Rojên Filmên Kurdî li Frankfurtê

Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê bi hevkariya Filmforum Hochst û Meclîsa Jinên Kurd Amarayê “Rojên Filmên Kurdî li Frankfurtê” tên organîzekirin. Rojên filman sibe dest pê dikin û wê 6 rojan dewam bikin.

Di rojên filman de sibe saet 19.00´an wê filma Biryareke Zor a derhêner Ender Ozkahraman bê nîşandan; heman film wê 15´ê mehê (sêşema bê) saet 20.30´î jî bê nîşandan. 11´ê mehê saet 18.30´î kurtefilmên xwendekarên Akademiya Filman a Rojava yên bi navê Deng, Derwêş, Berx, Maxi Rojava û belgefilma li ser Komuna Filman a Rojava wê bên nîşandan. Saet 20.30´î filma bi navê “Çîrokên bajarên wêranbûyî” yê derhêner Şêro Hinde hebe; heman film wê 16´ê mehê (çarşema bê) saet 20.30´î jî bê nîşandan. 11´ê Cotmehê ji bo minaqeşeya piştî nîşandana filman wê rejîsorê Komuna Filman a Rojava Onder Çakar jî mêvan be.

12´ê mehê yanî şemiya bê saet 18.30´î filmên Komûna Filman Kêra Koh û Darê Bitenê wê bîn nîşandan; saet 20.30´î Belgefilma Fermandar Ariyan ya derhêner Alba Sotorra wê bê nîşandan, heman film 15´ê mehê saet 18.30´î de jî tê nîşandan.

13´ê mehê yanî yekşema bê saet 20.30´î filma Hewno Bêreng a Mehmet alî Konar tê nîşandan, heman film 14 û 16´ê mehê (duşem û çarşema bê) saet 18.30´î û  jî tê nîşandan.

Hemû film wê li Filmforum Hochst (Emmerich-Josef-Straße 46A, 65929 Frankfurt a.M.) bên nîşandan.

FRANKFURT

Yazarın diğer yazıları

    None Found