Romana Gaumada ya Serhildana Îro ye

Ev demeke dirêj e ku ez li ser romana Gaumada dixebitim, di paralêliya wê de çend gotarên bi vê serhildana Gaumada û serhildanên din ên li dij Darios di rojnameya me “Politika Azad” de hate weşandin. Kê ew şopandibin, dizanin Gaumada kî ye û çima girîng e.

Min di romanên din de bi hêviya wê weşanxane kêmasiyên rastnivîsê li gor sîstema xwe sererast bike, tenê girîngî dabû neveroka romanê. Lê vê carê ne tenê naverok, bi giranî li ser rastnivîs, xwerû li ser hevokan rawestiyam û roman qediya. Wê ev roman bi navê “NEVIYÊ AŞTIYAGO GAUMADA” were tomarkirin.

Romanên dirokî di têgihîştina dîrokê de roleke girîng dilîzin. Ji bo me Kurdan romanên herî dijwar romanên dîrokî ne. Lewra belge pir kêm in, yên heyî jî, wisa hatine tevlihevkirin ku bi wan belgeyan gihîştina rastiyê gelek dijwar e. Mirov bi hêsanî dikene bibêje: Herodot çep lêdixe, Ktesias rast lêdixe, nivîsên bi Akadî kurt lêdixe. Dîrokzanên têkiliya xwe bi dagirkeran re jî hene, li gor fermana dagirkeran yên heyî jî belovajî lêdixin. Bi îdîayên xwe yên rê li ser rastiyan şaşkirinê, mijaran hê şêlûtir dikin. Mîna mirov di nava ewrên lenger rahiştiye erdê û her der tarîkirî de li pûleke sayîyê bigere, wisa dijwar e. Lema em serî li çîrok û destanên gel didin, naveroka wan û motifên di çîrokên gelê me de dirûberînin ku bikanin bigîhîjin rastiyê.

Gaumada / Gaumata kî ye?

Li gor Herodot Gaumada / Gaumata pîrekî Zerdeştî ye, ji êla Magiyan e, ev êl rêveberê Medan e (Herodot History). Lêkolînerê Rus M.A. Dandamaev jî Gaumada wek pîrekî Zerdeştî şirove dike. Di verziyona babîlonî ya nivisên mixî yên li Bestûnê (Behistûn) de Gaumada wek rêveberê Medya tê destnîşankirin (Ansikolopodî Îranîka). Her wiha piraniya dîrokzanan Gaumada yê di nava cil û bergê Pîrê Zerdeştî de wek meriv û xizmekî Aştiyagoyê serwerê Med pênase dikin. Aştiyago bi xwe jî ji eşîra Magan / Magiyan e. Tişta herî balkêş jî ev e. Ktesias Von Kîndos radigîhîne ku keçeke Aştiyago bi Spîtamayê (II.) re zewiciye. Spîtamayê II. neviyê serokê Heyeta Rûsipiyên Med Rozmada û kurê keyxwidayê Aştiyago ye.

Kuroş Spîtamayê II. dîl digire, bi kizîr û telalan dide ragihandin ku Aştiyago neyê teslîm nebe, wê ew ê Spîtamayê II. bikuje. Lema Aştiyagoyê ku li ba Keyxwida xwe veşartî, diçe, teslîm dibe. Lê Kuroş li ser soza xwe nasekine û Spîtamayê II. dikuje. Her wiha Spîtamayê kuştî ji bo Xormedyayê bi destxistinê jî bikartîne. Li gor Ktesîas Von Kîndos Kuroş dixwaze bi zorê bi Xormada (Xormedya Gr. Amyatisî) re bizewice. Lê Xormada (Xormedya) xwe ji destê Kuroş rizgar dike û xwe di zinêr de davêje. Li gor daneyên heyî dibe ku Gaumada kurê Xormada û Spîtamayê II. be. Lewre Tac û xeftanê Aştiyago nakeve destê Kuroş, Li ba bavê Spîtamayê II. ango kalikê Gaumada yê ku keyxwidayê Aștiyago bû, dimîne. Keyxwida bi tevê wan ji Hamedanê derdikeve û wenda dibe.

Kuroş û Hîstaspayê bavê Darios bi salan li dû wî digerin, lê wî bi dest naxin. Gaumada bi tac û xeftanê Aştiyago tê sertackirin. Ev tê wê wateyê ku Keyxwida neviyê xwe jî bi tac û xeftan re dibe, di dibistaneke Magan de wî mezin dike û ji bo rêveberiyê amade dike.

Min di nivîsa hefteyên berê de bi zelalî ragihandibû ku di nava gelê me de gelek çîrok û destanên bi Gaumada re têkildar hene. Dema mirov rastiya wan çîrokan bi vê mijarê re dirûberîne, her tişt zelal dibe. Mînak; di mîtolojiya Gomerd û çîroka Comerd de heman naverok hene. Gomerd / Comerd herdu jî pîr in, pîrên kamil û zana ne, her wiha xwedanê hêzên bi raz in. Ji bo baweriya xwe û gelê xwe li dij qiralekî xwînxwar û hov şer dikin, lê tên girtin û kuştin. Dema em herdu çîrok, yan jî mîtolojiyan bi van agahiyên dîrokî re dirûberînin, dibînin ku heman kesayetî ne. Bi vî awayî em dikanin bigihêjin rastiyê.

Pirsa; “Çima ev roman, yan jî, ev mijar?”

Ev mijara Gaumada û kirinên Darios rasterast bingehê polîtîka îro li ber deriyê me ye. Mixabin ku ev pêvajoya dîrokê bi her awayî nehatiye vekirin û nirxandin. Lema gelek caran hin tiştên di vê dema me de pêk tên, me matmayî dihêle û ji ber vê egerê jî em bi biryarên şaş nêzîkî pêkhatinan dibin. Eger me ev rastî zanîba, rastiyên wê demjiyanê û îro lê serwext bibûya, rewş dikanîbû biguheriya. Bi hêviya di zelalkirina van herdu demjiyanên agir li wan barî de bikanim dilopek avê bireşînim ser birîna disoje, min dest avêt vê mijarê. Bi baweriya min wê peyama wê were têgîhîştin.

Têbinî: Têkiliya serhildana Gaumada û Serhildana îro heye! Jixwe wisa neba ragihandina vê romanê rastê îro nedihat. Dema ev roman were xwendin, wê were fêmkirin ku tu cudahî di navbera psikopat Erdo û Darios de tune. Bimire dagirkeriya Tirk! Wê ev êriş bibe têkçûna wê!

Yazarın diğer yazıları