Rûyê dagirkeriyê her qirêj e

Bindestî mîna ziravê tehl, mîna jana birînê dijwar û mîna mirinê tinekir e. Gerçî pîvandina êşa bindestiyê li ser esasê êşa fizîkî, ew ê ne rêbazeke tekûz û rast be. Lê li aliyekî din jî, em dizanin ku hema bêje hemû cureyên bindestiyê, di destpêkê de bi êşa fizîkî dest pê dikin. Ji ber ku ti civak an jî takekes hewldana bindeskirina xwe û welatê xwe bi dilxweşî û çepikan pêşwazî nakin. Ji ber devera ku bindestî û serdestî lê hebe, ne civaka azad û ne jî kesên azad dimînin. Loma jî kes (dîktator) an jî komên ku bi hewldanên xweserdestkirinê radibin; çav û destên wan bi mijandina ked û rijandina xwîna civakên zorçûyî, sorxwînî dibin.

Ev prosesa bindestkirinê, heger li bin guhê dîwarê qalind ê berxwedanê bikeve û dîsa jî şikestin pêk bê, êdî asta dijwarî û mayindebûna êşên fizîkî û derûnî hê girantir û kûrtir di nava civata têkçûyî de rehberdayî dibe. Têkçûna bi vî rengî gelek caran encamên herî giran û xerab bi xwe re tînin. Lê ti carî jî pizotên xwelîgirtî yên di kûrahiya dilê civatê de ji bo azadiyê dijene, venamire, ji bo careke din pêkeve tenê li benda pifekê an jî çirûskekê ye.

Wek mînak tiştên ku îro li Rojavayê Welatê me diqewimin. Bi dehan salan Kurd li vê herêmê ji hemû mafên xwe bêpar, jiyaneke mînak a dagirkeriyeke hovane dijiyan. Dewleta Sûrî nasnameya xwe ya fermî jî laîqê! bi sedhezaran Kurdan nedidît. Ew ji hemû mafan bêpar hiştibûn. Lê dema şert hatin guhertin, çirûskên berxwedanê di nava tarîtiyê de diyar bûn, me dît bê çawa di demeke kurt de bi hezaran fanos û xetîrên bi ronî welat danber xwe…

Di van rojên salvegerî de ku em bi berxwedana serdemî û bêhempa ya li Kobanê hestyar dibin, serê me ji ber rûmet û pîrozên me yên canfeda mîna roja berbangê bilind dibe, ji rûyê me bişirîna serketinê li hemû cihanê belav dibe, em dibînin bê çawa hêzên dagirker û kedxwar di nava xwe de, hewl didin rêketineke zalimane li dijî vê civakê vajo bikin.

Lê wek min li jor destnîşan kir, dagirkerên herêmî û hevkarên wan ên cihanî, heta ji wan tên dixwazin awa û şêwazên xwe yên kolonyalî berdewam bikin. Bi giştî welatên Ewrûpa û bi taybetî jî, Ingilîstan di vê cure dagirkerî û ji binî tinekirina gelên xwecîh û kevnare de xwedî dosya qalind û rabihuriyeke qirêj in…

Wek mînak di pirtûkên dersê de navê Eskîmo hebû. Di destê wan de masî û ew li pêşiya Igloo ango malên xwe bûn û poz didan kamerayan. Dema mamoste ji me dipirsî û digot ev kî ne, me digot, ew Eskîmo ne. Gelo navê welatê wan jî, Eskîmostan bû?  Di van salên dawî de ez careke din li heman wêneyî rast hatim, min bi baldarî li ser wan xwend. Hê di peyva pêşî de ez veciniqîm. Peyva “Eskîmo” bi Fransî tê wateya “kesên ku goştê xav dixwin”. Ez bawer nakim ku Fransiyan xwarina Sûşî anîbin bîra xwe û ev nav li wan kiribin. Na. Mêrikan tenezûl nekiriye ji wan bipirsin ka ew bi zimanê xwe çi navî li xwe û welatê xwe dikin. Dûre wan ew navê Fransiyan li ser xwe qebûl nekiriye û bi peyva xwe ya “Inutî” xwe pênase kirine ku tê wateya Mirov. Ji herêma xwe re jî gotine Nunavut “Welatê Me” ku 1´ê Nîsana 1999´an wek herêmeke siyasî û birêveberinî di nava Kanadaya Federatîf de hat qebûlkirin.

Li aliyekî din jî ez dixwazim bale bikişîm ser gelê Maorî li Zelanda Nû. Gelekî xwecîh e û berî Ingilîz û Ewrûpî bêne girava Zelandayê bi hezar salî hatine û jiyaneke xwezayî jiyane. Ingilîzan bi saya çekên xwe yên bipêşketî hema bêje qira Maoriyên anî ku xwedî çekên pirr pirr besît û reqsa Haka ya navtêdanî bûn. Piştî vê şikenandina xedar û zalimane, Ingilîzan dest danî ser hatina sererd û binerda giravê û zimanê Maoriyan jî qedexe kir. Ber bi dawiya salên 1900´î ve jî serhejmara Maoriyan ji ber şer û nexweşiyan hate radeya qirrbûnê.

Birêvebiriya giravê ya pêlîstoka Ingilîzan wek ku henekê xwe bi dunyayê bike, mafê dengdayina jinê cara pêşî li dunyayê sala 1893`an nas kir û lê sala 1975´an mafê perwerda bi zimanê Maorî pejirand. Zimanê Gelê Maorî yên ku bi hunerê deqkirinê navdar e, li ber windabûnê bû lê niha bi rêjeyeke ji 25ê xelkê, pê diaxive, û bûye zimanê perwerde, weşangerî, TV û radyoyê.

Çawa ku dewletên dagirker û kolonyal di nava xwe de hevkar in û yekîtiya dewletan ava kirine, divê gelên xwecîh yên wek Samî, Maorî, Kurd, Belocî, Katalan, Inutî û gelekên din jî di nava xwe de hevkariya heyî bi pêş ve bibin û di platformên navdewletî de bêyî ku nêrînên hev ên siyasî li ber çavan bigirin, ji bo azadiya ziman û çandên hev kar bikin.   

Yazarın diğer yazıları