Şakiro û Miradê Kinê

Ji bo lihevçûna opera û dengbêjiyê jî Kawa Nemir dibêje, “Her du form in ku bi mekanîzmayên xwe yên navxweyî ve rê didine me wekî em wan berawirdî hev bikin. Îmkan û delîvên xwe yên mosîqayî, her du form jî bi tevkariya ‘ezamet a mosîqayê çîrokan vedigêrrin û ev çîrok hemû jî yekpare ne, ji layê edebî ve bê kil û kêmasî ne.” Paşê cihêtiya wan wiha rave dike: “Bes ciyawaziya her du forman ew e ku operayê qonax bi qonax derfetên xwe yên amûrî, mosîqayî û şanoyî fireh kirine di nava 400 salan de, dengbêjî tûşî desttêwerdaneke rêkxistî û birêkûpêk a amûrî û şanoyî nehatiye.”

Helbet hosteyên Kurmanciyê hene û Nemir weke nimûne navê wam dibe: “Hûn berê xwe bidinê, ji bo nimûne, em vê taybetiyê, li ser asteke kêm be jî, bi Şakiroyê nemir re dibînin; di tomarine cenabê wî yê gewre de em dibînin di nava kilamê re carinan bi dengê xwe û rîfleksên xwe ve bi civat û caxiyê re înteraktîvîteyekê pêk tîne. Her wiha, Miradê Kinê yê bêhevta… te dî gava ku ew kevana xwe li ribaba xwe dixe û dibêje me, “req req” û pêlewanekî kilamê di çîrokê de di dêrî re dikeve hundir. Ji bo çi ez van nimûneyên sakar tînim? Ji ber ku çêdibe em van derfetên xef ên dengbêjiyê heta bi kokê bi kar bînin û fireh bikin û wan veguherînine tiştine dîtir.”

Ew di dawiyê de ji bo Kurmanciyê dibêje, xwedî derfetên ji bo gelek formên hê nekifşbûyî ye: “Vêca, ev teşebbusa me, ku ji bo niha em dibêjinê, operaya gelêrî, li ser binçineya wan derfetên xef î navborî yên dengbêjiya me hate sazkirin û biawazkirin.

Zimanê Kurdî çi qasî li operayê tê?! Ez bi dilrihetî dibêjim ku zimanê Kurdî, ne ku bi tenê opera, lê xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye. Dîwaro, ji te re dibêjim, bûkê, tu fam bike!”

Yazarın diğer yazıları

    None Found