Rojên girîng

Seydayekî rêzdar me li Berlînê heye, navê wî Mele Mihemmed e. Welatparêzekî hêja û mirovekî hezkirî ye. Her gava dest bi axaftina xwe dike, teqez gotina, “Em di ser pira siratê re derbas dibin, birayên delal!” dibêje. Car caran ji civatê hinek derziyê tê re dikin û dibêjin, “Seyda, em di bextê te de, ev pira siratê ji bo Kurdan çiqas dirêj e, ev em diçin naçin xelas nabe!?”

Di jiyanê de mirov carinan di navbera du rastiyan de dimîne. Ev gotin û serpêhatiya me li jor veguhêstî jî yek ji wan e. Li aliyekî gotina seydayî ku dibêje, ‘pira siratê’ jî rast e, li aliyê din jî pirs û nererazîbûna kesên ji civatê jî îşaret bi rastiyeke din dike. Heta Seyda ji gotarekê derbasî gotareke din dibe, li welatê Kurdan bi dehan guherîn û qewmîn rûdidin, gelek caran rewşên wisa diqewimin ku ji mêzîna pira siratê jî dijwartir mirov dikare pênase bike. Hind caran hevsengî û mêzînên hinde nazik û jiyanî li dar in ku heger yek piçekî jî gava xwe şaş biavêje yan jî lingê xwe rast neavêje, teqez wê jê de bikeve.

Ketin jî çi ketin e? Li jêr qet dîmenên dilşadker nînin. Li jêr dabetulerd heye ku mirovan dixe nav pûrt û pirçên xwe û dibe davêje nav agirî. Li aliyê din agir, cinawirên ji agirî û wisa jî êşkenceyeke ji agir a heta hetayê li benda mirovan e. Ew teswîr a ku ji bo destpêka dojehê hatî kirin ya rastî dihêle ku xewnên şevan jî li kesên bawermend heram bibin.

Gelek caran mirov hizir dike ku bera jî heger bi milyonan kes ji wê encamê ji dil û cal bawer in, gelo çawa dikarin bê kiryarên olî, îbadet wd jî yek deqeyê bijîn? Heger mirov bi rastgî jî bi rewşeke wisa bawer dikin, divêt bi taybetî ew kes bi şev û rojan eniya xwe ji ser sicadeyan ranekin û ji mizgeft û ayîngehan hîç dernekevin. Lê wisa diyar e ku rastiyên jiyanî û pêdivî dibe sedem ku mirov rêyên din di navbera wan qanûnên hişk de bibînin û di ber bawerî û qanûnên dijwar ên ji wan baweriyan derketîn li jiyana xwe ya sanahî jî dewam bikin.

Her wiha em li gotinên Seydayî vedigerin û bi rastî ew pira siratê ya em wekî gel li ser in û mixabin çiqas diçe dirêj dibe, her cara em dibêjin, “aha, em vê carê gihiştin dawiyê, emê jî êdî bigihijîne serketinê”, ew pir ji nû ve dibe wekî mû, weke kêr û heta çavên mirovî dibînin jî dirêj dibe.

Niha gelek ji pêşengên Kurdan li dû jina şoreşger Leyla Guven di nav liberxwedaneke dîrokî de ne. Gotin hêsan e, meha pêncan e ku xwarinê naxwin, di efsaneyên kevnar û di kitêbên olî de jî behsa çilekêşiyeke wiha nayê kirin.

Sebra Eyûb navdar e, lê di çîroka wî de birçîbûn nîne. Nexweşî, êş, kotîbûn, cizam û wekî din. Eyûp di ber gelek cûre zehmetiyan re hatiye derbaskirin û Yezdanê wî xwestiye wî îmtîhan bike, di wan îmtihanan tevan de jî bi ser dikeve, lê behsa birçîbûneke wiha dijwar û demdirêj nayê kirin.

Niha gelek Kurdan bedenên xwe razandine li wê çilekêşiyê. Hîna kesî ji wan jiyana xwe ji dest nedaye, lê em pirr baş dizanin ku heger ne armanceke wiha pîroz be, mirov li dewsa rewşeke wiha, hezar caran xweziya xwe bi mirinê tîne. Lê ew mirovên ku bi serketinê qewî bawerî anîne, ji kiryarên xwe ewle ne û her cara çavên wan bi mirovan dikeve, pê li êşa dijwar a di nav dil û hinavên xwe de heyî dikin û yekser dibişirin.

Ev hefteyek e ku komek ji wan çalakgeran ku di nav wan de Mele Mustafa Tuzak, Şîyar Xelîl, Omer Bagdur û Cemal Kobanî jî hene li Berlînê, çalakiya xwe dewam dikin. Çalakger li kolaneke di navbera Parlamena Federal û Serokwezaretiyê de ne. Doh Şîyar Xelîl bi êşeke giran ket. Ji ber êşa xwe debar nedikir, ket erdê. Piştre rakirin nexweşxaneyê, dermankirin red kir. Bijîşkan got, “Eger dermankirinê qebûl bikî, em ê weke heyeta tibî nameyekê ji sefîrê Tirk ê Berlînê re bişînin.” Lê dîsa jî wî qebûl nekir.

Şiyar Xelîl di hevdîtina me de got, “Îro 4 ê Nîsanê ye, rojbûna serokê min e. Serokê min heftê salî ye û bîst sal in di zindanên dijminan de ye. Ew êş û janeke pirr xedar dikişîne, lê tim li ber xwe dide. Di rewşeke wiha de êşkişandina ji bo rêberekî wiha ji bo min rûmet e.” Xelîl gotina xwe wiha bi dawî kir: “Bila gelê me û raya giştî li çalakiya me ya ku Leyla Gûven serkêşiya wê dike, xwedî derkeve. Ew besê min e.”

Belê, rojên girîng in xwişk û birayên delal, bila haya me ji hev hebe.

Yazarın diğer yazıları