Ronahî hinekî din ronahî

Dîdeban

Gotina dawî ya nivîskar û helbestvanê navdar yê Elman Johann Wolfgang Von Goethe wek: Ronahî hinekî din ronahî tê qebûlkirin. 

Di serdema Goethe tê de dijiya de çi pirsgirêkên tarîtî û ronahiyê hebûn? Gelo çi kul û keserên nivîskarî yên li hemberê tarîtiyê hebûn ku gotina wî ya dawiyê daxwaza hinekî din jî ronahî bû? 

Helbet ji ber ku ew mirovekî rewnak û rewşen bû, mora xwe li gelek berhemên nemir û mayînde dabû. Mirov van pirsa li dû hevdu rêz dike lê nayê wê maneyê ku serdema Goethe tê de dijiya ne hewceyî ronahiya pirtir bû. Ango Goethe di vê serdemê de jiyaba gelo wê ji rewşa siyasî, çandî û edebî ya Elmanyayê çiqas memnûn bimaya, ev jî baş nayê zanîn, lê xala ku ji gelek aliyan ve zelal e, ew jî nivîskar û kesayetên di asta Goethe de her bi aliyekî xwe ve dijber û muxalif dimînin û dinya çiqas jî ronî û rewşen jî be, ew tim li dû piçeke din a ronahiyê dimeşin û têdikoşin. 

Di babeta lêgerîna li dû ronahiyê ya li cem Kurdan de niha yek ji çend navên ku tim xwe li bin guhê mirovî dixin an jî di nav hiş û mêjiyê mirovan de olan didin Ronahî, Stêrk û News Channal in. 

Ev sosretî xwe wek lekeyeke reş li eniya serdemê dixîne û dide nîşan ku li hemberî Ronahiyê hîna jî bêzariyeke dijwar heye. Mirov hizir dike ku eger peyva ronahiyê ne ya mirov hema bêje ya neyaran jî be ji ber xweşikbûn û maneya wê ya zelal mirov dikare wêna qebûl bike û dijminahiya wê neke.

Her wisa Stêrk jî ji xwe wek hevalbenda ronahiyê ji esman ve şewq û roniyê li ser dinê belav dike. TV û medyaya Kurd bi nav û naverokên xwe ve dihêlin ku li gel Kurd û Kurdistaniyan heta bigir yên hember û dijberên wan jî jê re rêzê bigirin. 

Li aliyê din gava mirov piçekî dêna xwe dide vê serpêhatiya dilsoj a medya û çapameniya Kurdî mirov heta 119 salan beriya niha diçe. Ji serdema ku Rojnameya Kurdistan li Misrê di nav mercên sirgûniyê de derket û piştre bû hedefa dewleta Osmaniyan û derdorên dijminên Kurdan heta niha ev rewş hema bêje hîç neguheriye.

Mixabin hîna jî beşek girîng ji medya û çapameniya Kurd li derveyê welêt e û li welatên qaşo pir demokratîk jî her çend sal ango çend meh carekî bi êrîş, zext û çewsandinan re rû bi rû dimînin. 

Vê gavê gelê Kurd û dostên wî li her derê welatên Ewrûpayê bi hêrs û bertekên tund û dijwar ve zexta li ser kanalên tv yên Kurdî pêşwazî dikin.

Lewre di bingeha wê de stem û zordariya li ser rojnameya Kurdistan, rojnameyên di salên 1900’î de li Stenbolê derdiketin, yên salên 1960’î û wisa jî heta Gûndem, Welat û bi dehan navên ku em nikarin di vê quncika hejar de bi cih bikin jî heyîn. 

Lewre gava gelê Kurd û dostên di wî temaşa van destdirêjiyên bêbext û kirêt dikin, kalê Mûsa jî di nav de bi sedan kedkar û xebatkarên çapemaniya Kurd yên hatîn qetilkirin jî dibînin.

Lewre bi dehan kedkarên çapamaniyê yên li başûrê Kurdistanê ji aliyê çeteyên KDP’ê ve hatîn qetilkirin yên wek Wedat Husen Alî û Nûjiyan Erhan jî dibînin.  

Di sala borî de ji aliyê hikûmeta AKP ê ya faşîst û dîktator Erdogan ve bi sedan rojname, kovar, radyo û kanalên tv’yan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin girtin û qedexekirin. Ev jî bi piralî dihête fêmkirin û li gorî mentiqa faşîzmê ye.

Lê gelo ev dewletên ku qaşo serkêşiya demokrasî û mafên mirovan dikin doza çi li Kurdan dikin? Ev fîrmeyên wek Eutelsatê çi ji Kurdan dixwazin? Mane hîna jî çek û cebilxaneyên wan in ku Kurdistan û Rojhelata Navîn dirûxînin!..Eger ne ew çek û cebilxane bin gelê Kurd dikare di mehekê de erda xwe ji dijminan paqij bike û hemû saziyên xwe jî li ser xaka pîroz sazkar bike. Destê me di sînga we de ye! Yan hûnê Kurdistan ji çekên xwe yên qirêj paqij bikin, yan jî wê gunehên zarok, kal, pîr û tevahiya gelê Kurd di stûyê we de be…

Her wiha gelê Kurd li kolanan diqîre û gotina Goethe tîne bîra wan: Ronahî hinekî din ronahî, Stêrk hinekî din stêrk, azadî heta dawiyê azadî..

Yazarın diğer yazıları