Ronahî rojane diteyise

NAZIM DAŞTAN

MA/QAMIŞLO

Edîtora rojnamyeya Ronahî Zozan Elî: “ Heger ku rojnamegerî evqasî li vir bi pêş ketibe bi saya şoreşê ye. Ji ber vê yekê rojnameya Ronahî dengê vî gelî ye ku şoreş afirandiye.”

Rojnameya Ronahî ya ku li Bakurê Sûriyeyê bûye dengê gelan heta niha heftane weşana xwe dikir, rojname wê piştî 2 rojên din dest bi weşana xwe ya rojane bike.

Rojnameya Ronahî li Bakurê Suriyeyê bi Kurdî û Erebî weşana heftane dikir. Dê ji 28’ê Gulanê û bi şûn ve rojane derkeve pêşberî xwînerên xwe. Ronahî di 2011’an de li Helebê bi Erebî dest bi weşana xwe kiribû û sala 2013’an jî bi zimanê Kurdî û Erebî weşana xwe domand. Rojnameyê sala 2013’an li Qamişlo weşangeriya xwe domand. Di 2015’an de hefteyê du caran bi Erebî û carekê bi Kurdî weşan kir. Di 2017’an de jî hefteyê du caran Kurdî weşana xwe kir. Rojname dê ji 28’ê Gulanê û bi şûn ve weşana xwe bike rojane.

Ji bo seranserê Bakurê Sûriyê

Nêzî 50 xebatkarên rojnameyê hene û li bajarên Qamişlo, Heleb, Kobanê, Hesekê, Dêrik, Minbic, Reqa û Tebqa buroyên wê hene. Hefteyê 8 hezar rojname heta niha tên çapkirin û çav li rê ye piştî derbasî weşana rojane bibe, ev hejmara çapkirinê zêdetir bibe. Rojname hemû bûyerên li Rojilata Navîn, Sûriye û herêmê dişopîne û digîhîne ber destên xwîneran. Ji edîtorên rojnameyê Zozan Elî bi bîr xist ku wan di 2011’an de dest bi weşana rojnameyê kiriye û di bin şertên zor de rojname derxistine.

Erebî û Kurdî

Elî destnîşan kir ku heta 2013’an bi derfetên zehmet rojname derdixistin û ji ber komên rejîmê û selefi êrişî cihê weşana wan dikirin, ji neçarî cihê xwe veguhestine Qamişloyê. Elî bi bîr xist ku rojnameyê ewil bi Erebî dest bi weşanê kiriye û got, “Piştre me bi Kurdî jî dest bi weşanê kir. Ji ber şer û kêmasiyên teknîkî di warê bipêşxistina rojnameyê de em dereng man. Tiştên li Bakurê Sûriyeyê diqewimîn rewşeke din a civakî afirand. Me ev dişopand û bi gel re parve dikir. Her sal daxwaza rojên weşandinê zêde dibû. Ewil me hefteyê carekê diweşand û piştî vê daxwazê, me hefteyê du rojan rojname çap kir.”

Rêwîtiya ber bi rojane ve

 Elî da zanîn ku ew bi pêvajoyek siyasî û leşkerî re hevrû mane û şerê li Sûriyeyê bi hemû giraniya xwe didome û bi vê re girêdayî jî kar dikeve ser milê rojnamegeran. Elî got, “Êdî em ê piştî 28’ê Gulanê rojane rojnameya xwe biweşînin. Em banga vê li her kesî dikin.”

‘Dengê Bakurê Sûriyeyê ye’ 

Zozan Elî anî ziman ku berê li Sûriyeyê kevneşopiyeke micid a çapemeniyê nebû û heta mirovan ji qewmîn û bûyeran çênedibû. Elî diyar kir ku bi destpêkirina şoreşa li Bakurê Sûriyeyê re rewşa berê guherî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ajans, rojname û televîzyon li vir kêm bûn. Tenê televîzyonek û ajansek aidî rejîmê hebû. Wê jî tenê li herêma rejîm lê zêde bû. weşan dikir. Heger ku rojnamegerî evqasî li vir bi pêş ketibe bi saya şoreşê ye. Ji ber vê yekê rojnameya Ronahî dengê vî gelî ye ku şoreş afirandiye.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found