Rûmeta me ne

* Li Elmanyayê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn û peyama, “Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê bi berxwedana wan re bin” hat dayîn.

* Silêman Hecî (PYD): Serê gelê Kurd û şervanan bilind e, û berxwedan didome. Gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo wê teqez bigihîje Kurdistana azad.

*  Apê şehîd Serxwebûn Elî, Serxwebûn Sîvan jî li NCDK´ya Orebroyê got, ew ji ber helwêsta biraziyê xwe serbilind e: “Ew şehîdê Kurdistanê ye.”

Şehîdên Berxwedana Rûmetê li seranserê Ewrûpayê bi beşdariya malbatan hatin bibîranîn. Li paytexta Elmanyayê Berlînê, li bajarên wê Braunschweig, Munster, Kassel, Mannheimê û li bajarê Swêdê Orebroyê şervanên QSD´ê yên din ên di Berxwedana Rûmetê de şehîdbûyî hatin bibîranin.

Şehîd Çekdar Qamişlo li paytexta Elmanyayê Berlînê hate bibîranîn. Merasîm li Komeleya Rojava ya Berlînê çêbû. Nûnerên saziyên Kurdistaniyên ku li Berlînê dixebitin û zêdetir ji 150 kesan beşdar bûn. Ciwanên Rojava civîn organîze kirin. Siyasetvana Kurd Hêvî Mardîn, li ser navê malbatên şehîdan Gozê Çalkan, li ser navê Meclîsa NCKA’yê Erhan Firat, li ser navê Meclîsa Jinan ê Êzîdî (EDESA) Nûrê Alkiş û li ser navê PYD Berlînê Silêman Hacî, her yek ji wan ji bo bibîranîna Çekdar Qamişlo û şehîdên Kurdistanê hemûyan axivîn.

Dayîka Çekdar Qamişlo jî ji bo bibîranînê qeydeke deng şand.

Silêman Hecî got, “Serê gelê Kurd û şervanan bilind e, û berxwedan didome. Gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo wê teqez bigihîje Kurdistana azad.”

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî Nûre Alkiş jî di kesayeta Çekdar Qamişlo de tevahî şehîdên Kurdistanê silav kir û wiha pê de çû: “Em weke Êzîdiyan bi nirxên wan dizanin.”

Em ê bi berxwedana wan re bin 

Şehîdên azadiyê li Kasselê hatin bîranîn. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Demhat Agît (Seyîtxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê Cemîl Amed (Eser Irmak) ên di 15’ê Cotmehê de li Silêmaniyeyê bi êrişa dewleta Tirk şehîd ketin û di şexsê wan de Sabrî Kobanê (Fawaz Ahmed), Botan Cizîrî (Mahsûm Nayîncî) yên li Rojava şehîd bûyî û şehîdên azadiyê hemû hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li NCDK´ê pêk hat. Bavê Sabrî Kobanê ji Rojava peyamek şand û got, “Heşt kurên min hene, tevî Sabrî sê ji wan şehîd bûn. Ji bo azadiya Kurdistanê pêwîstî pê hebe, amade me pênc kurên xwe jî feda bikim.”

Xalê Botan Cizîrî, Hamît Demîr jî qala jiyan û têkoşîna Botan kir û got, “Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê li ser şopa wan bin.”

Li Mannheimê jî ji bo Dersim Botan (Emran Elî) yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûyî, civîneke bibîranînê çêbû. Li ser navê KOMAW’ê Lokman Arslan got, “Zarokên Kurdan ji bo xak, ziman û welatê xwe şer dikin û şehîd dibin.”

Bavê şehîd Elî jî ji Rojava bi rêya telefonê got, “Ew şehîdê çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ê li ser şopa wî bin. Em ê bi berxwedana wî re bin.”

Şoreşa Rojava bû sembola berxwedanê

Li Braunschweigê jî Ceren Gûneş (Ozge Aydin) hat bibîranîn. Endama Komîteya Navendî ya Partiya Komûnarên Şoreşgerî/Birlîk Ceren Gûneş (Dr. Ozge Aydin) li Navenda Çand a Mozaîk a li Brunschweigê hate bibîranîn. Di merasîmê de li ser Ceren Guneşê wêne hat nîşandan.

Piştre jî nûnerên FED-DEM, Hannover Partîzan, Kovara Komûn, MLPD, TJK-E û Antîfa Hildesheimê axivîn.

Nûnerê Kovara Komûnê di kesayeta Ceren Guneş de şehîdên şoreşa Rojava hemû bibîranî û got, “Heval Ceren ku yek ji rêberên Partiya me û fermandara tabûra azadî ya înternasyonal bû, di şoreşa Rojava de careke din ruhê Qizildere ya 12’ê Adarê û ruhê hevaltiya mertalê şoreşgerî bi dest xist. Bû sembola berxwedanvaniya Îbrahîm Kaypakkaya.”

Li Munsterê jî Şehîd Seyfedîn Serêkaniyê, Çekdar Qamişlo, Hemîd Mamo, Lezgîn Hemî, Serxwebûn Ceger Bengî û Yûsif Nebî hatin bibîranîn û merasîmên sersaxiyê hatin kirin.

Serxwebûn Elî li Orebroyê hat bibîranîn

Li bajarê Dêrikê yê Rojavaya Kurdistanê, 8’ê Mijdarê di dema protestokirina dewriyeya Tirk û Rûsyayê de Serxwebûn Elî şehîd bûbû. Serxwebûn Elî li bajarê Swêdê Orebroyê hate bibîranîn. Serxwebûn Elî li NCDK´a Orebroyê hate bibîranîn.

Heval Hozan di bibîranînê de axivî û diyar kir ku Serxwebûn Elî û gelên herêmê hêzên dagirker protesto kirine û ev jî parçeyekî têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye.

Apê şehîdî, Serxwebûn Sîvan jî diyar kir ku ew ji ber helwêsta biraziyê xwe Serxwebûn Elî serbilind e: “Ew şehîdê Kurdistanê ye.”

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found