Rojeva Barzanî û Çavuşoglu!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh li Enqerê piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu daxuyanî da û diyar kir ku girîngiyê didin peywendiyên li gel Tirkiyeyê û got, ji bo wan Tirkiye girîng e. Di axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu de jî bandora boykotê ya li Başûr xuya kir.

Barzanî weha got: “Mixabin desthilata me li Şengalê nîn e, ew di bin kontrola desthilata hêzên ewlehiyê yên Iraqê de ye. Ji berê de, em li dijî hebûna PKK’ê ya li Şengalê û Herêmê ne. Em ligel wê nînin PKK li Şengalê û navçeyên din hebe.”

Tevî vê gotinê jî Barzanî yan ji bîr kir an jî xwe li nezanînê danî û negot, PKK ev du sal in bi awayekî fermî ji Şengalê derketiye.

Hêjayî gotinê ku Mesrûr Barzanî bi zimanê Kurdî neaxivî, bi Ingilizî daxuyanî da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu dijminatiya xwe ya bi gelê Kurd re weke gelek caran anî ziman û êrişî Tevgera Azadiyê kir.

Çavuşoglu bi awayekî qala bandora boykotê kir û got, me qala hemahengî û pirsên aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de kir. Astengên li xalên gumrikê hene me guftûgo kir.”

Çav li rê ye, Barzanî bi serekçete Erdogan re jî rûnê.

ROJNEWS/ENQERE

Yazarın diğer yazıları

    None Found