Romaneke nû ‘Gurzo’

Romaneke nû li pirtûkxaneya Kurdî zêde bû: “Gurzo”. Gurzo romana yekemîn a nivîskar Egît Yazar e, û ji Weşanên Dara derketiye.

Egîd Yazar di heman demê de rojnamevan e, û ev pirtûka wî ya yekemîn e. Niha bi pirtûka xwe ya yekem bi romanekê ket qada nivîskariyê. Yazar romana xwe li ser kûçikekî bi navê “Gurzo” nivîsî ye. Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç li ser romanê wisa nivîsandiye, “Ev roman gelek taybet e. Lewra kareterê sereke yê romanê ajalek e. Di jiyan û tevgera vî karekterî de, ew êşa sotin û wêrankirina gund û xwezayê, ew êş û koteka bêwijdan pir baş li ber çavan hatiye raxistin; ligel vê aliyê xwerû, vegotina wê jî gelek taybet e, rewan e, xwîner digire û dibe.”

Niha Fûara Pirtûkan a Amedê li dar e, û yên bixwazin dikarin “Gurzo” li fûarê ji Weşanên Dara peyda bikin.

Egîd Yazar kî ye?

Egîd Yazar ji Mêrdînê ye, di sala 1973’yan de hatiye dinê. Dibistan nexwendiye, di zarokatiya xwe de dema li ber berxan bûye pênûseke li erdê dîtiye, bi vê li ser naylonê kulavê xwe nivîsandiye û bi vî awayî hînê nivîsandinê bûye. Di salên 90’an de li Azadayi Welat dest bi kar dike û piştî demekê dibe nûnerê rojnameyê yê Çûkûrovayê. Li wê derê nivîsa xwe pêş dixe, gelek nûçeyên wî di rojnameyê de derdikevin.

Di pêşbaziya Newroza 2002’yan de çîroka wî “Kevoka Hezarbaskî” xelata yekemînî, di pêşbaziya Huseyîn Çelebî de (2008) jî çîroka wî Teyrikên Yezdan xelata sêyemînî girtiye.

Gurzo yekemîn pirtûka wî ye.

 DIYARNAME

Yazarın diğer yazıları

    None Found