Rojeva Jinên Îranê azadiya ramanê ye!

Rejîmên îro li herêmê, li ber ruhjêçûnê ne, herî zêde dixwazin civakê ji xwe re wek mertalekî bi kar bînin û temenê xwe dirêj bikin. Pergala xwe disperse mêrê serwer û hîlebaz, lawaziya xwe ya heyî bi hukimdariya li ser civakan nexasim li ser jinan vedişêre. Jixwe, di xanedanî û mezinbûna malbata di bin serweriya mêr de jî ev hişmendî heye. Mêr wek efendiyê li ber deriyê dewletê, di heman demê de hukimdarê herî zalim ê li ser jin û zarokan e. Bi awayekî neçare ji xwe re hinek warên serweriyê peyde bike, ji bo bikare desthilatdariya xwe li ser wan bimeşîne. Hepskirina jinê di seray û milkê di bin serweriya xwe de, hiştiye ku bi hêsanî û gelekî bê perwa mudaxeleyî şêwazê jiyana jinan bike. Ji mafê xwe hesibandiye, çawa dilê wî xwestiye şekil bide jinan. Her ku rejîmên desthilatdar ji aliyê efendiyên xwe ve rastî êrişan tên, ew jî êrişî civaka di bin serweriya xwe de dikin.

Îro hem li Îranê hem jî li Tirkiyeyê welat ji ber siyasetên her du netewe dewletên hişk û paşverû di rewşeke herî şepirze de ye. Rewşa her du welatan jî dişibe hev. Ji bo xwe ji vê tengasiyê rizgar bikin, neçar in çavsoriya xwe ya ji bo desthilatdariyê bi zexta li ser civakê qaşo çareser bikin. Zêdebûna rêjeya kuştin û şideta li dijî jinan raste rast bi vê miijarê ve girêdayî ye û çawa me li jor behsa wê kir, çavkaniya xwe ji hêrs û çilûsiya desthilatdariyê werdigire. Di van demên dawî de ku li Îranê liv û tevgera civakî beramberî dewletê zêde bûye, zext û mudaxeleya li ser jiyana civakê jî hîn zêdetir bûye. Têkoşîna jinan li Îranê li beramberî rejîmê, ne bê bingeheke dîrokî ye, û ne jî tenê bi roja îro re bi sînor e. Her wiha tenê mijareke şexsî ya cillixwekirin yan jî serê xwe nixumandinê yan jî ne nixumandinê nîne. Di van salên dawî de jinên li Îranê gelek kampanya dane destpêkirin. Herî zêde bi helwêsta xwe ya wêrek dixwazin ji rejîmê re diyar bikin ku ew ne robot in û ti kes nikare biryarê derbarê jiyana wan de bide. Diyar dibe ku rejîm gelekî ji kampanyayên jinan aciz e û ketiye nava zehmetiyê. Ji bo wê jî di gelek weşanên xwe de tiştên dûrî aqilan dike. Gelek kes û melayên olî derdikevin û dest bi propagandaya hîcab (serê xwe girtinê) dikin. Mixabin di vê navberê de jinan li beramberî hev bi kar tînin. Nîqaşên jinên baş û ne baş, dikin. Jinên bi pîvan û bêpîvan dikin. Wek ku jina serê xwe bigire, ew jina bi pîvan û bi exlaq be. Jinên derveyî nihêrîn û têgihîna xwe wek jinên bê exlaq bi nav dikin. Ev bi xwe, bi serê xwe bêexlaqiyeke gelekî mezin e. Mirov gelek caran difikire, heger jin nebûna wê ev pergal li ser çi ji xwe re siyaset bikira yan jî propagandaya xwe bikira. Mêr di bernameyên TV´yan de derdikevin û mînakên jina bi “ifet!” didin, dibêjin, ka li gorî wan jina bi exlaq kî ye û çawa ye.

Niha li Îranê qeyraneke aborî heye û nerazîbûna xelkê ji vê yekê heye. Ji bo ser van mijarên esasî yên welat hemûyan bigirin, mijara hîcaba jinê dixin rojevê û wisa dixwazin têgihîna civakê ber bi aliyên şaş ve bibin. Dixwazin bala civakê li ser gendelî û sextekarî, zilm û faşîzma xwe rakin û ber bi cihekî din ve bibin. Jinên sergirtî û bi çarşeva reş derdixin û li dijî jinên din didin axaftin û heqaretên herî mezin li civaka Îranê dikin. Jixwe, rejîm vê baş dizane, heger mêr bixwe raste rast li dijî jinan biaxive, wê helwêsta civakê li beramber wan gelekî tund be. Lê bi rêbazeke gelekî zirav ku jixwe jin fêrî vê siyasetê jî bûne, jinan li dijî jinan didin axaftin. Ew jî tenê fetwayan didin. Çend roj beriya niha, qaşo kesekî mamosteyê zanîngehê ye, derxistine û îdîa dike ku rewşa heyî ya jinan dibe sedem ku mêr tehrîq bibe, nikare derkeve derve û li kolanan bigere. Bi gotina wî, qaşo li kolanan jinên bê exlaq zêde bûne. Ji bo wê, mêr nikare kar bike û ev rewşa aborî ya lawaz jî çavkaniya xwe li gorî wî ji bê exlaqiya jinan digire! Rastî ev sosret e, û nabe gelên Îranê vê bê hurmetiyê li beramberî xwe qebûl bikin. Herî zêde divê jinên Îranê li dijî bikaranîna xwe ya li ser TV û medyayên civakî derkevin. Jin di cillixwekirinê de azad in û divê ew biryarê bidin ka wê çi li xwe bikin. Heger jinek çarşevê jî dide serê xwe yan jî çawa li xwe dike, divê ew terciha wê be. Mijara esasî ya jinan ne ev e û nabe rojev jî hemû di vê tewereyê de bibe. Jin têkoşîna guhertina hişmendiya hezarê salan dikin. Daxistina asta têkoşîna jinan bi mijarên wiha, bi rastî jî wê encamgir nebe. Ev yek rojevên esasî di siyê de dihêle, û rejîm dixwaze wisa civakê bi taybetî jinan parçe bike û berde hev. Bi kîjan bawerî, ol û mezhebê dibe bila bibe, rojeva jinan azadiya fikir û ramanê ye.

Yazarın diğer yazıları