirovê azad afirand. Di roja îro de fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ser bingehê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ji bo gelên cihanê bûye çavkaniya hêvî, bawerî û nîşaneya jiyaneke wekhev û azad.”

Têkoşîneke civakî û leşkerî

YPJ´ê di dewamê de bal kişand ser armanca avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û got: “Weke YPJ me di rojeke wiha dîrokî de biryara avakirina hêza parastinê da. Me biryar û sonda parastina tevahî jinan û gelan di vê rojê de da. Ev roj ji bo me bi destxistina bawerî, cesaret, vîna azad, rastiya jina têkoşer û şerker îfade dike. Me di 6 salên derbas bûyî de li hemberî dijminê mirovahiyê, yê herî hov û xedar DAIŞ û komên çete yên dinê, tekoşîneke fikrî, civakî, çandî, polîtîk, siyasî û leşkerî meşand. Me bi saya rêhevalên xwe yên şehîd jî cihaneke manewî, exlaqî û wijdanî ava kir û diyarî hemû gelan kir.

Şoreşê bersiv da vê kedê

Fermandariya YPJ´ê keda Ocalan a di bipêşxistin û mezinkirina Şoreşa Rojava de jî nirxand û got: “Di rastiya şoreşa ku ev 7 sal in bi pêşengiya jinan ava bûye, hemû gelên cihanê rastiya xwe tê de dît û berê xwe da vê şoreşa bê mînak. Bêguman ev jî bi ked û hewldanên mezin ên Rêber Apo pêk hat. Keda herî mezin Rêber Apo ji bo azadiya jinan da û hîna jî dide. Rêber Apo 20 salan kedeke mezin û bê hempa ji bo zanekirina gel û jinên Rojavayê Kurdistanê da. Gelê me îro bi avakirina şoreşê, bersiv da vê keda mezin û ji bo xwedî lê derkeve her roj berdêlên giranbuha dide.

Em ê li ser şopa wan bin

Fermandariya Giştî ya YPJ´ê di dawî de biryardariya xwe ya têkoşînê jî wiha raber kir; “Li ser şopa mîrateya me ya giranbiha ya 6 salan, em ê ala berxwedanê ya ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kiriye, bi Rêberê xwe re di welatekî azad de li ba bikin. Li ser vî esasî em dibêjin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk werê, çi ji me bê xwestin em ê bikin û xwedî li keda Rêber Apo di ber me de daye, derkevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found