Ruh û perspektîfeke nû lazim e

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel di pîrozbahiya cejnê de axivî û diyar kir ku di şertên faşîzmê de bi têkoşînê encam dikare bê girtin û pêvajoya nû ya li ser banga Ocalan dest pê kir ji bo AKP’ê firsendek e.

Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên li gel Parlamentera HDP’ê Dersim Dag li Amedê ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan 80 rojan di greva birçîbûnê de man û piştî banga Ocalan bi dawî kirin, li Wanê beşdarî pîrozbahiya cejna Remezanê bûn. Pîrozbahî li avahiya HDP’ê ya Wanê pêk hat. Hevşaredarên Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci, Hevserokên Rêxistina HDP’a Wanê Murat Dede û Yadîşen Karabulak, rêveberên HDP, DBP’ê, hevşaredarên navçeyan û gelek welatî beşdar bûn.

Welatiyan û parlamenter Temel û Sarisaç, û rêveberên HDP’ê cejna hev pîroz kirin.  Piştî pîrozkirina cejnê parlamenter Tayîp Temel axivî.

Têkoşîn faşîzmê têk dibe

Temel da zanîn ku wan wek parlamenter xwestiye ji bo pêvajoya grevên birçîbûnê bibin dilopek ji behre û xwediyên têkoşînê yên esil dayikên li qadan li ber xwe didan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, çalakgerên li zîndanan û kesên dawî li jiyana xwe anînene.

 Temel destnîşan kir ku di şertên faşîzmê de bi têkoşînê encam dikare bê girtin û got, “Têkoşîn û berdêldayîn tine be, ne mimkin e mirov bi faşîzmê gav bi paş ve bide avêtin. Bi saya têkoşînê, dengê birêz Ocalan gihîşt hemû Kurd, Tirkiyeyê û dinyayê. Bi çûyîna parêzer û malbatan re li Îmraliyê pêvajoyek nû hat destpêkirin. Bi dayîna têkoşînê re faşîzm tê tekbirin û bihareke nû ji bo gelan dest pê dike.”

Bi gotinê tenê nabe

Temel bal kişand ser rê nîşandana Ocalan û got, “Birêz Ocalan rêya ku nîşan dide ev e. Rêya li vir tê nîşandan rêya demokrasiyê ye. Ya girîng ew e ku muxalefet û îqtîdar çiqas ji bo vê yekê amade ye. Ev sê çar sal in demokrasî û aştiya hatiye jibîrkirin, û behsa wê nayêkirin, bi peyama Ocalan re careke din dikeve bîra me. Eniya demokrasiyê tê jibîrkirin lê Ocalan careke din vê bibîr dixe.”

Temel got, di têkoşînê de ruhek nû, zimanekî nû, exlaqekî nû, perspektîfeke nû pêk neyê di şûna mezinbûnê de dê her roja ku biçe wê rêxistin biçûk bibe û wiha peyivî: “Divê her kes xwe di ber çavan de derbas bike û li gorî perspektîfa têkoşînê birêxistin bike. Ji bo AKP dev ji faşîzmê berde û vegere demokrasiyê, divê em bang bikin. Ji bo vê yekê jî têkoşîn lazim e. Tenê bi gotinê nabe.”

MA / WAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found